Şandeya Îmraliyê dê di 23'yê Kanûnê de bi Kurtulmuş û Tunç re bicive
Şandeya Îmraliyê ya DEM Partî dê 23'yê Kanûnê de bi Serokê Meclîse Nûman Kurtulmuş û Wezîrê Dadê Yilmaz Tunç re bicive.
Şîna Servet Kartal ê HPG'î bi girseyî hat ziyaretkirin
Şîna Servet Kartal (Şoreş Brûsk) ê HPG’î ku di sala 2019’an de li Xakûrkê jiyana xwe ji dest dabû, bi awayekî girseyî hat ziyaretkirin.
Komeleya Lêkolînê ya Zanistên Civakî ya Kurdî kongreya xwe li darxist
Komeleya Lêkolînê ya Zanistên Civakî ya Kurdî kongreya xwe ya 1'emîn a asayî li darxist. Beşdaran, di kongreyê de daxwaza perwerdehiya bi zimanê Kurdî û statuya Kurdî kirin.
Peyama Abdullah Ocalan ji bo kongreya ANKA-DER’ê: Bîranîna rastîn bilindkirina têkoşînê ye
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan peyamek ji kongreya ANKA-DER’ê re şand û diyar kir ku “dilsoziya bi şehîdan re” avakirina civakeke demokratîk û mirovî ye û got: "Bîranîna rastîn, bilindkirina têkoşînê ber bi asteke pêşketîtir, hişyartir û jiyanparêztir e.”
Xwebûn di sala xwe ya 6'emîn de ye: Çapemeniya Kurdî ji her demê xurttir e
Di panela ku bi munasebeta salvegera 6'emîn a Rojnameya Xwebûne hate lidarxistin de, têkoşîna Çapemeniya Azad hate destnîşankirin û hate gotin ku çapemeniya Kurdî ji her demê xurttir e.
Xetereya li ser jiyana rojnameger Aykol didome
Rewşa rojnameger Huseyîn Aykol ku zêdetirî du meh in di beşa çavdêriya awarte de tê tedawîkirin, hêj wekî xwe ye.
Li Girtîgeha Xarpêtê dijbariya pêvajoyê: Piştî her gavekî erênî bi îşkenceyê bersivê didin
Fahîr Geylanî ku hevdîtina bi birayê xwe Mûstafa Geylanî yê li Girtîgeha Hejmar 2 ya Xarpêtê tê ragirtin re vegot, ev tişt anî ziman: “Piştî her gaveke erênî a tê avêtin, îdareya girtîgehê dikeve nava nêzikatiyên di asta îşkence û miameleya xerab de.”
Cenazeyê yaşar Demîr hate definkirin
Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari di merasîma definkirina cenazeyê rêveberê partiyê yê Edeneyê Yaşar Demîr de axivî û got: “Em ê ala têkoşîna te bilindtir bikin. Em ê teqez aştiyê bînin vî welatî.”
Mexdûrên erdhejê li Enqereyê dest bi nobeta edaletê kir
Malbatên kesên di erdhejên 6’ê Sibatê de jiyana xwe ji dest dane, li dijî madeya 27’an a Daraza Paketê ya 11’an, li Enqereyê dest bi çalakiya nobeta edaletê ya sê rojan kir.
Şîna Zîlan Yilmazê bi girseyî hate ziyaretkirin
Şîna ji bo endama YJA Starê Zîlan Yilmazê ya li Êlihê hatiye danîn, bi girseyî hate ziyaretkirin.
Mewlîda ji bo Işik ê HPG’î bi girseyî hate ziyaretkirin
Ji bo endamê HPG’ê Sedat Işik mewlîd hate dayin û mewlîd bi girseyî hate ziyaretkirin.
Girtiyê siyasî Omer ê rejîma Îranê nehişt tedawî bibe jiyana xwe ji dest da
Tora Mafên Mirovan a Kurdistanê ragihand ku girtiyê siyasî Wehîd Omer ku rejîma Îranê nehişt tedawî bibe, li girtîgehê jiyana xwe ji dest da.
Rejîma Îranê ceza da çalakvanê Kurd Ebdulazade
Rejîma Îranê bi hinceta ku tev li çalakiyên serhildana “Jin, Jiyan, Azadî” bûye, cezayê darvekirinê da çalakvanê Kurd Mêrab Ebdulazade.
Ji bo bîranîna 23’yê Kanûnê ya li Parîsê amadekarî didomin
Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan, Leyla Şaylemez, Evîn Goyî, Mîr Perwer û Abdurrahman Kizil ku li Parîsê hatibûn qetilkirin, dê di 23’yê Kanûnê de bi girseyî bên bibîranîn. Amadekariyên ji bo bîranînê didomin.
Li ser sînor navçeyekî qedexe: Di nexşeyê de heye, lê jiyan lê nîn e!
Çelê ya ku bi 38 jîngehên xwe yên qedexekirî bûye navenda polîtîkayên ewlehiyê, jiyana sivîl lê bi awayekî fiîlî ji holê hatiye rakirin.