Xwebûn 6 salî ye: Em ê di her şert û mercî de rojnameya Kurdî bigihînin gel
Xwebûn 6 salî ye: Em ê di her şert û mercî de rojnameya Kurdî bigihînin gel

Rojnameya Xwebûnê 6 salên xwe temam kir. Edîtora rojnameyê Xecê Şen diyar kir ku ew ê di her şert û mercî de rojnameya bi zimanê Kurdî bigihînin gel.

Banga ji bo mîtînga 'Hêvî û Azadî'yê: Roj roja qîrîna azadiya Rêbertî ye
Banga ji bo mîtînga 'Hêvî û Azadî'yê: Roj roja qîrîna azadiya Rêbertî ye

Welatiyên ku beşdarî Civîna Civaka Demokratîk bûn, ji bo beşdarbûna mîtînga "Hêvî û Azadiyê" ya ku dê di 4'ê Çile de bi daxwaza azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan bê lidarxistin, banga beşdarbûnê kirin.

Navenda Stargehê ya Heranê bûye navenda girtinê
Navenda Stargehê ya Heranê bûye navenda girtinê

Parêzer Duygu Înegollu der barê Navenda Stargeha Demkî ya Herranê de ku ji ber cudakarî û îşkenceya li ser Elewiyên Sûriyeyê hatiye rojevê, axivî û got: "Ev navendeke girtinê ya li dijî hiqûqê ye. Ji girtîgehê jî wêdetir e."

ROJEVA 20'Ê KANÛNA 2025'AN
ROJEVA 20'Ê KANÛNA 2025'AN

Cîhan û Nazim hatin bîranîn: Di rêya heqîqetê de meşiyan
Cîhan û Nazim hatin bîranîn: Di rêya heqîqetê de meşiyan

MKG û DFG ji bo rojnameger Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan bernameya bîranînê li dar xist. Hevalên Cîhan û Nazim diyar kirin ku her du jî weke pêşengan çûn cihê ku neheqiyek lê heyî û gotin: “Ji roja ew şehîd bûn heta îro bi sedan şagirt li ser şopa wan in.”

Rojnamevan Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan li Kobanê hatin bibîranîn
Rojnamevan Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan li Kobanê hatin bibîranîn

Rojnamevan Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan ên ku sala borî li Bendava Tişrînê di êrişa Tirkiyeyê de jiyana xwe ji dest dan, di salvegera yekemîn a mirina xwe de li Kobanê hatin bibîranîn.

Rojnemevan Cîhan Berk hat girtin
Rojnemevan Cîhan Berk hat girtin

Nûçegihanê PÎRHA’yê Cîhan Berk îro li Dêrsimê hatibû binçavkirin, hat girtin.

Dermankirina rojnamevan Aykol didome
Dermankirina rojnamevan Aykol didome

Dermankirina rojnamevan Huseyîn Aykol ku zêdetirî 2 mehan e di beşa lênihêrîna awarte de ye, bi antîbiyotîkên nû didome.

Arkaş: Divê derfetên hevdîtinê yên Abdullah Ocalan bên afirandin
Arkaş: Divê derfetên hevdîtinê yên Abdullah Ocalan bên afirandin

Çetîn Arkaş ku li navçeya Sûr a Amedê di civîna gel de axivî, anî ziman ku ew ne xweşbîn ne jî reşbîn e, lê "rasteqîn" e û got: "Serok di aştiyê de bi biryar e. Heta dawiyê jê bawer bikin."

Bozan: Girtîgeh bi hiqûqa dijmin nêzî girtî Îvrendî dibe
Bozan: Girtîgeh bi hiqûqa dijmin nêzî girtî Îvrendî dibe

Girtiyê nexweş Cemîl Îvrendî yê ku bêhiqûqiya îdareya girtîgehê ya li hemberî wî bi raya giştî re parve kiribû, îdareyê cezayê hucre û qedexeya ragihandinê daye.

Taybet Înan û 29 kesên din ên hatibûn qetilkirin hatin bibîranîn
Taybet Înan û 29 kesên din ên hatibûn qetilkirin hatin bibîranîn

Dayika Taybet Înan û 29 kesên din ên di dema qedexeya derketina kolanan a li Silopiyayê de hatibûn qetilkirin, hatin bibîranîn. Di bîranînê de hat gotin ku qetlîama hatiye kirin, sûcê li dijî mirovahiyê ye.

Şîna Kaya bi girseyî hat ziyaretkirin
Şîna Kaya bi girseyî hat ziyaretkirin

Şîna ku ji bo Ahmet Furkan Kaya ê HPG’î hatibû danîn bi girseyî hat ziyaretkirin.

Ji bo rojnamevan Daştan mewlîd hat dayîn
Ji bo rojnamevan Daştan mewlîd hat dayîn

Ji bo rojnamevan Nazim Daştan ê ku tevî Cîhan Bîlgê di êrişa Tirkiyeyê de hatibûn qetilkirin mewlîd hat dayîn.

'Em ê hesabê qetilkirina hevalên xwe bipirsin’
'Em ê hesabê qetilkirina hevalên xwe bipirsin’

DFG û MKG’ê rojnameger Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn ku ji hêla Tirkiyeyê ve hatibûn qetilkirin bi bîr anî û got: “Em ê ne dev ji pirsîna hesabê qetilkirina hevalên xwe ne jî dev ji rojnamegeriya bo heqîqetê berdin.”

Li Cizîrê mamosteyê faîlê tacîzê hat binçavkirin
Li Cizîrê mamosteyê faîlê tacîzê hat binçavkirin

Li navçeya Cizîrê S.O. yê ku li dibistanekî amadehiyê mamoste bû û li gelek xwendekaran tacîza zayendî kiribû hat binçavkirin. Midûriyeta perwerdeyê jî ragihand ku ev kes ji peywirê hatiye dûrxistin.

< 8 9 10 11 12 > Rupel 10 / 5.358