Meclisa Jinan a DEM Partiyê têkildarî tacîza çawişê pispor daxuyanî da
Meclisa Jinan a DEM Partiyê diyar kir ku berpirsyarê tacîza çawişê pispor a li Şirnexê û bûyerên piştre îktîdar e û wiha got: “Em ê bi mezinkirina piştevanî û rêxistiniya jinan bersivê bidin polîtîkayên şerê taybet.”
Jina rastî destdirêjiyê hat: Piştevaniyê hêz da min, heya hesab neyê pirsîn ez ê bitêkoşim
Jina ku yek jê cerdevan rastî destdirêjiya sîstematîk û bişantaj a 4 kesan hat, got: "Kiryaran beraat kirin, lê di vê pêvajoyê de pişetvaniya jinan hêz da min. Heta hesab neyê bipirsîn ez ê bitêkoşim."
Li Ebexê jinekê bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da
Jina bi navê M.B. li navçeya Ebexê bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da.
Tecawiz, şantaj û fihûş: Cerdevanê faîl û hevalên wî beraet kirin
Tevî cerdevanekî 4 kesan bi awayekî sîstematik destdirêjî li jinekê kirin û fihûş lê ferz kirin. Bi giliya jina rastî tecawizê hatiye, lêpirsîn hate destpêkirin. Dozger ji ber giliyê hatiye kirin sal û nîv piştî bûyerê der barê cerdevan û hevalên wî de bi hinceta “ne li gorî jiyana asayî ye" biryara beraetê da.
Li Bursayê jinekê bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da
Jina bi navê Gaye Kayan ku li Dibistana Amadehî ya Celal Bayar a Gemlîkê mamostiya zimanê ingilizî dikir, bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da.
‘Tofana serhildanê’ ya Abdullah Ocalan: Uveyş Ocalan
Bi ser wefata dayika Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, Uveyş Ocalan re 31 sal derbas bûn ku Abdullah Ocalan bi gotina “Tofana serhildanê bû” vedibêje.
MKG: Bi hêviya ku Cejna Remezanê bibe wesîleya azadiya çapemenî û rojnamegeran
MKG’ê bi daxuyaniyekê Cejna Remezanê pîroz kir û got: “Hêvî dikin ku Cejna Remezanê ji bo hemû mirovahiyê aştî, aramî û bextewariyê bîne û bibe wesîleya azadiya çapemeniyê û rojnamegeran.”
Rêxistinên jinan: Encamên hilbijartinê destkeftiyên jinan e
Ji Piştevaniya Jinan a Kirkyamayê Elîf Baysal encamên hilbijartinê nirxand û wiha got: “Ev destkeftî bi saya berxwedana domdar a tevgera jinên kurd derketin holê.” Ji Komeleya Dema Jinan Newroz Unverdî jî got ku ya girîng birêxistinkirina pêvajoya piştî bidestxistina şaredariyan e.
Li Samsun û Stenbolê du jin rastî êrişê hatin
Kesê bi navê Îsmaîl Yilmaz hevjîna xwe ya di qonaxa hevberdanê de qetil kir û li Stenbolê jî Mûrat B., hevjîna xwe ya di qonaxa hevberdanê de bi giranî birîndar kir.
Jinên girtî ji bo Abdullah Ocalan ji Wezareta Dadê re name şandin
60 girtiyên li Girtîgeha Jinan a Sîncanê tên ragirtin di nameya ku ji Wezareta Dadê re şandin de wiha gotin: “Ji bo welatê me meseleyeke lezgîn e ku tecrîda li ser Abdullah Ocalan were bidawîkirin û şertên wî yên ku rola xwe ya aştiyê bilîze pêk werin.”
TJA: Sekna me êrişên li dijî pergala hevserokatiyê pûç kir
TJA’yê bi daxuyaniyekê ragihand ku li dijî hikûmata AKP-MHP’ê dê pergala hevserokatiyê biparêzin û sekna wan êrişên li dijî pergala hevserokatiyê pûç kiriye.
Kovara Jînê di hejmara nû de bal kişand ser cînayetên jinan: Êdî bes e
Hejmara 58’an a Kovara Jînê bi manşeta “Di 3 mehên ewil ên 2024’an de 97 ji hatin qetilkirin: Êdî bes e!” derket.
Li Rihayê jinekê bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da
Jina bi navê Helîn Altundag li navçeya Wêranşarê bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da.
Li Edeneyê êriş li jinekê hate kirin
Xwendekara zanîngehê Serbu Ece dema li wesayîta xwe siwar dibû rastî êrişa çekdarî ya kesekî hat.
TJA: 4’ê Nîsanê pîroz be
TJA’yê rojbûna Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan pîroz kir û wiha got: “Weke TJA, em 4’ê Nîsanê weke vejîna bi nasnameya azad pênase dikin û dibêjin bila li tevahiya jinan û mirovahiyê pîroz be.”