Piştevaniya Morê wê li 3 herêman konferansan li dar bixe
Endama Piştevaniya Morê Dîdar Gul ragihand ku ew ê li 3 herêman bi dirûşma "Em ne bi tenê, em bi hev re bihêz in" konferansan li dar bixin û got: "Rêxistinbûyîn bi qasî nan û avê ji bo me girîng e."
TJA: Em ê hesaba qetilkirina Zelihayê bipirsin
TJA'yê têkildarî Zelîha Ozkaplan a li Cizîrê hatiye qetilkirin daxuyanî da û got: “Bi felsefeya ‘Jin Jiyan azadî’ em ê mafê xwe yê parastinê mezin bikin û hesabê ji kujerên Zelîha û jinên hatine qetilkirin bipirsîn.”
Şaredariya Amedê perwerdehiya 'Newekheviya Zayendî' dide
Ji aliyê Serokatiya Daîreya Xizmetên Jin û Malbatê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ve li ser newekheviya zayendî perwerdehiya hişyariyê tê dayîn.
Turkoglu: Xwestin gelê kurd û berxwedana Kobanê ceza bikin
Berdevka Meclisa Jinan a DEM Partiyê Halîde Turkoglu bal kişand ser Doza Kobanê û got: "Xwestin gelê kurdceza bikin, destkeftiyên gelê kurd û ên jinan û şoreşa Kobanê ceza bikin."
Rojnamevan Dal ji girtîgehê derket: Em ê her tim li ser tecrîdê binivîsin
Rojnamevan Esra Solîn Dal ku nêzî 25 rojan di bin tecrîdê de ma, diyar kir ku ew ê tim binivîsin ku li welêt tecrîd heye û got: "Çapemeniya Azad nayê bêdengkirin."
Lêgerîna tazî fez kirin, bi erdê re kaş kirin, xistin qawişa edliyan
Hat zanîn ku endama Koordînasyona Jinên Ciwan a DEM Partiyê Senem Erîş piştî hatiye girtin lêgerîna tazî lê hatiye ferzkirin, bi erdê re hatiye kaşkirin û wê birine qawîşa edliyan.
Biryara 'parastinê' naparêze: Çareserî têkoşîna li ser esasê xweparastinê ye
Di 8 rojên dawî de tevî hemû serlêdanên hiqûqî jî 4 jin hatin qetilkirin. Parêzer Halîse Dakali bilêv kir ku pergal li terefê mêran e û ji bo çareyê jî îşaret bi têkoşîneke li ser esasê xweparastinê kir.
Li Bursayê zilamekî hewl da jinekê bikuje
Kesê bi navê Sezgîn A. li Bursayê hewl da bi kêran jina bi navê S.C. qetil bike.
Li Helebê Weqfa Jina Azad a Sûriyeyê hate vekirin
Li Taxa Şêxmeqsûd a Helebê Weqfa Jina Azad a Sûriyeyê hate vekirin.
Tehliyeya rojnameger Ren dîsa hate taloqkirin
Dihat payîn ku nûçegihana JINNEWS’ê Derya Ren di serê meha gulanê de bê tehliyekirin lê bi hinceta “Amade nîne tev li jiyana civakê bibe” ji bo 3 mehan hate taloqkirin.
Hejmara 64’emîn a Kovara Jînê derket
Kovara Jînê di hejmara 64’emîn de bi manşeta “Îdeala azadiyê ya jinan a li dijî netewe dewletê...” derket.
Li Çorumê 2 jin hatin qetilkirin
Kesê bi navê Hasan Orhan li Çorumê Nazegul Orhan ku di qonaxa hevberdanê de bûn û xwişka wê Meryem Karakoç qetil kir.
Dayikên Aştiyê di 'azadiyê' de bi israr in
Dayikên Aştiyê yên Wanê, diyar kir ku heya agahiyê ji Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bigirin wê têkoşîna wan bidome û xwestin ku her kes xwedî li çalakiya wan derkeve.
Jina gef lê dihat xwendin tevî giliya kiribû jî nehat parastin
Bahar Kaban a li Kuçukçekmeceyê rastî gefên Gokhan Y. dihat, tevî ku gilî kiribû jî nehat parastin û ji hêla faîl ve hate qetilkirin.
Jinên girtî: Em ji bo şert û mercên azadiya Ocalan were pêkanîn, tev li danişînê nabin
Jinên di Doza Kobanê de tên darizandin daxuyandin ku ew “Ji bo şert û mercên tenduristî, ewlehî û azadiyê yên Abdullah Ocalan werin pêkanîn” tev li danişîna îro ya biryarê nebûne.