Tulay Hatîmogûllari: Em xwedî li têkoşîna Ocalan derdikevin
Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari diyar kir ku banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo jinan Ronesans e û wiha got: “Em banga xwedîderketina li têkoşîn û banga birêz Ocalan dikin.”
Di mitînga 8’ê Adarê ya Wanê de posterê Abdullah Ocalan hat hilgirtin
Di mitînga 8’ê Adarê ya li Wanê de jinan dema peyama Abdullah Ocalan a ji bo jinan dihat xwendin, gelek kesan posterên Abdullah Ocalan bilind kirin.
Kesên piştî Meşa Şevê ya Femînîst hatin binçavkirin hatin berdan
Şevê din polîsan êrişî Meşa Şevê ya Femînîst kirin û 112 kes hatin binçavkirin. Ji binçavkiriyan 111 jê hatin berdan û yek jî sewqî dozgeriyê hate kirin.
Kovara Jinê bi berga ‘Em serî radikin ber bi azadiyê ve dimeşin’ derket
- Hejmara nû ya Kovara Jinê bi manşeta “Li dijî qirkirina jinan em serî radikin ber bi azadiyê ve dimeşin” derket.
Li Amedê jinek hat kuştin
Li Amedê li Strabucksê di encama gulebaranê de jinekê jiyana xwe ji dest da û 2 kes jî birîndar bûn.
'Em ji bo aştî û demokrasiyê dengê xwe bilind dikin'
Jinan di "Hevdîtina Jinan a Mezin" a li Kadikoyê de bertek nîşanî "Sala Malbatê" ya ku hikûmetê dan û gotin ew ê salê bikin sala têkoşînê û ji bo têkoşîna aştiya Rojhilata Navîn û demokrasiyê ya li Tirkiyeyê wê dengê xwe bilind bikin.
Li Dersimê 8’ê Adarê: Jin wê civaka demokratik ava bikin
Bi pêşengiya Platforma Jinan a Dersimê, civîna 8’ê Adarê hate lidarxistin. Di civînê de banga dîrokî ya Rêberê Gelê Abdullah Ocalan deng veda. Jinan peyam dan ku ew alîgirê aştiyê ne.
Ji Jînart Hunerê piştgirî ji bo bangewaziya Ocalan
Jînart Huner ragihand ku ew piştgiriyê didin banga “Aştî û Civaka Demokratîk” a ku di 27’ê Sibatê de ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve hatiye kirin û diyar kir ku divê hemû hunermend û rewşenbîr piştgiriyê bidin vê ban
Ji MKG'ê peyama 8'ê Adarê
MKG'ê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku civaka azad bêyî çapemeniya azad ne pêkan e û wiha got:"Di 8’ê Adarê de em bang li hemû jinan dikin ku hevgirtinê mezin bikin û bibin dengê rojnamegeran. Em ê bi hev re têkoşîna xwe ya ji bo cîhanek wekhev û azad bidomînin!"
Wê jin di 9'ê Adarê de li Wanê aştî û azadiyê biqîrin
Jinên li Wanê, ji bo mîtînga 8'ê Adarê ku dê di 9'ê Adarê de li dar bixin, banga tevlîbûnê kirin.
Li Akdenîzê ji bo avakirina civakeke demokratîk bang li jinan hate kirin
Sebahat Tuncel di Şahiya 8’ê Adarê ya Akdenîzê de axivî û got ku banga Abdullah Ocalan ji bo gelên Tirkiye û Rojhilata Navîn destpêkeke û banga têkoşîna avakirina civakê li hemû jinan kir.
Banga ‘Em ji bo Rojîn Kabaîşê li qadan bin’
Ji jinên ciwan Ceren Leventoglû banga û 8’ê Adarê kir û got: “Li dijî mobîng, kedxwarî, tacîz û tundiya mêr, ji bo ji Gulhanê re edaletê bixwazin û ji bo aqûbeta Rojîn Kabaîşê em bipirsin em li qadan bin.”
Li Wargeha Mexmûrê bi pêşengtiya jinan jiyaneke nû tê avakirin
Jinên li Wargeha Penaberan a Mexmûrê bi pergala azadîxwaz a avakirin re hem xwe birêxistin dikin hem jî parastina civakî xurt dikin. Endama Kevana Star a Zêrîn Evîn Colemêrgî, got: “Em, xwe bi ‘paradîgmaya demokratîk ekolojîk û azadiya jinê’ bihêztir dikin.”
Qeyûman nehiştin afîşên 8’ê Adarê bên hilawistin
Qeyûmên Êlih û Mêrdînê destûr nedan ku afîşên ji bo amadekariya mitîngên 8’ê Adarê li bîlboardan bên hilawistin.
Li Mûşê Midûriyeta Xizmetên Jin û Malbatê hate vekirin
Şaredariya Mûşê ya DEM Partiyî, Midûriyeta Xizmetên Jin û Malbatê vekir.