Meclisa Jinan a DBP’ê: Divê Ocalan azad bibe
Di encamnameya civîna Meclisa Jinan a DBP’ê de wiha hate gotin: “Ji bo pêvajo bitendurist û jidil were meşandin, divê birêz Ocalan tavilê azad bibe.”
Jin ji bo ‘aştiyê’ civiyan: Têkoşîna me ji bo jiyaneke azad e
Hevberdevka HDK’ê Meral Daniş Beştaş di çalakiya “Ji bo aştiyê milyonek îmze” de axivî û got ku ew ji bo jiyaneke azad têdikoşin. Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari jî bertek nîşanî qetilkirina sivîlên li Bendava Tişrînê da.
Hejmara nû ya Kovara Jinê derket
Hejmara nû ya Kovara Jinê bi manşeta “Li dijî kedxwariyê berxwedana jinê û aboriya komunal” derket.
Malbata Rojîn Kabaîşê dixwaze biryara nepeniyê ya ser dosyayê bê rakirin
Malbata Kabaîş têkildarî mirina keça xwe Rojîn Kabaîşê îfade de dozgerê nû hatiye peywirdarkirin. Malbatê xwest ku biryara nepeniyê ya li ser dosyayê were rakirin û faîl bên dîtin.
Li Pirsûsê forûma jinan: Em ê Rojavayê biparêzin
Berdevka Meclisa Jinan a DEM Partiyê Halîde Turkoglûyê di forûma ku li Rihayê bi dirûşmeya “Em şoreşa jinên Rojava silav dikin” de axivî û diyar kir ku divê Şoreşa Jinê ya Rojavayê bê parastin û got: “Mîmarê vê şoreşê birêz Ocalan e."
Sembola berxwedana jinên kurd
Binevş Agal li Botanê tovên têkoşîn û berxwedanê reşand û Berîvan Cizîrî wiha behsa wê kir: "Wê gel hişyar kir. Min navê wê li xwe kir, beşdarî têkoşînê bûm û hewl da bibim layiqî navê wê."
Meclisa Jinan a Konseya Bajar a Amedê rêveberiya xwe diyar kir
Meclisa Jinan a Konseya Bajar a Amedê civîna xwe ya ewil li dar xist û endamên desteya rêveber diyar kir.
Li Amedê ‘Pirtûkxaneya Berhemên Jinan’ tê vekirin
Şaredariya Peyasê ya DEM Partiyî dê di 14’ê Çileyê de “Pirtûkxaneya Berhemên Jinan” veke.
Hevşaredarên binçavkirî sewqî edliyeyê hatin kirin
Hevşaredarên Akdenîzê Hoşyar Sariyildiz û Nûriye Arslan ên binçavkirî sewqî edliyeyê hatin kirin. Hat zanîn ku ji 3 şahidên nepen ên di dosyayê de îfadeyê yekî jê rojek berê hatiye girtin.
Dayikên li dijî hewldana qeyûm li ber xwe didin: Ji vê polîtîkayê çareserî nabe
Endamên Meclisa Dayikên Aştiyê ya Mêrsînê ku li dijî hewldana tayînkirina qeyûm li pêşiya Şaredariya Akdenîzê li ber xwe didin, gotin ku wan kolan bi kolan xebatên hilbijartinê meşandine û ew ê xwedî li keda xwe derkevin.
Ji Meclisa Jinan a DEM Partiyê ji bo Pexşan Ezîzî çalakî
Meclisa Jinan a DEM Partiyê li dijî erêkirina biryara cezayê darvekirinê yê li aktivîst û rojnameger Pexşan Ezîzî hat birin, li Stenbolê daxuyanî da. Jinan anîn ziman ku cezayê darvekirina jinan sûcê li dijî mirovahiyê ye.
Hat îdiakirin ku jina bejna wê 1.76 metre xwe bi destê derî ve daliqandiye: Gumanbar çawîşê pispor e
Hat îddîakirin ku Havîn Aşkan a ku bejna wê 1,76 bû xwe bi derî derî ve daleqandiye û xwe kuştiye. Malbatê der barê çawîşê pispor ê ku keça wan pê re zewicî bû, bi sûcdariya "kuştina plankirî" gilî kir.
Jinên hatin qetilkirin hatin bibîranîn: Têkoşîna azadiyê li her derê ye
Jinên li Parîs û Silopiyayê hatin qetilkirin, li gelek bajaran hatin bibîranîn. Di bîranînan de hate gotin ku komkujiyên li dijî jinan sedema berxwedanê ye û têkoşîna azadiyê ya jinan li her derê didome.
Fîdan Dogan li ser gora xwe hat bibîranîn
Nûnera KNK’ê ya Parîsê Fîdan Dogan ku li Parîsê tevî Sakîne Cansiz û Leyla Şaylemez hatibû qetilkirin, li ser gora xwe hat bibîranîn. Di bîranînê de hat gotin ku têkoşîna jinên hatin qetilkirin bi Şoreşa Rojava re aj dane.
Sakîne Cansiz li ser gora xwe hat bibîranîn
Siyasetmedara Kurd Sakîne Cansiz ku 12 sal berê li Parîsê hatibû qetilkirin, li ser gora xwe hat bibîranîn.