MKG’ê Nûjiyan Erhan bi bîr anî
MKG’ê, rojnameger Nûjiyan Erhan di salvegera qetilkirina wê de bi bîr anî û soza têkoşînê da.
Ji 2 xwişkên rejîma Îranê revandine tu agahî nayên girtin
Rêxistina Mafên Mirovan a Kurdistanê ragihand ku ji 2 xwişkên li Urmiyeyê ji hêla rejîma îranê ve hatin binçavkirin ev 3 roj in tu agahî nayên girtin.
Jin bi ruhê 8’ê Adarê dadikevin qadên Newrozê
Jin, bi ruhê serhildanê yê 8’ê Adarê dadikevin qadên Newrozê. Endama Komeleya Dema Jinê ye Newroz Unverdî, got: “Her du roj jî ji bo jinan girîng in. Em ê di Newrozê de daxwaza xwe ya ji bo civaka demokratîk, azadî û aştiyê bînin ziman.”
Bertek nîşanî qetilkirina Cansever Sucu dan
Komeleya Jinan a Rosayê bertek nîşanî qetilkirina Cansever Sucu da û got: “‘Sala malbatê’ ya we û têkoşîna kolektîf a ku em ê li dijî dijminatiya we ya birêxistinkirî jî ya me ye.”
Kovara Jinê bi manşeta ‘Jin ber bi azadiyê ve dimeşin’ derket
Hejmara 107’emîn a kovara Jinê bi manşeta “Jin di berxwedanê de di aştiyê de jî ber bi azadiyê ve dimeşin” derket.
Meclisa Jinan a DEM Partiyê çû serdana Partiya Saadetê
Meclisa Jinan a DEM Partiyê îro çû serdana Baskê Jinan a Partiya Saadetê.
TJA: Dayika Sakîne dê di têkoşîna me de bijî
TJA’yê têkildarî bi boneya wefata Dayika Aştiyê Sakîne Arat daxuyanî da û got: “Dayika Sakîneyê dê di têkoşîna me de bijî.”
85 Xelatgirên Nobelê ji bo Nêrgiz Mihemedî bang kirin
85 Xelatgirên Nobelê ji bo Nêrgiz Mihemedî ku li Îranê bi destûra demkî hatibû berdan û girtiyên siyasî bêşert bên berdan, bang kirin.
Meclisa Jinan a DEM Partiyê bi şandeya EMEP’ê re hevdîtin kir
Meclisa Jinan a DEM Partiyê di çarçoveya banga dîrokî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de bi baskê jinan ên partiyên siyasî re hevdîtinên xwe didomîne. Di vê çarçoveyê de bi şandeya jinan a EMEP’ê re civiya.
Meclisa Jinan a DEM Partiyê bi şandeya Partiya DEVA’yê re hevdîtin kir
Meclisa Jinan a DEM Partiyê hevdîtinên xwe yên di çarçoveya banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de didomîne. Meclisa Jinan, hevdîtina duyemîn bi Partiya DEVA’yê re kir.
Li Îranê 2 jinên tev li pîrozbahiya 8’ê Adarê bûn hatin binçavkirin
Aktîvîstên Kurd Leyla Paşayî li bajarê Seqizê û Suheyla Metaî jî li Dêwlanê bi hinceta ku tev li pîrozbahiyên 8’ê Adarê bûne hatin binçavkirin.
Meclisa Jinan a DEM Partiyê çû serdana CHP’ê
Meclisa Jinan a DEM Partiyê di çarçoveya serdanên “Aştî û Civaka Demokratîk” de bi Baskê Jinan a CHP’ê re civiya.
Li Şirnexê jinekê bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da
Li Şirnexê jina bi navê Kader Tok li mala xwe bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da.
‘Êdî dema gavavêtinê ya dewletê ye’
Jinên beşdarî mitînga 8’ê Adarê ya Wanê bûbûn, destnîşan kirin ku ew banga dîrokî ya Abdullah Ocalan watedar dibînin û gotin: “Luksa tu kesekî nîne ku vê pêvajoyê xera bike.”
Mitînga 8’ê Adarê ya Wanê bi dirûşma ‘Jin, jiyan, azadî’ bi dawî bû
Mitînga fînalê ya li Wanê bi dirûşma “Jin, jiyan, azadî” bi dawî bû.