Hevşaredara Farqînê Bîçîcî: Me li cihên girîng jin anîn rêveberiyê
Hevşaredara Farqînê Sevîm Bîçîcî bi ser texrîbatên qeyûm ên şaredariyê sekinî û wiha got: “Me saziyekî wek feraset û fizîkî bûye zilam dewr girt. Me jinan anî li cihê herî girîng û dest bi kar kir.”
MKG: Em ê li dijî van biryarên bêhiqûqî bêndeng nemînin
MKG bertek nîşanî cezayên li kedkarên Çapemeniya Azad hatine birîn da û got: “Em diyar dikin ku em ê li dijî van biryarên bêhiqûqî bêdeng nemînin û tînin ziman dê di her şert û mercan de Çapemeniya Azad biparêzin.”
Li Stenbolê jinek hate qetilkirin
Jina bi navê Safiye Biçak li Stenbolê ji hêla Vedat Biçak ve hate qetilkirin.
Jinan bertek nîşanî gotinên zayendperest ên polîs dan: Em li vir in!
TJA'yê li navçeya Cizîrê têkildarî gotinên zayendperest ên midûrê polîsan ku li dijî Hevşaredara Cizîrê Guler Yerbasan gotibûn daxuyanî da. Di daxuyaniyê de Parlamentera Şirnexê Newroz Ûysal axivî û bang li midûrê polîsan kir û got: "Hedê xwe zanibe."
DBB’ê civîna ewil a ‘plana stratejîk’ bi jinan re li dar xist
Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ji bo avakirina plana stratejîk a 5 salan, bi dînamîkên bajar re hevdîtinan dike. Şaredariyê civîna ewil bi jinan re li dar xist.
Jina birîndar bûbû piştî 9 rojan mir
Yusra Bînnaz Çîmtay a ku bi êrişa Eyup Koca ve rû bi rû ma, piştî 9 rojan li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da.
Zeynep Kinaci hate bîranîn
Zeynep Kinaci di 28’emîn salvegera mirina xwe de li Wan, Êlih û Amedê hate bîranîn.
Aktîvîsta îranî Atîfe Rangrêz hate girtin
Nivîskar û parastvana mafên mirovan Atîfe Rangrêz hate girtin.
Li Eskîşehîrê jinek hate qetilkirin
Jina bi navê Hatîce Usalan li navçeya Tepebaşiyê ji hêla Necmettîn Tepecîk ve hate qetilkirin.
Çawişê pispor ê hevjîna xwe qetilkirî hate girtin
Çawişê pispor Gokhan Çelîk ê li navçeya Seyhanê hevjîna xwe qetil kirî û 3 kes jî birîndar kiribû, hate girtin.
Kovara Jinê bi manşeta ‘Siyaseta şer, milîtarîzm û jin’ derket
Hejmara 70’emîn a Kovara Jinê bi manşeta “Siyaseta şer, milîtarîzm û jin” deket.
Progressive Allianceyê ji bo piştevaniyê serdana DEM Partiyê kir
Koma Xebatê ya Wekheviya Zayendî ya Civakî ya Progressive Allianceyê ku ji 27 welatan jin di nav de ne, ji bo piştevaniyê serdana Rêxistina DEM Partiyê ya Stenbolê kir.
Li Mûglayê tundiya zilam: 3 kuşt, 2 kes jî birîndar kir
Li navçeya Fethiye ya Mûglayê kesê bi navê Ozcan A. 3 kesan kuşt û 2 kes jî birîndar kir.
Li Edeneyê tundiya çawişê pispor: Kesek mir, 3 kes birîndar bûn
Li navçeya Seyhanê Çawişê Pispor Gokhan Çelîk, Hatîce Çelîk a di asta dest ji hev berdanê de bû qetil kir, zavayê xwe Mûrat Akdoker jî bi girînî birîndar kir. 2 welatiyên ku wê kêliyê ji riyê derbas dibûn jî ji fîşekên riyê pêkiyane birîdar bûn. Faîlê polîs ji piya birîndar kiriye jî reviya.
Li ber wezaretê ‘cînayetên jinan’ protesto kirin
Di 5 rojên dawî de 16 jin hatin qetilkirin. Jinan bi danîna pêlavan a li ber Wezareta Xizmetên Civakî û Malbatê qetilkirina jinan şermezar kirin.