Ji Halîse Aksoy a girtî peyam: Netirsin
Girtî Halîse Aksoy a ji mitînga 8’ê Adarê ya li Qada Îstasyonê bi awayekî bicoş tê lidarxistin re peyam şand, wiha got: “Sûcê min xwedî derketina lawê min û aştiyê ye. Zilmê qebûl nekin û netirsin.”
Li Amedê jin li Qada Stasyonê hatin gel hev: Şoreşa me şoreşa jinê ye
Jinên ku Qada Stasyonê ya Amedê tije kirin, bi dirûşma “Jin, jiyan, azadî” biryardariya xwe ya têkoşînê nîşan dan û daxwazên xwe diqîrin.
Li Wanê mitînga 8’ê Adarê: Em di jiyana azad de biisrar in
Li Wanê bi boneya 8’ê Adarê mitîngeke bicoş hat lidarxistin. Jinan di mitîngê de peyama “Em di jiyana azad de biisrar in” dan.
MKG’ê ji bo 8’ê Adarê daxuyanî da: Em xwedî li pêşeroja xwe derdikevin
MKG’ê diyar kir ku îsal 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê bi berxwedanê pêşwazî dikin û got: “Em di 8’ê Adarê de li qadan in. Em xwedî li hêvî û pêşeroja xwe derdikevin.”
Jin daketin qadên 8’ê Adarê
Bi boneya 8’ê Adarê Roja jinan a Cîhanê li gelek bajaran mitîng û şahî tên lidarxistin.
Berxwedana li Rojhilat: Nêrîna li hemberî jinê û kurdan guherî
Rojnamegerên li Îranê diyar kirin ku dirûşma “jin, jiyan, azadî” di mêran de guherîn çêkiriye û wiha gotin: "Li gorî mêran ev dirûşm dirûşmeke li dijî zilmê ye. Piştî berxwedanê li Îranê nêrîna mêran a li hemberî jinan guherîn."
'Têkoşîna jinê ji bo pergala netew-dewletê ya mêrserwer xetere ye'
Berdevka Koordînasyona Kongra Starê Remziye Mihemedê diyar kir ku hedefa êrişên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê têkoşîna jinê ye û got: "Jiyana bi pêşengiya jinan, perspektîfa neteweya demokratîk geş dike û ev ji aliyê pergala mêrserwer a netew-dewletê ve wekî xetere tê dîtin."
Jin ji 8’ê Adarê re amade ne
Jinên ku amadekariyên xwe yên dawî ji bo mitîng û pîrozbahiyên 8’ê Adarê yên sibe bên lidarxistin dikin, banga kombûna li qadan kirin.
Navenda Mafên Jinan a Baroya Wanê hate vekirin
Baroya Wanê, Navenda Mafên Jinan vekir. Prz. Mariye Borazan a di vekirinê de axivî, wiha got: “Em arman dikin ku li dijî her cure tundiyê rêyên hiqûqî bikarbînin û pêşiyê li pêkanîna polîtîkayên necezakirinê bigirin.”
Jinan ji bo piştevaniya bi Kişanakê re koma kampanyayê ava kirin
Jinan bi mebesta piştevaniyê bi namzeta hevşaredariyê ya DEM Partiyê ya Bajarê Mezin a Enqereyê Gultan Kişanak re, koma kampanyayê da destpêkirin.
Rapora MKG'ê: 9 rojnamegerên jin girtî ne
Li gorî rapora MKG’ê ya sibatê 9 rojnameger jin girtî ne û darizandina 20’an jî berdewam kir.
Ji jinên girtî peyama 8’ê Adarê: Em ê her dem bibêjin ‘azadî’
Jinên ku 8’ê Adarê li girtîgehan pêşwazî dikin têkildarî 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê peyamek parve kirin û wiha gotin: “Em ê her dim bibêjin hêj bêhtir azadî hêj bêhtir berxwedan.”
Banga 8’ê Adarê: Em bibiryarbûna têkoşîna xwe nîşan bidin
Jinan li Amed û Êlihê ji bo 8’ê Adarê de banga xurtkirina têkoşînê kirin.
Ji bo mitînga 8'ê Adarê ya li Cizîrê bang kirin: Berê xwe bidin qada 8'ê Adarê
Jinên Botanê diyar kirin ku ew ê li dijî her cureyên êriş û polîtikayên li dijî jinan di 8'ê Adarê de dakevin qadan û ev bang kirin: "Bi tililiyên xwe û kilamên xwe di qadê de cihê xwe bigirin. Bila 8'ê Adarê jinek jî li malê nemîne."
Dengbêj Mukaddes ji bo 8’ê Adarê kilamek amade kir
Dengbêj Mukaddes a ji bo 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê kilam amade kiriye wiha got: “Di 8’ê Adarê de divê her jineke kurd li kolanan be. Divê qad bi tililî û çepikan werin tijekirin.”