KCDP: Di meha Sibatê de 16 jin hatin qetilkirin
Li gorî rapora KCDP’ê, di meha Sibatê de 16 jin hatin qetilkirin û 21 jinan jî bi awayekî guman jiyana xwe ji dest dan.
TJA’yê bernameya 8’ê Adarê aşkera kir
TJA ku 8’ê Adara îsal bi dirûşma “Em li dijî qirkirina jinan serî radikin, ber bi azadiyê ve dimeşin” pêşwazî dike, bernameya xwe ya mitîng û çalakiyan eşkere kir.
‘Em ê ji Banga Aştî û Civaka Demokratîk re bibin bersiv’
Koordînasyona PAJK’ê diyar kir ku 8’ê Adarê bi banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tacîdar bûye û got ku dê berpirsyartiyên bangê cîbicî bikin û têkoşîna azadî, demokrasî û aştiyê mezintir bikin.
Çalakiyên 8’ê Adarê: Em ê têkoşîna xwe mezintir bikin
Li gelek bajaran jin bi boneya 8’ê Adarê daketin qadan û çalakiyên cur bi cur li dar xistin. Di çalakiyan de jinan bal kişandin ser banga dîrokî ya Abdullah Ocalan û gotin ku ew xwedî li bangê derdikevin û peyama mezinkirina aştiyê dan.
Kovara Jinê bi manşeta ‘Jin li ser aştiyê diaxivin’ derket
- Hejmara 105’emîn a Kovara Jinê bi manşeta “Kirdeyên aştiyê jin li ser aştiyê diaxivin” derket.
‘Em îdiaya xwe ya jiyana azad mezin dikin’
Jinan, di çarçoveya 8’ê Adarê de li gelek bajaran çalakî li dar xistin û gotin: “Em îdiaya xwe ya jiyana azad mezin dikin.”
Li Sûrê Navenda Piştgiriyê ya Jinê hat vekirin
Şaredariya Sûrê, li navçeyê Navenda Piştgiriyê ya Jinê vekir.
Rêxistiya Efûyê ya Navneteweyî ji bo Şerîfe Mihemedî bang kir
Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî ji bo betalkirina cezayê darvekirinê yê li Şerîfe Mihemedî hatiye birîn, bang li rejîma Îranê kir.
Di çalakiyên 8’ê Adarê de gel vexwendin banga dîrokî
Di çalakiyên 8’ê Adarê yên li navçeyên Bajarê Nû û Bismilê de jinan gel vexwendin Qada Şêx Seîd ku dê banga dîrokî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan li ser ekranên ledê yên mezin zindî bê dayin.
Jin wê ji bo mafên xwe û jiyana xwe li qadan bên cem hev
Nûnera KCDP’ê Şîrîn Yalîncakoglûyê bang li jinan kir ku li qadan bicivin û got: “Eger em li dijî vê helwesta faşîst şer nekin, em ê hem jiyana xwe û hem jî mafên xwe yên bi dest xistine jî ji dest bidin. Ji ber vê yekê em ê tu carî dest ji têkoşînê bernedin.”
Şaredariya Sûrê wê navenda derûnî û şêwirmendiya hiqûqî ya jinan veke
Hevşaredara Sûrê Gulan Onkolê diyar kir ku ew ê bi Navenda Derûnî û Şêwirmendiya Hiqûqî ya Xwebûna Jinê re xizmetên derûnî û hiqûqî bikin û got: "Em li vir li benda hemû jinên ku pêwîstiya wan bi piştgiriyê heye."
Ji Zeyneb Celaliyan name: Divê gelên Rojhilat û Îranê li dijî darvekirinan dengê xwe derxînin
Zeynep Celaliyan, di salvegera anîna xwe ya li Girtîgeha Yezdê de nameyek nivîsand û xwest ku gelên Rojhilat û Îranê li dijî darvekirinan dengê xwe derxînin.
Meclisa Jinan a Sûriyeyê: Em careke din zilmê qebûl nekin
Meclisa Jinan a Sûriyeyê diyar kir ku Kongreya Diyaloga Niştimanî ya li Şamê hatiye lidarxistin rewa nîne û dê biryarên li wir hatine girtin qebûl nekin.
Li Êlihê starta 8’ê Adarê hate dayin
TJA’yê li Êlihê starta 8’ê Adarê da û diyar kir ku dê jin dê berxwedana xwe ya bi felsefeya “Jin, jiyan, azadî” bidomînin.
Li Wanê meşa ‘Jin bi têkoşîna azadiyê aştiyê birêxistin dikin’ hat lidarxistin
Berdevka Meclisa Jinan a DEM Partiyê Halîde Turkoglû di meşa li Wanê de axivî û got ku Abdullah Ocalan ji bo çareseriyeke demokratîk dixebite.