Kovara Jînê bi manşeta ‘Newroz; Berxwedan, Têkoşîn û Vejîn’ê derket
Hejmara 55’an a Kovara Jînê bi Manşeta “Newroz; Berxwedan, Têkoşîn û Vejînê” derket.
Beyannameya Jinan hat eşkerekirin: Em ê kooperatîfên jina azad ava bikin
Di Beyannameya Jinan a Rêveberiyên Herêmî ya Amedê ya DEM Partiyê de hat daxuyandin ku dê bajêr bi projeyên wekî bi kooperatîfên jina azad ber bi navendên jiyana azad ve bi rê ve bibin.
Jina ku hevjînê wê duh lêxisti bû mirî hate dîtin
Ceylan O. ya ji gundê Mexakom a girêdayî navenda bajêr ku ji aliyê hevjînê xwe Nejdet O. ve hatibû derbkirin, mirî hate dîtin.
Femînîst: Gultan Kişanak namzeta me jî ye
Femînîstan, ji bo namzeta Hevşaredariyê ya Bajarê Mezin a Enqereyê ya DEM Partiyê Gultan Kişanakê daxuyaniyeke piştgiriyê dan û gotin: “Gultan Kişanak namzeta me jî ye.”
Li Erziromê dayikek û keça wê hatin qetilkirin
Kesê bi navê Zulkuf Boçkun hevjîna xwe Kadriye Boçkun û keça xwe Asude Helen Boçkun qetil kir.
TJA kampanyaya xwe vediguhêze Newrozê
Aktîvîsta TJA’yê Xecê Şen got ku kampanyaya “Bi jin, jiyan, azadiyê ber bi azadiyê ve” hêz daye jinan û wiha got: “Em bi vê dirûşmê ber bi 8’ê Adarê ve meşiyan. Em ê niha jî kampanyayê veguhêzin Newrozê.”
Li Semsûrê jinek hate qetilkirin
Naîle Y. ji aliyê hevjînê xwe Abûzer Y. ve bi amûra bibirê hate qetilkirin. Faîlê ku hate binçavkirin got ku “Poşman nînim.”
Li Hezexê mirina biguman a jinekê
Melek Saltan a li gundê Xirabê Tûwa ya girêdayî Hezexê dijiya, bi awayekî biguman mirî hate dîtin.
Li Wanê êrişî jinekê hate kirin
Li Wanê jina bi navê Z.Ş. li pêş çavê zarokê xwe bi amûreke bibir rastî êrişî hat.
Meclisa Jinan a KESK’a Rihayê şahî li dar xist
Meclisa Jinan a KESK’a Rihayê bi boneya 8’ê Adarê bi jinên kedkar re hate gel hev û şahî li dar xist.
Mîtîngên 8'ê Adarê: Dê têkoşîna ji bo cîhaneke bê şer û kedxwariyê bidome
Jinên ku li Edene û Antalyayê daketin qadan, peyam dan ku ew ê têkoşîna xwe ya ji bo cîhaneke bê îstîsmar, tundî û şer bidomînin.
Li Rihayê daxuyaniya 8’ê Adarê: Em ê vê tarîtiyê bi hev re derbas bikin
Platforma Jinan a Rihayê destnîşan kir ku Tirkiye di mijara cinayetên jinan de di cîhanê de yek ji welatên herî xirab e û wiha got: “Ji Rojavayê heya Filistînê, ji Efxanîstanê heya Îranê, em ê deng, gotin û çalakiya jinan mezin bikin û vê tarîtiyê bi hev re li pey xwe bihêlin.”
Li Dêrsimê mitînga 8’ê Adarê: Em di têkoşînê de bi biryar in
Jinên dersîmî, bi mitînga bi awayekî bicoş hate lidarxistin de 8’ê Adarê pîroz kir. Parlamentera DEM Partiyê Ayten Kordû, anî ziman ku teslîmî polîtîkayên desthilatê yên çavtirsandinê nabin û got: “Em ê li Meclisê, li kolanê, li malê, li kargehê, li zeviyê bi nêrîna xwe ya jinê re têkoşîna xwe bilind bikin.”
Jina ku hevjînê wê tundî lê dikir, bav û kekê wê hatin qetilkirin
Li Mûşê zilamê bi navê C.O. û hevalê wî, jina ku ji ber tundî lê dihate kirin çûbû mala bavê xwe, bavê wê M.Î. û kekê wê N.Î. qetil kirin.
Bi hezaran jin li Stenbolê di ‘Meşa Şevê ya Femînîst’ de ne
Bi hezeran jin li Taksîmê bi dirûşmeya ‘Rizgariya me di têkoşîna femînîst de ye’ ‘Meşa Şevê ya Femînîst’ pêk tînin.