Jinên siyasetmedar ên Botanê: Ji xeynî berxwedanê tu çare nîne
Jinên siyasetmedar ên Botanê bertek nîşanî tayînkirina qeyûmê ser Şaredariya Colemêrgê dan û gotin: "Çawa ku gelê Wanê her saet, her deqîqe li ser piyan bû divê ku em vê ji xwe re bikin mînak û li berxwe bidin. Ji xeynî berxwedanê ti çare nîne."
Kovara Jinê bi serenavê ‘Mêrtî û manîpulasyonê’ derket
Kovara Jinê vê hefteyê bi manşeta “Mêrtî û manîpulasyonê” derket pêşberî xwînêrên xwe.
Der barê jinên ku di 8'ê Adarê de stran gotin de doz hat vekirin
Der barê hunermendên ku li Sêrtê di çarçoveya 8'ê Adarê de stran gotin û Dayika Aştiyê ya ku axivî de bi îdiaya "propagandaya rêxistinê" doz hat vekirin.
Li Rihayê 3 zilaman derstdirêjî li zarokekê kirin
Li navçeya Kaniya Xezalan 3 zilaman destdirêjî li zarokekê 17 salî kirin.
Dozger xwest polîsê îşkence li Rojbîn Çetîn kiribû bê beraetkirin
Dozger ji bo polîs Serdar Gok ê ku bi kuçikê îşkence li Rojbîn Sevîl Çetîn kiribû, beraetê xwest.
Jinên li Ewropayê ji CPT’yê re zêdetirî 7 hezar name şandin
Berdevka TJK-E’yê Ayten Kaplan diyar kir ku di çarçoveya çalakiyên “Hezar jin, yek deng” de zêdetirî 7 hezar name ji CPT’yê re şandine û wiha got: “Em ê plansaziya çalakiyên xwe yên tebax û îlonê di rojên pêş de eşkere bikin.”
Komxebatên TJA’yê: Pêdivî bi hêza çareseriyê ya Abdullah Ocalan heye
Aktîvîsta TJA’yê Besra Îşsever a di komxebata xwendinê ya TJA’yê de cih digire destnîşan kir ku li dijî krîzên piralî yên tên jiyîn, pêdivî bi paradîgma û hêza çareseriyê ya Abdullah Ocalan heye û nivîskar Firat Can jî wiha got: “Divê fikrên Ocalan bi kolan û civakê re werin cem hev.”
Li Qoserê jinek ku hewl dabû xwe bikuje mir
Li navçeya Qoserê B.A. a 21 salî ku hewl dabû xwe bikuje, bi awayek birîndar li nexweşxaneyê dihat dermankirin, jiyana xwe ji dest da.
Çalakiyên xwendinê yên bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan didomin
Di çalakiya xwendinê ya bi pêşengtiya TJA’yê hat lidarxistin de nivîsên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ên di demên berê de nivîsandî hatin xwendin.
Jinek û sê zarok hatin qetilkirin
Li navçeya Beyoglûyê jineke nasnameya wê nehat zanîn li naverasta kolanê ji hêla zilamekî ve hate qetilkirin. Li Bursayê jî zilamekî 3 zarokên xwe qetil kir.
Doza jinên 11 mehan girtî mabûn hate redkirin
Aktîvîstên TJA’yê Fîgen Ektî û Mekiye Ormancci di çarçoveya lêpirsîna navenda wê Enqereyê de hatibûn girtin û 11 mehan girtî mabûn. Di doza aktîvîstan de biryara redkirina dozê hate dayîn.
TJA komxebata ‘Xwendinên Heqîqetê’ li dar xist
TJA di çarçoveya kampanyaya “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareserî” de li Mêrdînê “Komxebata Xwendinên Heqîqetê” li dar xist.
Xwendekara zanîngehê bi awayek guman mir
Xwendekara zanîngehê Ceylan Demîr li Alanyayê bi awayek guman jiyana xwe ji dest da.
Ji ber tacîza zayendî cezayê hefsê dan şaredarê ji Partiya Îyiyê
Li şaredarê bajarokê Guluçê yê ji Partiya Îyiyê Gokhan Mûstafa Demîrtaş ji ber tacîza zayendî ya li dijî xebatkara şaredariyê cezayê hefsê hate birîn.
Ji şaredariya DEM Partiyê projeya ‘mala bêhnvedanê ya jinan’
Şaredariya Hewagê ya DEM Partiyê “Mala Bêhnvedanê ya Jinan” vekir.