Banga 8’ê Adarê: Em ê 8’ê Adarê li kolanan bin
Jinên nunerên saziyan destnîşan kirin ku ew ê îsal jî di 8’ê Adarê de li dijî tundiya mêr-dewletê li qadan bin û gotin: “Em îtaetê nakin. Em ê bi serhildanan xwe ve di 8’ê Adarê de li kolanan bin, em li benda hemû jinan in.”
Ber bi 8’ê Adarê ve: Dengê jinan dê ji her derê were bihîstin
Parlamentera Mêrdînê Berîtan Guneş a di daxuyaniya di çarçoveya 8’ê Adarê de hate kirin de axivî, wiha got: “Dengê jinên Kobanê dê bigihe Îranê, ji Îranê bigihe Stenbolê, Êlihê û ji wir bigihe Ewropayê. ‘Jin jiyan azadî’ dê li her derê cîhanê ji bo têkoşîna jinan bilind bibe.
Jinan Bûlûnmaz a hate qetilkirin bi bîr anîn
Li Semsûrê jinan Pinar Bûlûnmaz a ji aliyê hevjînê xwe ve hate qetilkirin bibîranî û peyama “Em ne di şînê de ne di serhildanê de ne” dan.
Têkoşîna jinên kurd a hebûnê: Rêxistinbûyîn diguherîne
Ji damezrînerên Komeleya Jinên Welatparêz Zekiye Ayata Alokmen diyar kir ku jinên kurd ên bi berxwedanê hene, bi rihetî nehatine van rojan û got: "Rêxistinbûyîn mirov diguherîne. Ne pêkan e ku têkoşîna jinan ji niha û pê ve bê rawestandin."
Ji bo bilindkirina hêvî û têkoşînê dê di 8'ê Adarê de li hev kom bibin
Jin ji bo hêvî û têkoşînê mezin bikin, bi dirûşmeya “Li dijî xizanî, tundî, îstîsmar û şer têkoşîna me heye” 8’ê Adarê pêşwazî bikin. Jinên di Platforma 8'ê Adarê de ku gotin "Serîhildana me xwedî wê hêzê ye ku dikare guherînê pêk bîne" hêza guhertinê ye" bang li jinan kirin ku dakevin qadan.
Ji DEM Partiyê buroya hilbijartinê ya jinan
Namzetên Hevşaredariyê yên DEM Partiyê di berdewamiya xebatên hilbijartinê de ji bo şandina qeyûman ji hilbijêran piştgirî xwestin. Li Şirnexê buroya hilbijartinê ya jinan hat vekirin.
TJA’yê li Wanê starta 8’ê Adarê da: Em ê qadên xwe yên jiyanê biparêzin
TJA’yê li Wanê starta çalakî û aktîvîteyên ku dê di çarçoveya 8’ê Adarê de li dar bixe da. Di daxuyaniyê de bal hate kişandin ser hilbijartinên 31’ê adarê û wiha hate gotin: “Em ê hêza veguherîner a jinan li qadên herêmî siyaseta demokratîk û jiyana wekhevîparêz ava bikin.”
TJA’yê li Sêrtê starta 8’ê Adarê da: Em ê jiyana wekhev ava bikin
TJA’yê li ber avahiya DEM Partiyê ya Sêrtê starta 8’ê Adarê da û destnîşan kir ku ew ê bi hêza guherîn û veguherîna jinê ya li qadên herêmî, siyaseta demokratîk û jiyana wekhev ava bikin.
Turkoglû: Bi dirûşma 'Her dem berxwedan, her dem azadî' ber bi 8'ê Adarê ve diçin
Berdevka Meclisa Jinan a DEM Partiyê Halîde Turkoglû diyar kir ku ew ê di 2'yê Adarê de li Enqereyê hem strarta xebatên hilbijartinê yên 8'ê Adarê hem jî ya kampanya hilbijartinê ya Gultan Kişanakê bidin û got: "Em bi dirûşma 'Her dem berxwedan, her dem azadî' ber bi 8'ê Adarê ve diçin."
Li ser şopa Rosa Luxemburgê 114 sal: Têkoşîn gerdûnî bû
Koordînatora Weqfa Luxemburgê Alex Wiscnewski, bi lêv kir ku jin xwedî li mîrateya Rosa Luxemburgê li du xwe hiştiye derdikevin û wiha got: “Têkoşîn bi hemû cudahiya xwe gerdûnî bû.”
Ji TJA'yê panel: Rêya sêyemîn pêşniyara jiyana bi hev re ya bi rûmet e
Berdevka DEM Partiyê ya di panela bi mijara “Di pêvajoyên aştiyê de heqîqeta jinê û pirsgirêka tecrîdê” ya ji aliyê TJA’yê ve hate lidarxistin û wiha got: “Rêya sêyemîn pêşniyara jiyana bi hev re ya bi rûmet e. Formula çareseriyê jî zelal e.”
TJA’yê li Êlih û Îzmîrê starta 8’ê Adarê da: Rabe, dem dema azadiya jina ye
TJA’yê bi dirûşma “Bi jin, jiyan, azadiyê ber bi jiyana azad ve” li Êlih û Îzmîrê bi daxuyaniya starta çalakiyên 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê da.
TJA dê bi dirûşma ‘Bi jin, jiyan, azadiyê ber bi 8’ê Adarê ve’ li qadan be
TJA dê îro starta 8’ê Adarê Êlih û Îzmîrê bide û heta 8’ê Adarê dê li gelek bajaran bi dirûşma “Bi jin, jiyan, azadiyê ber bi 8’ê Adarê ve” çalakiyên cuda li dar bixe.
Parêzer Kiliç: Li pey her mirineke biguman tundiyek heye
Li Wanê di 13 mehan de 3 jin hatin qetilkirin, 5 jin bi awayeke guman jiyana xwe ji dest dan. Parêzer Evîn Kiliç bal kişand ser tundiya zêde dibe û got: “Li pey her mirineke biguman, tundiyek heye.”
Dê li Amedê panela ‘Heqîqeta jinê û pirsgirêka tecrîdê ya di pêvajoya aştiyê de’ bê lidarxistin
TJA dê di 25’ê sibatê de li Amedê panela “Heqîqeta jinê û pirsgirêka tecrîdê ya di pêvajoya aştiyê de” li dar bixe.