Nûnerên rêxistinên jinan: Li dijî êrişan dem dema yekbûna li kolanan e
Nûnerên rêxistinên jinan: Li dijî êrişan dem dema yekbûna li kolanan e

Berdevka Piştevaniya Morê Cemîle Baklaci, li dijî tundî û êrişa li ser jinan wiha got: “Divê em jinûve li hev bicivin û rêya bikaranîna kollanan dewlemend bikin.” Endama YDK’ê Şîfa Nûr Çetîn jî wiha got: “Em çareya hevdû ne.”

Li Başûr di 6 mehan de 30 jin hatin kuştin: Pêdivî bi qanûnên parastina jinan heye
Li Başûr di 6 mehan de 30 jin hatin kuştin: Pêdivî bi qanûnên parastina jinan heye

Li başûrê Kurdistanê di nava 6 mehan de 30 jin hatin qetilkirin û gelek ji van jî bi awayekî biguman jiyana xwe ji dest dan. Ji RJAK'ê Ronak Mecîd diyar kir ku hebûna jinan a li herêmê di xetereyê de ye û qanûnên hikûmetê jinan naparêz in.

Komxebeta Jinan û Aboriyê: Em ê bi têkoşîna rêxistinkirî bersivê bidin krîzê
Komxebeta Jinan û Aboriyê: Em ê bi têkoşîna rêxistinkirî bersivê bidin krîzê

Jinên beşdarî “Komxebata Jinan û Aboriyê” bûn diyar kirin ku ew dixwazin bi hêza xwe ya xweser bixebitin û ew ê wek jinan bersivek têkoşîna birêxistinkirî bidin vê krîzê.

AYM’ê xwest doza îstîsmarkirina zarokê dîsa bê lidarxistin
AYM’ê xwest doza îstîsmarkirina zarokê dîsa bê lidarxistin

AYM’ê di doza îstîsmara zayendî de biryara binpêkirinê da û xwest ku doz jinûve were lidarxistin û ji bo zarokê tazmînat were dayîn.

Li Semsûra mirina biguman a zarokekê
Li Semsûra mirina biguman a zarokekê

Li navçeya navendî ya Semsûrê zaroka bi navê Belkis Tosûn a 14 salî bi awayekî biguman jiyana xwe ji dest da.

Komxebata Jin û Aboriyê bi dawî bû
Komxebata Jin û Aboriyê bi dawî bû

“Komxebata Jin û Aboriyê” ku ji hêla Kooperatîfa Jinê ya Evînê ve dihat organîzekirin, di roja duyemîn de bi rûniştinên “Beşdarbûna jinan a di pêvajoyên biryardayînê de”, “Têkoşîna zayenda civakî” û “Newekheviyên zayenda civakî” bi dawî bû.

Ji jinên Gomî gaveke mînak
Ji jinên Gomî gaveke mînak

Jinên ku vegeriyayîn mezraya Gomê ya Farqînê ku di salên 90’î de hatibû şewitandin û ji xwe re atolyeya tekstîlê ava kirin, anîn ziman ku azadiya aboriyê girîng e.

Jin li ser polîtîkayên şerê taybet nîqaşan dikin
Jin li ser polîtîkayên şerê taybet nîqaşan dikin

TJA û Meclisa Jinan a DBP'ê li ser polîtîkayên şerê taybet bi jinan re dicivin û vê yekê nîqaş dikin. Endama Meclisa Jinan a DBP'ê Ayşe Çelîkbîlek got ku ew ê bi têkoşîna xwe li ber şerê taybet rabin.

Av. Ozkaplan: Ji ber ku Bişar Atli bi unîforma bû hat parastin
Av. Ozkaplan: Ji ber ku Bişar Atli bi unîforma bû hat parastin

Li cerdevanê ku li Elbakê ji ber destdirêjiyê dihat darizandin, 6 sal û 8 meh ceza hat birîn. Parêzer Jiyan Ozkaplan ku bertek nîşanî vê yekê da, got: "Lêpirsîneke bibandor nehat kirin. Ji ber ku faîl bi unîforma ye, hat parastin."

Piştî 8 salan li Şaredariya Cizîrê Midûriyeta Polîtîkayên Jinê hat vekirin
Piştî 8 salan li Şaredariya Cizîrê Midûriyeta Polîtîkayên Jinê hat vekirin

Li şaredariya Cizîrê Midûriyeta Polîtîkayên Jinê ya ku di dema qeyûm de hatibû girtin, piştî 8 salan hat vekirin. Hevşaredara Cizîrê Guler Yerbasan got: "Projeyên me yên li ser jinan berfireh in û demdirêj in. Midûriyeta me dê ne tenê bi Cizîrê re sînordar bimîne, dê li navçeyan û li gundan jî jinên ku rastî tundiyê tên tespît bike û xebatên xwe bide bide meşandin."

Li Cizîrê semînera 'i tundiya li ser jinê re bes e'
Li Cizîrê semînera 'i tundiya li ser jinê re bes e'

Şaredariya Cizîrê bi hevkariya Komîsyona Jinan a Baroya Şirnexê semînera bi navê "ji tundiya li ser jinê re bes e" pêk anî. Di semînerê de cureyên tundiya li ser jinan hat nîqaşkirin.

Li Midyadê jinek hate qetilkirin
Li Midyadê jinek hate qetilkirin

Jina ku li navçeya Midyadê mala wê ji aliyê kurê wê ve hate şewitandin, li nexweşxaneya lê dihate dermankirin jiyana xwe ji dest da.

Jina tundî lê hate kirin xwe parast
Jina tundî lê hate kirin xwe parast

Ayşe K. li dijî zilamê pê re zewicî ku bi awayekî sîstematîk tundî lê dikir, xwe parast û ew kuşt.

Hesabê JINNEWS kurmancî yê X’ê hat astengkirin
Hesabê JINNEWS kurmancî yê X’ê hat astengkirin

Hesabê kurdî JINNEWS’ê yê platforma X’ê (twittter) hat astengkirin.

Li Wanê Butona Jin a Jînê û Stasyona Gava Ewil tên çalakkirin
Li Wanê Butona Jin a Jînê û Stasyona Gava Ewil tên çalakkirin

Endama Meclisa Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê Oznûr Evîn diyar kir ku wan xebatên xwe yên ji bo Butona Jin a Jînê û Stasyona Gava Ewil temam kirine û got ku ji bo jinên rewşa wan a aborî nebaş jî sepana JINKART'ê pêk anîne.

< 74 75 76 77 78 > Rupel 76 / 395