Cezayê muebbeta giran li kujerê Tuba Ozel hate birîn
Cezayê muebbeta giran li kujerê Tuba Ozel hate birîn

Li Mûrat Atilgan ê li Êlihê Tûba Ozel qetil kiribû cezayê muebbeta giran hate birîn.

Li Şirnexê jin li dijî şerê taybet hatin ba hev
Li Şirnexê jin li dijî şerê taybet hatin ba hev

TJA û Meclîsa Jinan a DBP'ê der barê şerê taybet û têkoşîna zayendî ya jinan li Şirnex û Silopiyayê bi jinan re civiya.

MKG’ê êrişa li Şengalê li dijî rojnamevanan pêk hat şermezar kir
MKG’ê êrişa li Şengalê li dijî rojnamevanan pêk hat şermezar kir

MKG’ê êrişa li Şengalê li dijî rojnamevanan pêk hat şermzar kir.

Rojnamevan Gonul Yilman Saygan hate binçavkirin
Rojnamevan Gonul Yilman Saygan hate binçavkirin

Rojnamevan Gonul Yilman Saygan li Balafirgeha Îzmîrê hate binçavkirin.

Di 6 mehan de 250 jin hatin qetilkirin: Divê desthilat bes êrişan rewa bike
Di 6 mehan de 250 jin hatin qetilkirin: Divê desthilat bes êrişan rewa bike

Di encama polîtîkayên desthilata AKP'ê de ku tundiya li ser jinê rewa dikin, di 6 mehan de 250 jin hatin qetilkirin. Seroka Komeleya Jinan a Rosayê Sûzan Îşbîlenê diyar kir ku têkoşîna azadiya jinê dikare bike ku desthilat paş ve gavê bavêje û got: "Divê desthilat dest ji rewakirina êrişan berde."

Ji bo azadiya Ocalan bi sedan name ji CPT’ê re hatin şandin
Ji bo azadiya Ocalan bi sedan name ji CPT’ê re hatin şandin

Li welatên Îskandînav jinan nerazîbûn nîşanî tecrîda dijwar a li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan da û bi sedan name ji CPT’ê re şandin.

Jinan got: Em serhildana xwe ya li dijî qeyûman mezin dikin
Jinan got: Em serhildana xwe ya li dijî qeyûman mezin dikin

Jinan bertek nîşanî tayînkirina qeyûm a li Şaredariya Colemêrgê dan û wiha gotin: “Qeyûm, êrişa li dijî pergala hevserokatiyê û îradeya jinan e. Ji Îzmîrê heta Colemêrgê em serhildana xwe ya li dijî qeyûm mezin dikin.”

Şandeya jinên femînîst serdana Şaredariya Wanê kirin
Şandeya jinên femînîst serdana Şaredariya Wanê kirin

Komek jinên femînîst ku çûn serdana Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê, diyar kirin ku ew li dijî qeyûman îradeya gel diparêzin û banga xwedî derketina li şaredariyan kirin.

JINNEWS’ê çeteleya tundiyê ya hezîranê parve kir: 37 jin hatin qetilkirin
JINNEWS’ê çeteleya tundiyê ya hezîranê parve kir: 37 jin hatin qetilkirin

Li gorî çeteleya tundiyê ya meha hezîranê ya JINNEWS’ê, 37 jin hatin qetilkirin û 7 jinan bi awayekî guman jiyana xwe ji dest dan.

Malbata jina bi awayekî guman mirî: Hevjînê wê tundî lê dikir, divê bê girtin
Malbata jina bi awayekî guman mirî: Hevjînê wê tundî lê dikir, divê bê girtin

Xizmên Naciye Oturmak a li Farqînê bi awayekî guman jiyana xwe ji dest dayî diyar kirin ku tundiyeke sîstematîk lê dihat kirin û xwestin ku Hekîm Oturmak ê piştî îfadeya li qereqolê hatiye berdan bê girtin.

Jinên femînîst li Geverê ne: Em ji qeyûman re dibêjin na
Jinên femînîst li Geverê ne: Em ji qeyûman re dibêjin na

Jinên femînîst ên ji bo piştevaniya bi jinên kurd re hatin Kurdistanê li ber Şaredariya Geverê tayînkirina qeyûm şermezar kirin û wiha gotin: “Qeyûm ji bo jinan bi sînor bikin çavkaniyên cemaweriyê xerc dikin. Em ji qeyûman re dibêjin na.”

Tûncel: Weke jin divê em li dijî qeyûman rêyên têkoşînê ava bikin
Tûncel: Weke jin divê em li dijî qeyûman rêyên têkoşînê ava bikin

Siyasetmedara kurd Sebahat Tûncel a di hevdîtina bi jinan re axivî, îşaret kir ku pêkanîna qeyûm bûye rejîmek û di serî de jî bandorê li jiyana jinan dike û got: “Qeyûm êrişeke li dijî pergala hevserokatiyê, xeta me ya azadîxwaziya jinê hatiye kirine. Weke jin divê em li dijî qeyûman rêyên têkoşînê ava bikin.”

Meşvanên jin: Qeyûm, hedefgirtina destkeftiyên jinan e
Meşvanên jin: Qeyûm, hedefgirtina destkeftiyên jinan e

Meşvanên jin ên ku tev li “Meşa Rêzgirtina ji Vînê re” bûn, diyar kirin ku tayînkirina qeyûman hedefgirtina destkeftiyên jinan e û dan zanîn ku ew dê heta dawiyê li dijî vê yekê têbikoşin.

Faîlê Hîlal Kar ev 13 roj in nehatiye girtin!
Faîlê Hîlal Kar ev 13 roj in nehatiye girtin!

Jina bi navê Hîlal Kar li Amedê ji hêla Mehmet Demîr ve hate qetilkirin. Bi ser cînayetê re 13 roj derbas bûn lê hêj jî faîl nehatiye girtin.

MKG’ê rapora meha hezîranê eşkere kir: 7 rojnameger girtî ne
MKG’ê rapora meha hezîranê eşkere kir: 7 rojnameger girtî ne

Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê rapora xwe ya meha hezîranê eşkere kir. Li gorî raporê; derheqê 22 rojnamegran de 17 doz didomin û li rojnamegerekê jî 6 sal û 3 meh cezayê hefsê hate birîn.

< 75 76 77 78 79 > Rupel 77 / 395