Li pêşiya girtîgehê bang kirin: Jin dê ji azadiya xwe tawîzê nedin
DAKAP’ê li pêşiya Girtîgeha Tîpa D a Amedê starta çalakiyên 8’ê Adarê da û wiha got: “Em ê ji mafên xwe, ji têkoşîn, zimanê dayikê, nasname, xweza û azadiya xwe tawîzê nedin.”
Li her derê 8’ê Adarê: Em ê her qadê ji aqilê zilam paqij bikin
Li gelek bajaran starta 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê hate dayîn. Jinan got; “Ji 8’ê Adarê ber bi 21’ê Adarê ve em ê govenda herî mezin bigerînin” û banga daketina qadan kirin.
Jinên hatin qetilkirin hatin bibîranîn: Em jiyana li me tê ferzkirin qebûl nakin
Berdevka Meclisa Jinan a DEM Partiyê Halîde Turkoglû ya li Êlihê di bîranîna ji bo jinên hatin qetilkirin de axivî wiha got: “Em jiyana li me tê ferzkirin qebûl nakin.”
Tedawiya Mûhlîse Karaguzel a înfaza wê hate taloqkirin didome
Tedawiya Mûhlîse Karaguzel a li girtîgehê aciz bû û li nexweşxaneya birinê emeliyata dil a vekirî derbas kir, didome. Keça wê Zîlan Karaguzel wiha got: “Em ê tevî raporên tenduristiyê yên dayika min ji bo înfaza wê bê sekinandin serlêdanê bikin.”
Jinên girtî: Em li Îmraliyê azadiyê pêk bînin
Jinên bi navê Dîlan Aslan û Fatma Aslan ên di berxwedana xwerêveberiyê ya Nisêbînê de hatin girtin, diyar kirin ku kampanyaya "Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareserî" xwedî girîngiyeke dîrokî ye û wiha bang kirin: "Em azadiya vîna xwe ya li Îmraliyê dîlgirtî pêk bînin."
Çirokeke xweparastinê: Parastina cewherî xurt dike
Sevda Unal, ji ber ku li dijî zilamê ew tacîz kirî û gef lê xwaribû parastina cewherî kir, tê darizandin. Unal destnîşan kir ku tekane rêya têkoşîna li dijî pergala mêrsalar a ku parastina cewherî wek “sûc” nîşan dide, têkoşîn û rêxistinbûn e.
Guh neda astengiyan û li quntarê Çiyayê Cûdî ruh dide gundê xwe
Cotkar Rengîn Onuk a ku gundê wan 30 sal beriya niha hat valakirin û 30 sal in qedexekiriye bi çandina ceh, nîsk, genim ruh dide gund. Onuk, dibêje: “Polîtîkayeke valakirina gundê me heye lê em bi çandina zeviyan ruh didin gundê xwe."
KESK’ê bernameya xwe ya 8’ê Adarê eşkere kir
KESK’ê bernameya xwe ya 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê eşkere kir. Sekretera Jinan a KESK’ê Done Gevher got: “Ji bo em bibêjin ked, beden û nasnameya me ya me ye, em ê di 8’ê Adarê de li qadan bin.”
Ji jinên girtî re qertên 8’ê Adarê hatin şandin
TJA’yê di çarçoveya 8’ê Adarê de ji jinên girtî re qert şand.
Li Filistînê 'jinbûn' bi xwe têkoşîn e
Ji jinên Filistînî Nîdal Halef el-Nawasra ku îsal 8'ê Adarê di şert û mercên şerî de pêşwazî dikin, got: "Jin, ji bo ku jiyanê ji tunebûnê biafirînin, hema bêje li hember êşên xwe meydanê dikin."
Parêzera CÎSST'ê Akyuz: Girtîgeh ew navend in ku baviksalarî lê kûrtir dibe
Ji parêzerên CÎSST'ê Ozge Akyuzê diyar kir ku girtîgeh ew navend in ku pergala baviksalarî lê kûrtir dibe û wiha got: "Pêwîst e ev qada ku nayê dîtin bê dîtin û bihîstin."
Çalakiyên 8’ê Adarê: Jin dê li dijî tundiya mêr-dewletê serî netewînin
Parlamentera DEM Partiyê ya di daxuyaniya di çarçoveya 8’ê Adarê de li Çewlîgê hate lidarxistin de axivî, wiha got: “Her çiqas jin tune werin hesibandin jî, di serî de li Rojava em ê li her çar parçeyê Kurdistanê têkoşîna xwe bidomînin. Jin dê li dijî tundiya mêr-dewletê serî netewînin.”
Li Qoserê mirina biguman a jinekê
Li navçeya Qoserê Selma Hattatoglû, di encama ji avahiyekê ket de bi awayekî biguman jiyana xwe ji dest da.
Fîlma 'Stranên Keziya Sor' dê di adarê de were pêşandan
Fîlmê Muzîkal ê bi nave "Stranên Keziya Sor" ku dîroka têkoşîna jinan a cîhanê ya li dijî baviksalariyê vedibêje, dê di destpêka meha adarê de were pêşandan.
Jinan nasnameya xwe li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dît
Cîgira Seroka Meclisa Jinan a Rêveberiya Xweseriya a Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Rûken Melê diyar kir ku bi peymana civakî ya nû re jin di her qadê de bi kotaya ji sedî 50 di nava pergalê de cih digirin û got: "Jin tenê ne di warê temsliyetê de, di merhaleyên biryarê de jî xwedî gotin in."