Li Zanîngeha Egeyê ji bo Rojîn Kabaîşê meş hat lidarxistin: Em ê bêdeng nebin
Xwendekarên Zanîngeha Egeyê ji bo ronîkirina mirina Rojîn Kabaîşê meşiyan. Xwendekaran, di daxuyaniya xwe de got: "Xwestina edaletê ya ji bo Rojînê ne ji bo kesekê ye, ji bo parastina mafê jiyanê yê hemû jinan e.”
Bijîşkê tev li otopsiya Rojîn Kabaîşê bû: Kêmasiyên di vêkolînê de pêvajo zehmet xist
Endamê Odeya Bijîşkan a Wan-Colemêrgê Huseyîn Yavîç ku di otopsiya Rojîn Kabaîşê de cih girtibû, got: “Ji destpêka bûyerê ve kêmasiyên di pêvajoya vekolînê de mixabin pêvajo zehmet xist.”
Ji jinan ji bo ATK'ê: Hûn çi vedişêrin?
Jinên TJA'yî diyar kirin ku ji bo ronîkirina mirina Rojîn Kabaîşê ku bi awayekî biguman jiyana xwe ji dest da, divê pirsên wekî "ATK hewl dide çi biparêze? Rektor çi vedişêre?" demildest bên bersivandin.
Li Siopiyayê li dijî jinekê êriş hate kirin
Li navçeya Silopiyayê li dijî hemwelatiya Herêma Federe ya Kurdistanê Jamelah Mohsîn Barhoo (26) bi kêran êriş hate kirin. Di êrişê de welatiya jin birîndar bû.
Ji bo Rojîn Kabaîşê meşiyan: Bila kiryar bên dîtin
Piştî meşa ku ji bo Rojîn Kabaîşê hat lidaxistin, xwişka wê Elîf Kabaîş axivî û bang kir ku divê kiryar bên dîtin.
Xwendekar li Dêrsim û li Wanê ji bo Rojîn Kabaîşê meşiyan
Xwendekarên Zanîngeha Yuzuncu Yil û Zanîngeha Munzûrê ji bo mirina biguman a Rojîn Kabaîşê meş li dar xistin.
‘DNA'yên li ser laşê Rojînê yên kê bin aşkera bikin’
Xwişka Rojîn Kabaîşê Elîf Kabaîşê xwest ku nasnameya 2 mêrên ku DNA'yên wan li ser laşê xwişka wê derketiye bê aşkerakirin û got: “Ev her du kes kî ne? Çima DNA'yên wan nayên aşkerakirin?"
Li Kurdistanê kevneşopiya dermanê kurmancî: Jinên şîfakar
Dermanê kurmancî ku şûna tiba nûjen digire, li Kurdistanê ji aliyê jinên "şîfakar" didome. Ji kesên vî karî dikin Rabîa Algorê ji hêla jinan ve domandina şîfakariyê ravekir û got ku mêr zêde bala xwe nadin nebatan û axê, lê meraqa jinan heye.
Li Stenbolê qeydên atolyeya Jineolojiyê dest pê kir
Qeydên atolyeya Jineolojiyê ya ku dê li navçeya Avcilar a Stenbolê bê lidarxistin, dest pê kir.
Di musabeqeya tîmên jinan de ji bo Rojîn Kabaîşê doza edaletê hate kirin
Di musabeqeya Tîma Futbolê ya Jinan a Amedspor û Hakkarîgucuyê de, alîgiran ji bo Rojîn Kabaîşê doza edaletê kirin.
Meclisa Jinan a Ebexê damezirandina xwe ragihand
Şaredariya Ebexê, bi mebesta wekheviya zayendî û cihgirtina jinan di mekanîzmayên rêveberiyê de Meclisa Jinan ava kir.
Jinan ji Abdullah Ocalan re hezar û 800 name şandin
Koordînasyona Kongra Star a Cizîrê, di çarçoveya kampanyayê de ji Abdullah Ocalan re hezar û 800 name şandin.
Ji bo Rojîn Kabaîşê meş hat lidarxistin: Kî çima tên parastin?
Ji bo Rojîn Kabaîşê li Zanîngeha Dîcleyê meşeke girseyî hat lidarxistin. Xwendekaran got ku hewldan hene ku bi ser bûyerê bê girtin û pirsa “Kî, çima tên parastin?” kirin.
Xelkê Wanê: Rojîn ezmûna edaletê ya vî welatî ye
Welatiyên Wanê diyar kirin ku geşedanên di dosyaya Rojîn Kabaîşê de nîşaneya wê ye ku li welat edalet û hiqûq tune ye û xwestin faîl tavilê bên dîtin.
Mafê tedawiyê yê Zeyneb Celaliyan tê astengkirin
Rewşa tenduristiyê ya Zeynep Celaliyan nebaş e û mafê wê yê tedawiyê tê astengkirin.