Endamên Xeta Jinê ji bo Rojvelat pankart daliqandin
Endamên Xeta Jinê ji bo balê bikişînin ser Rojvelat Kizmaz ku li Êlihê bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da, pankarta “Em ê hesabê Rojvelat bipirsin” daliqandin.
Li Dîlokê tundiya mêr: Gulhan Korkmaz û kurê wê hatin qetilkirin
Welatiya bi navê Gulhan Korkmaz û kurê wê Kasim Akkurt li navçeya Şahînbeyê ji hêla Cemal Y. ve hatin qetilkirin.
Ji Tokatê tev li Nobeta Edaletê bû: Şerê birakujiyê dikare bi azadiya Ocalan bi dawî bibe
Yek ji malbata girtiyan Salîç Înan a ku ji Tokatê tev li Nobeta Edaletê ya li Stenbolê bû, diyar kir ku azadiya Abdullah Ocalan tê wateya bidawîbûna şerê birakujiyê yê didome û got: “Ji ber vê yekê divê dayikên tirk jî destê xwe deynin bi kevir.”
Ji komploya 15'ê Sibatê heya niha reş girê dide
Esme Samî ku ji roja Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi komployeke navdewletî radestî Tirkiyeyê hatiye kirin heya niha reş girê dide, got: "Heta ew azad nebe em ê bitêkoşin û paş de gav neavêjin."
Çawişekî pispor li Xarpêtê jinek qetil kir
Çawişê pispor M.C. li Xarpêtê jina bi navê Burcu Demîr bi çekê qetil kir.
Ji girtîgehê bidestûr derket û jinek qetil kir
T.Y. yê ji girtîgehê bi destûr derket, Ozlem Şimarik a dest ji hev berdabûn qetil kir. T.Y. piştî cînayetê reviya.
Jinên efxan NY hişyar kirin: Talîbanê rewa nekin
Jinên efxan bertek nîşanî tevlibûna Talîban a civîna dema pêş ji aliyê NY’yê ve were kirin dan. Jinan destnîşan kirin ku ev rewş Talîban rewa dike û NY hişyar kirin.
Dayikên ku Meşvanên Azadiyê pêşwazî kirin: Yekane çare berxwedan e
Jinên Botanê yên ku Meşvanên Azadiyê bi coşeke mezin pêşwazî kirin gotin: "Li dijî tecrîdê yekane çare berxwedan e. Encama berxwedana me dê bi heybet be."
Di doza TJA’yê ya Enqereyê de kes nehat berdan
Danişîna doza aktîvîstên TJA’yê hate taloqkirin. Di dosyayê de tenê Zeynep Boga girtî tê darizandin û bi hinceta “gumana revê heye” nehat darizandin.
Ji bo pêşwazîkirina Meşvanên Azadiyê hezar û 582 km’an rê hat
Sakîne Demîr hezar û 582 kîlometreyan ji dûr hat û Meşvanên Azadiyê li cihê ku keça wê lê hatiye qetilkirin pêşwazî kir. Demîr, wiha got: "Wijdana min qebûl nekir. Min deriyê xwe qilf kir, hatim vê derê û tev li vê meşê bûm. Ev meş ji bo min pir bi wate ye. Heke tecrîd rabe dê aştî jê çêbibe."
Jin Bi Hev re Bi Hêz in mexdûrên erdhejê bibîr anîn: Em efû nakin
Jin bi Hev re bi Hêz in, di salvegera erdheja 6’ê Sibatê de kom bûn û gotin: “Em ne tenê dixwazin bijîn, em jiyanek mirovî dixwazin Em ji bîr nakin, em efû nakin."
Platforma Jinan a Enqereyê mexdûrên erdhejê bibîr anî
Jinên di salvegera erdheja 6'ê Sibatê ya Mereşê de li ber Abîdeya Mirovahiyê hatin cem hev û bi mûm û pankartên di destên xwe de meşeke bêdeng li dar xistin û gotin, "Em ê ji bîr nekin, efû nekin, em ê li ber xwe bidin."
Dayikên Aştiyê: Em dixwazin ji Abdullah Ocalan agahiyekê bigirin
Dayikên Aştiyê yên li Êlihê di Nobeta Edaletê de cih digirin, diyar kirin ku dixwazin ji Abdullah Ocalan ê di bin tecrîda mutleq de agahiyekê wergirin.
Mijara Kovara Jînê ya vê hefteyê erdhej bû
Kovara Jînê vê hefteyê bi manşeta “Jin, zarok, astengdar.. hêj di bin kavilên ranta we de ne” derket.