Di rojekê de herî kêm 97 jin rastî tundiyê tên
Ji ber polîtîkayên îktîdarê her roj herî kêm 97 jin rastî tundiyê tên. Endama Tora Parastina Jinan Eftelya Koyuncu anî ziman ku divê rêxistinên jinan ên li dijî tundiyê bên xurtkirin.
Jinên xizan ên Taxa Kamberiyeyê
Jinên li Taxa Kamberiye ya Rihayê ku krîza aborî bandorê li wan dike, hewl didin bi bermayiyên di nava çopan de debara xwe bikin. Jinan ku gotin "tu tişt li ser sifreya me nema" behsa şert û mercên tê de ne kir.
Jinan ji CPT’yê re name şandin
Jinên kurd ên li Almanyayê li dijî tecrîda li Îmraliyê name ji CPT’yê re şand.
Îşkenceya li Şakranê hate şermezarkirin
Endamên TJA’yê yên pêkanîna îşkenceyê ya li Girtîgeha Şakranê li dijî Sedanûr Ûgûr û Sîbel Orkmez şermezar kirin û diyar kirin ku em ê bi jinên li ber xwe didin re piştevaniya xwe bidomînin.
Derket holê ku jina 7 sal in winda bû hatiye qetilkirin
Derket holê Guneş Yildiztan a 7 sal in winda bû ji aliyê hevjîn û malbata wî ve hatiye qetilkirin. Têkildarî mijarê 12 kes sewqî edliyeyê hatin kirin.
Ji bo Ûgûr û Orkmez ji ber deriyê girtîgehê bang kirin
Jinan ji bo piştgiriya Sedanûr Ûgûr û Sîbel Orkmez ên bi sorkirina gardiyanan li Girtîgeha Jinan a Şakranê rastî êrişa girtiyên edlî hatin ji ber deriyê girtîgehê bang kirin.
‘Jinên penaber rastî nijadperestî, zext û tacîzê tên’
Hevseroka GOÇÎZDER’ê Kamîle Kandal anî ziman ku jinên penaber ên rastî nijadperestî, tacîz û zextan tên, ji ber tirsa “derxistina derveyî sînor” nikarin serî li saziyên dewletê bidin.
Di dawetê de gule reşandin, pitikeke di zikê dayika xwe de kuştin
Di daweteke li navçeya Serêkaniyê de gule hatin berdan û welatiya bi navê Zemzem Ozdemîr a ducanî bi giranî birîndar bû. Pitika Ozdemîr, jiyana xwe ji dest da.
JINNEWS: Di nîsanê de 30 jin hatin qetilkirin
Li gorî çeteleya meha nîsanê ya JINNEWS’ê; di meha nîsanê de herî kêm 30 jin û 2 zarok hatin qetilkirin û 15 jinan û zarokekî jî bi awayekî guman jiyana xwe ji dest dan.
MKG: Di meha nîsanê de 10 rojnameger hatin binçavkirin
MKG’ê rapora xwe ya binpêkirinan a meha nîsanê eşkere kir. MKG’ê da zanîn ku di meha nîsanê de 10 rojnameger hatin binçavkirin û darizandina 24 rojnamegeran jî domiya.
Meclisa Jinan a DBP’ê: Em ê siyaseta jiyanê û aştiyê bidomînin
Meclisa Jinan a DBP’ê di danezana encama civîna xwe ya di 4’ê Gulanê de wiha got: “Ji bo tecrîd bi dawî bibe ku komkujiya hiqûqê ye, pirsgirêka kurd bi rêyên demokratîk were çareserkirin û azadiya fîzîkî ya birêz Ocalan ku muxatabê esasî yê çareseriyê ye, em ê siyaseta xwe ya jiyan û aştiyê bidomînin.”
Danişîna doza Weqfa Hîranûrê hat taloqkirin
Ji ber ku keça damezirînerê Weqfa Hîranûrê ûsûf Ziya Gumuşel a 6 salî di bin navê “zewacê” de hatibû tecawizkirin, doz hatibû vekirin. Doz, li îstînafê hatibû betalkirin û jinûve hate lidarxistin. Danişîna dozê hate taloqkirin.
Li Samsunê jinek hate qetilkirin
Kesê bi navê Adem Ç. li navçeya Îlkadimê hevjîna xwe Saadet Ç. qetil kir.
Hejmara 62’yan a Kovara Jînê derket
Hejmara nû ya Kovara Jînê bi manşeta “Dê hiqûqa nêrza têk biçe, jin bîatê nakin!” derket.
Di meha Nîsanê de 32 jin hatine qetilkirin
Li gorî rapora meha Nîsanê ya KCDP’ê 32 jin hatine qetilkirin û 13 jin jî bi awayekî guman jiyana xwe ji dest dane.