Ji bo girtiyên jin li gelek bajaran daxuyanî hat dayin: Em piştevaniyê mezin bikin
MED TUHAD-FED û TUAY-DER’ê di çarçoveya 25’ê Mijdarê de li gelek bajaran daxuyanî da û xwestin ku her kes bibe dengê girtiyên jin.
‘Têkoşîna li dijî tundiyê veguherîna mêran jî pêwîst dike’
Parêzer Îrem Îlhanê diyar kir ku sedema zêdebûna tundiya mêr û qetliaman ew e ku mekanîzmayên pêşîlêgirtinê nayên bicihanîn û polîtîkaya bêcezabûnê heye û got: “Ji bo parastina jinan, ne qanûn, divê hişmendî û polîtîka bê guhertin.”
Foza Yûsif: Divê li cîhanê li gorî perspektîfa jinê bê rêxistinkirin
Endama Desteya Serokatiya PYD'ê Foza Yûsifê diyar kir ku wan li Rojhilata Navîn şoreş di nava şoreşê de pêk anîne û got: “Divê em wek jinên cîhanê, rêxistinbûneke berfireh ava bikin. Divê li cîhanê xebateke ku bi perspektîfa jinan birêve diçe, hebe. Divê jin bi hevre di nava piştgiriyê de bin û hevdu biparêzin.”
Jinan li dijî fihûş û tiryakê banga têkoşînê kir
Li Mêrsînê bi boneya 25’ê Mijdarê û bi pêşengtiya TJA’yê li dijî fihûş û tiryakê meş hat lidarxistin. Jinan, banga têkoşînê kir.
TJA’yê li Dîlokê atolyeya ‘têkoşîna li dijî tundiyê’ li dar xist
TJA’yê, bi boneya 25’ê Mijdarê li Dîlokê têkoşîna li dijî tundiyê li dar xist.
Li Wanê Daristana Rojîn Kabaîşê hate çêkirin
Şaredariya Westanê û komeleya Ekolojiyê ya Wanê, ji bo bîranîna Rojîn Kabaîşê li quntarê Çiyayê Artosê “Daristana Rojîn Kabaîşê” çê kir.
Ji faîlên Şûle Çetê Berk Akand hate berdan
Derket holê ku ji kujerên Şûle Çetê, Berk Akand hatiye berdan.
Platforma Jinan a 25’ê Mijdarê: Ji bo serhildanê em her kesî vedixwînin Taksîmê
Endama Platforma Jinan a 25’ê Mijdarê, li dijî tundiya mêr-dewletê banga têkoşîna hevpar kir û got: “Di 25’ê Mijdarê de em ê li Tunela Taksîmê bin.”
Qeyda ‘sûc’ a AKP’ê ya 23 salan: Herî kêm 8 hezar û 33 jin hatin qetilkirin
Di serdema 23 salên îktîdara AKP'ê de herî kêm 8 hezar û 381 jin hatin qetilkirin û hezar û 381 jinan jî bi awayekî guman jiyana xwe ji dest dan. Ji Platforma Jinan a Wanê Ayşe Mînazê got: "AKP'ê mohra xwe li qirkirina jinan xist."
Hejmara nû ya kovara Jinê derket
Kovara Jinê vê hefteyê bi manşeta “Dewlet, bîr û înkar: Jinûvexwendina Dêrsimê” derket.
Jinên KESK’î bernameya 25’ê Mijdarê aşkera kirin: Em ji bo aştiyê bi israr in
Sekretera Jinan a KESK’ê Done Gevherê bernameya çalakiyên 25’ê Mijdarê ya KESK’ê aşkera kir û got: “Weke jin em ji bo pêkvejiyaneke demokratîk û aştiyane ya welat bi israr in.”
Dayikên Aştiyê: Aştî bi yekaliyî çênabe
Dayikên Aştiyê, piştgirî dan Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk ku li ser banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dest pê kir û gotin: "Aştî yekalî nabe. Ji bo ku aştî pêk were, divê Rêberê me azad be."
'Em ê jiyana xwe emanetî têkoşîna xwe ya rêxistinkirî bikin'
Platforma Jinan a Îzmîrê der barê şewata di fabrîqeya li Dîlovasi derket de daxuyaniyek da û da zanîn ku komkujî encama bêewlebûnê ye ku tê rewakirin.
Aktîvîstên TJA’yî: Jin dê di pêvajoyê de xwedî roleke pêşeng bin
TJA’yiyan gotin, Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk ji bo Kurdan û gelên din hêvîbexş e û jinan di vê pêvajoyê de roleke pêşeng lîstiye û ev rol dê bi hêzeke mezin berdewam bike.
Li Şirnexê starta 25'ê Mijdarê hat dayîn
Jinên Şirnexî starta 25'ê Mijdarê bi meş û daxuyaniyê dan.