Berxwedana li dijî şer a li Silopiyayê di roja 3’yemîn de didome
Çalakiya nobetê ya ku Meclisa Dayikên Aştiyê bi dirûşma “Ji şer re na, a niha aştî” li Silopiyayê daye destpêkirin di roja 3’yemîn de didome.
Hevdîtina rojnameger Ezîzî ya bi malbat û parêzer re tê astengkirin
Rejîma Îranê cezayê îdamê da rojnameger Pexşan Ezîzî û ev 100 roj in nahêle bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtinê bike.
Xwendekarên Yuzuncu Yilê ji bo Rojîn Kabaîş meşiyan
Xwendekarên Zanîngeha Wanê ji bo hevala xwe ya xwendekar Rojîn Kabaîş ku cenazeyê wê piştî 18 rojan hat dîtin çalakî li dar xistin û xwestin lêpirsînek bi bandor bê birêvebirin.
‘Divê jin bi hev re têbikoşin'
Jinên bertek nîşanî zêdebûna komkujiyan dan, diyar kirin ku divê jin bi hev re li dijî komkujiyan têbikoşin.
Encumenê AKP’ê yê ku jinên kuştî tawanbar kiribû îstîfa kir
Endamê Meclisa Şaredariya Bayrakli yê AKP’ê Latîf Aydemîr ê ku bi gotinên xwe jinên hatine qetilkirin tawanbar kiribû, ji ber nerazîbûnan neçar ma ji partiya xwe îstîfa bike.
Li Şirnexê mirina biguman a jinekê
Bijîjka Pispor Ayşe Şîmşek a beriya 5 mehan tayînî Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê hatibû kirin, li mala xwe bi awayekî biguman mirî hate dîtin.
Dosyayên rojnamevanên jin ji saziya înfazê re hatin şandin
Dosyayên rojnamevan Îlahe Mûhammedî û Nîlufer Hamidî ku ji aliyê rejîma Îranê ve hatin girtin ji saziya înfazê re hatin şandin.
Werîşe Mûradî dest bi çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem kir
Parastvana mafên jinan Werîşe Mûradî ku li Girtîgeha Evînê tê ragirtin, dest bi çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem kir.
Bertek nîşanî qetilkirina jinan dan: Bila edalet pêk were
Jinan diyar kir ku sedema zêdebûna qetlîaman polîtîkayên “bêcezakirinê” ye û banga “Edaleta ku li vî welatî tune divê êdî pêk were" kirin.
Hejmara 85’an a Kovara Jinê derçû
Hejmara 85’an a Kovara Jinê bi manşeta “Têkoşîna zindîhiştina demara jinê: Başûr” derçû.
'Em ê tim li ser rêya Hevrîn Xelef bin'
Di ser qetilkirina Sekretera Giştî ya Partiya Pêşerojê ya Sûriyeyê Hevrîn Xelef re, 5 sal derbas bûn. Cîgira Hevseroka Giştî ya partiya Xelefê, Semîra Mihemed Elezîz got: "Em ê rêya Hevrînê bidomînin."
Faîlê ku zarokek tacîz kir hate girtin
Oktay S. yê li Edeneyê tacîza zayendî li xwendekareke lîseyê ya 15 salî kir hate girtin.
Li Mêrdînê qetilkirina jinan hat protestokirin: Em ê dest ji jiyanê bernedin
Jinan li Mêrdînê qetilkirina jinan şermezar kirin û bi berxwedanê bendên polîsan hilweşandin.
‘Em ê biisrar li dijî komkujiyên jinan dengê xwe bilind bikin’
Rêveberiya Şaredariya Bajarê Nû ya Amedê têkildarî komkujiyên jin û zarokan daxuyanî da û got: “Em ê biisrar dengê xwe bilind bikin.”
Tecrûbeyên têkoşîna jinan hatin nîqaşkirin
Şaxa ÎHD’a Amedê têkildarî tecrubeyên têkoşîna jinan panelek li dar xist.