KESK: Kedkar vê budçeyê qebûl nakin
Platforma Şaxên KESK’ê têkildarî civînên Budçeya Sala 2026’an li gelek bajaran daxuyanî dan û di daxuyaniyan de peyama “Kedkar vê budçeyê qebûl nakin” da.
Endamê Meclisa Ciwanan ê DEM Partiyê hat revandin û îşkencekirin
Endamê Meclisa Ciwanan ê DEM Partiyê Enes Sezgîn, di şeva 16’ê Kanûnê de li navenda Wanê ji hêla 7 kesên rûyê xwe girtin ve hate revandin. Sezgîn ku revandin derveyî bajêr, li wir hate îşkencekirin û piştre gefa terikandina bajar lê hate xwarin.
Bijîşkekê heqaret li Kurdan kir: Bila mafên wan bên sînordarkirin û neyên xebitandin
Prof. Dr. Tulay Dîken Allahverdî ku li Nexweşaxaneya Lêkolînê ya Zanîngeha Kafkasê ya Qersê dixebite, heqaret li Kurdan kir û xwest mafên Kurdan bên sînordarkirin, di saziyên cemaweriyê de neyên xebitandin û ji bajarên rojavayê Tirkiyeyê bên derxistin.
Baroyan bertek nîşanî heqaretên li Leyla Zanayê hatine kirin dan
Rêveberiyên 16 baroyan, diyar kirin ku heqaretên di maça Bursaspor-Somasporê de li Leyla Zanayê hatine kirin nayên qebûlkirin û xwestin berpirsyar bên tespîtkirin û cezakirin.
Dê wêneyên ku Nazim û Cîhanê kişandibûn bên pêşandan
Hevserokê DFG’ê Selman Çîçek têkildarî bernameya bîranîna Nazim Daştan û Cîhan Bîlgînê agahî parve kir û diyar kir ku dê bi wêneyên ku her du rojnamevanan kişandine şopên têkoşîna wan bên pêşandan.
Danişîna doza Sîncar careke din ji bo mutalaayê hat taloqkirin
Danişîna doza Cîhan Yildiz ku ji ber qetilkirina Mehmet Sîncar tê darizandin, careke din bi hinceta amadekirina mutalaayê hat taloqkirin.
Fatma Bostan Unsal: Tiştên hatine jiyîn heta neyên axaftin aştî civakî nabe
Seroka Înisîyatîfa Maf Fatma Bostan Unsalê diyar kir ku tiştên ji ber pirsgirêka Kurd qewimîne ji aliyê civakê ve nayên zanîn û got: “Ji ber vê yekê heta ev neyên axaftin bi van gavan ve aştî civakî nabe.”
Li Efrînê jinek bi îşkenceyê hate qetilkirin
Jina bi navê Şêrîn Nûrî Oso, li Efrînê ku di bin kontrola komên paramîlîter ên girêdayî Tirkiyeyê de ye, bi îşkenceyê hate qetilkirin.
‘Hevrûbûn û rêzgirtina li miriyan ji bo mayindebûna aştiyê girîng e’
Endama Înîsiyatîfa Edalet û Rêzgirtina li Miriyan Burcu Çelîk Ozkan, diyar kir ku ji bo mayindebûn û civakîbûna aştiyê divê li ser dîroka erdnîgariyê û bîra cih were axaftin û got: “Em dixwazin pêvajoya aştiyê veguherînin firsendekê û hevdîtinên ser bingeha maf bidomînin.”
Hevserokê ÎHD’ê yê Şirnexê: Divê ji bo aştiya civakî gavên wêrek bên avêtin
Hevserokê ÎHD’ê yê Şirnexê Şivan Sakman, diyar kir ku ji bo ji “pêvajoya aştiya negatîf” derbasî “aştiya pozîtîf” bibe, civakîkirina aştiyê pêwîst e û got divê tavilê biryara “mafê hêviyê” ji bo Abdullah Ocalan bê sepandin.
Dayika ku hestiyên kurê xwe cara çaremîn defin kir: Ji bo cenazeyên xwe têbikoşin
Nuriye Turan a ku hestiyên kurê wê Fedakar Turan ji Goristana Garzanê hatibûn dizîn, diyar kir ku kurê wê piştî jiyana xwe ji dest daye îşkence li cenazeyê wî hatiye kirin û hatiye şewitandin. Nuriye Turanê bang li malbatan kir ku ji bo hestiyên zarokên xwe têbikoşin û got ku wê piştî têkoşîneke 2 salan hestiyên kurê xwe wergirtiye û cara 4’emîn defin kiriye.
Ne 10 sal, 100 sal jî derbas bibin em ji bîr nakin
Keça Taybet Înan a ku li ber deriyê mala xwe li Silopiyayê hat qetilkirin û cenazeyê wê 7 rojan li kolanê ma, Şaristan Algan got: "Ne 10 sal, 100 sal jî derbas bibin em ê ji bîr nekin."
Dîmenên îşkenceya li girtî derketin holê
Dîmenên kêliya ku girtî Omer Cûma Salih ji aliyê gardiyanan ve tê îşkencekirin derketin holê. Pispor jî di raporê de tomar kir ku Salih "rastî sepanên xerab hatiye."
Dîba Keskîn: Heke em xwedî li zimanê xwe dernekevin dê tune bibin
Ji Sekreteryaya Înîsiyatîfa Yekitiya Demokratîk Dîba Keskînê diyar kir ku heke xwedî li zimanê Kurdî dernekevin dê bihelin û tune bibin.