Çeteleya tundiyê ya JINNEWS’ê: 25 jin hatin qetilkirin
Li gorî çeteleya tundiyê ya JINNEWS’ê, di meha Cotmehê de 25 jin û zarokek hatin qetilkirin,; 8 jin û 3 zarokan jî bi awayekî guman jiyana xwe ji dest dan.
Cezayê muebbeda girankirî dan faîlê Hatîce Agcakaleyê
Li Alî Osman Bûzlak ê ku Hatîce Agcakale Bûzlakê qetil kir, cezayê muebeda giran hat birin.
Hevpeyvîna têkildarî Gulistan Doku û Rojîn Kabaîşê weke sûc hat dîtin!
Danişîna doza Şehrîban Şeker ku ji ber hevpeyvîna têkildarî Gulistan Doku û Rojîn Kabaîşê tê darizandin, hat lidarxistin.
MKG: Zextên li ser çapemeniyê giran dibin
MKG’ê, rapora xwe ya têkildarî binpêkirina mafan a Cotmehê aşkera kir û got ku zextên li ser rojnamegeran giran dibin.
Ji TJA’yê deklarasyona 25’ê Mijdarê: Jiyana bêtundî em bi civaka demokratîk ava dikin
TJA’yê deklarasyona 25’ê Mijdarê ava kir. Di deklarasyonê de hate gotin ku dê bi hêrsa jinên hatune qetilkirin li qadan bin û wiha hate gotin: “Bi mîrateya ji Mîrabalan heta rojea me, em ê jiyaneke bêtundî û azad bi civaka demokratîk ava bikin.”
Panela ‘Tundiya li dijî jinê’: Çareserî piştevaniya civakî ye
Parêzer Selîn Balkiş Yagdiran, diyar kir ku qetlîamên jinan ne ji ber hêrsa şexsî û tundiya malbatî ye, encama herî giran a newekheviya zayendî ya civakî ye û got: “Pirsgirêk a civakê ye. Çareseriya wê tenê bi piştevaniya civakî pêkan e.”
Hejmara 140’an a kovara Jinê derket
Hejmara 140’an a kovara Jinê bi manşeta “Ezmûna demokrasiyê ya meclisê: Beşdariya jinan, pêşeroja civakê” derket.
Ferîde Eralp: Aştî meseleya jina ye, em mecbûr in nîqaş bikin
Endama Înîsiyatîfa Jinan a Pêdiviya Min Bi Aştiyê Heye Ferîde Eralp, diyar kir ku ji bo civakîbûna aştiyê divê were nîqaşkirin û got: “Hewceye rê were dayin ku rêxistinên jinan û rojnameger bikarin bi Abdullah Ocalan re hevdîtinan bikin.”
Hejmara Mijdarê ya Rojnameya Newaya Jinê derket
Rojnameya Newaya Jin, bi hejmara xwe ya Mijdarê derket pêşberî xwînerên xwe. Rojname, bi manşeta “Ji demeke ku pel jî nahejîne heta ‘Jin Jiyan Azadî’ye” derket.
Bernameya 25’ê Mijdarê ya DEM Partiyê: ‘Em li dijî tundiyê ji bo wekhevî û azadiyê bi hev re radiwestin'
Berdevka Meclîsa Jinan a DEM Partiyê Halîde Turkoglu bernameya çalakiya 25’ê Mijdarê ya partiya xwe ya bi şîara " Em li dijî tundiyê ji bo wekhevî û azadiyê bi hev re radiwestin" dê bê lidarxistin, aşkera kir.
Li Amedê dê civîna ‘ber bi bajarên jinan ve’ bê lidarxistin
Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê dê civîna bi dirûşma “ber bi bajarên jinan ve” li dar bixe.
'Tundiya li dijî jinê ji Stenbolê heya Wanê diguhere'
Parêzer Jiyan Ozkaplanê diyar kir ku tundiya mêran pirsgirêkeke pirqatî ye û got: "Tundiya ku behsa wê tê kirin dikare ji Stenbolê heta Wanê cuda bibe. Li vir, sûcdar bi cilên fermî hene. Mantiqa 'Ew Kurd in, dewlet dê min biparêze' dikeve dewrê."
Fîlozofa feminîst Eva Kittay piştgirî da banga Abdullah Ocalan
Fîlozofa feminîst Eva Kittay, têkildarî Banga Aştî û Civaka Demokratîk a Abdullah Ocalan peyamek şand û got: “Li dinyaya me ku ji demokrasiyê dûr dikeve û şer û pevçûn zêde dibin de bi rastî jî pêwîstiye me bi hewldanên wiha heye.”
Sekretera Jinan a Egîtîm Senê: Necezakirin sûcên li dijî zarokan zêde dike
Sekretera Jinan a Egîtîm Senê Sîmge Yardim, diyar kir ku dibistan êdî ji bo zarokan ne qadên biewle ne û got: “Necezakirin, dibe sedem ku sûcên li dijî zarokan zêde bibin.”
Li Wanê di 21 mehan de 2 hezar û 299 jin û zarok hedef hatine girtin!
Li gor daneyên Baroya Wanê, ji Çileya 2024'an heya Îlona 2025'an 2 hezar û 299 neha jin û zarok bi 27 sûcên cuda hedef hatine girtine.