Hejmara nû ya kovara Jinê derket
Hejmara nû ya kovara Jinê bi manşeta “Kurdî: Qedexe, maf, pêşeroj” derket
Jin dê pêşengtiya Înîsiyatîfa Yekitiyê bikin
Delegasyona jinan a ku di Înîsiyatîfa Yekitiyê ya li Amedê hatibû ragihandin de cih digire, diyar kir ku dê înîsiyatîfa wan têkildarî pêvajoyê û statuya gelê Kurd sûdewer be.
'Zîhniyeta mêr hewl nade tundiyê rawestîne’
Jinên li dijî polîtîkayên hikûmeta AKP'ê derketin diyar kirin ku zîhniyeta mêr hewl nade tundiya li hemberî jinan rawestine û divê jin bi hêza xwe ya cewherî vê ferasetê mehkûm bikin.
Helbesta Abdullah Ocalan a ji bo zarokan nivîsandî cara yekem hate xwendin
TJA’yê û Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê ji bo Roja Dayikan bernameyek li dar xistin. Di bernameyê de helbesta Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a bi navê “Ji hemû zarokan re” ji bo zarokan nivîsandiye, hate xwendin.
‘Divê hemû sazî ji bo bidawîkirina tundiyê bi berprisiyarî rabin'
Dilxwaza Weqfa Stargeha Jinê ya Mor Çatiyê Kubra Karagozê diyar kir ku divê dewlet guh bide dengê jinan û got: "Divê hemû sazî ji bo bidawîkirina tundiyê bi berpirsyarî rabin."
Çeteleya tundiyê ya JINNEWS’ê: Di meha Nîsanê de 34 jin hatin qetilkirin
JINNEWS’ê çeteleya tundiyê ya meha Nîsanê aşkera kir. Li gorî daneyan, di meha Nîsanê de 34 jin û 3 zarok hatin qetilkirin û 14 jin û 2 zarokan jî bi awayekî guman jiyana xwe ji dest dan.
Cezayê muebbeta girankirî dan kujerê Hîlal Karê
Di danişîna doza cînayeta Hîlal Kar de cezayê muebbeta girankirî li kujer Mehmet Demîrhan hate birîn.
Dayikên Aştiyê: Têkoşîna Onder dê bi ser keve
Dayikên Aştiyê yên li Wanê tev li şîna Sirri Sureyya Onder bûn, diyar kirin ku ew ê têkoşîna Onder bidomînin û ev têkoşîn dê bi ser keve.
Dadgeha Bilind di biryara xwe ya ‘hesta cinawirî tune ye’ de israr dike
Dadgeha Bilind di doza Pinar Gultekînê de îdia kir ku cînayet bi hesta cinawirî nehatiye kirin û îtîraza ji bo betalkirina biryara daxistina cezayê bersûc, red kir.
‘Yên aştiyê dixwazin bila operasyonan bidin sekinandin’
Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê ya Îzmîrê têkildarî wefata Sirri Sureyya Onder daxuyanî dan û gotin: “Yên aştiyê dixwazin bila operasyonan bidin sekinandin.”
Qada perwerde û têkoşînê ya jinan: Navenda Piştevaniyê ya Jinan
Navenda Piştevaniyê ya Jinan a Zînê ku Şaredariya Agiriyê vekiriye, ji bo aliyên jî ên jinan pêş bixe, atolyeyên hunerê li dar dixe. Navend, ji bo azadiya jinê û wekheviya zayendan xebatan dike.
'Li dijî êrişên li ser jinan têkoşîneke hevpar divê'
Endama Komeleya Jinan a Mimozayê Şehrîban Şekerê bal kişand ser polîtîkayên dewletê yên li Kurdistanê tên meşandin û got: "Bi têkoşîneke hevpar dikare bersiveke xurt ji van polîtîkayan re were dayîn."
Ji Dayikên Aştiyê bertek ji bo êrişan: Agirbest yekalî nabe, divê şer raweste
Dayikên Aştiyê bertek nîşanî êrişan dan ku tevî biryara agirbestê ya PKK'ê didomin û gotin: "Ji aliyekî ve dewlet dibêje 'ez ê aştiyê pêk bînim', li aliyê din jî bombe dike. Agirbest yekalî nabe, divê şer raweste."
Ji bo Hasîne Tekînê mewlûd hate dayin
Ji bo endama YJA Starê Hasîne Tekîn ku li Herêma Federe ya Kurdistanê jiyana xwe ji dest da, mewlûd hate dayin.
Li Şengalê semînera ‘Diyalogên bi jiyana azad re’ hat lidarxistin
Bi pêşengtiya TAJÊ’yê li Şengalê bi dirûşma “Diyalogên bi jiyana azad re” hat lidarxistin.