Mirinên biguman ên li Wanê di bin navê ‘întîhar’ê de tên veşartin
Di nava 5 mehan de li Wanê herî kêm 9 jinan bi awayekî guman jiyana xwe ji dest dan. Hevseroka Şaxa OHD’a Wanê Hatîce Bagci diyar kir ku bêyî lêpirsîneke baş were kirin, mirinên jinan di bin navê “întîhar”ê de tên paşguhkirin.
Jinên li Ewropayê însiyatîfek ava kirin: Em ê bibin pêşengên pêvajoyê
Şîlan Emînoglû ku di nava Însiyatîfa Yekîtiya Jinên Kurd a Neteweyî ya Ewropayê de cih digire diyar kir ku ew ê xebatên xwe bi komxebatê bi rêxistin bikin û wiha got: "Ez bawerim yekitiya jinan wê bandorên girîng li vê pêvajoyê bike."
Nejla Demîr: Ji bo jin tev li pêvajoyê bibin divê bingehek bê avakirin
Parlamentera DEM Partiyê Nejla Demîr daxwaza avakirina komîsyoneke ku jin karibin yekser tev li komîsyona parlementoyê bibin pêşkêş kir û got ku divê ji bo tevlibûna jinan a pêvajoya ku bi banga "Civaka Aştî û Demokratîk" dest pê kiriye bingehek bê avakirin.
Di civîna li Amedê de bal kişandin ser ‘Konfederalîzma Demokratîk a Jinan'
Di encamnameya Civîna Jinan a Rêveberiyên Herêmî yên Demokratîk a DEM Partiyê de bal kişandin ser “Konfederalîzma Demokratîk a Jinan.”
Li Amedê dê ‘Konferansa Parlamenterên Jin ên Kurd’ bê lidarxistin
TJA dê di 28-29’ê Gulanê de li Amedê 1’emîn Konferansa Parlamenterên Jin ên Kurd li dar bixe. Çaglar Demîrel a TJA’yî got ku ew ê ji bo avakirina civaka demokratîk, hewl bidin xeta têkoşîna hevpar ava bikin.
Hevdîtina Jinan a Ked Çand û Hunerê ya Amedê bi konserekê bi dawî bû
“Hevdîtina Jinan a Ked Çand û Hunerê ya Amedê” ku ji hêla Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ve hat lidarxistin, bi konsera hunermend Xecê bi dawî bû.
Jin ji bo civaka demokratîk li ser rêveberiyên herêmî axivîn
Di “Civîna Jinan a Rêveberiyên Herêmî ên Demokratîk” ku di roj in li Amedê didome de jinan bal kişandin ser têkoşîna jinan a di aştiya civakî û rola wê ya di rêveberiyên herêmî de, polîtîka û mekanîzma hatin nîqaşkirin û plansazî hate amadekirin.
Kovara Jinê bi manşeta ‘Bedêl, bîr, berxwedan’ derket
Hejmara 117’emîn a Kovara Jinê bi manşeta “Bedêl, Bîr, Berxwedan: Avakirina Aştiyê” derket.
Mirina bi guman a Rojîn Kabaîşê: Dozger tiştekî zelal nabêjin
Bavê Rojîn Kabaîş a ku bi ser mirina wê ya bi guman re 8 meh derbas bûne, Nîzamettîn Kabaîş diyar kir ku pêvajo tê dirêjkirin, tu agahî bi wan re nayên parvekirin û dozger têkildarî dosyayê tiştekî zelal dernaxîne holê.
Hevdîtina Jinan a Ked, Çand û Hunerê: Divê bernameyên bi vî rengî zêde bibin
Jinên beşdarî ‘Hevdîtina Jinan a Ked, Çand û Hunerê’ ya ji aliyê Serokatiya Daîreya Xizmetên Jin û Malbatê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ve hat lidarxistin bûn, banga zêdekirina bernameyên bi vî rengî kirin.
Li Amedê ‘Hevdîtina Jinan a Ked, Çand û Hunerê’ dest pê kir
“Hevdîtina Jinan a Ked, Çand û Hunerê ya Amedê” ku dê 3 rojan bidome, dest pê kir.
Daxistina cezayê ya bi hinceta ‘arandina nerewa’ cisaretê dide faîlan
Di cînayetên jinan de daxistina cezayê ya bi hinceta “arandina nerewa” cisaretê dide faîlan. Parêzer Gozde Onal, bal kişand ser biryara di doza Pinar Gultekînê de û got ku heke Dadgeha Bilind biryareke neyînî bide ev yek dê bike ku îfadeyên jinan sûcdar dikin zêde bibin.
Bang li dayikên leşker û polîsan kirin: Werin em dest bidin hev
Endamên Meclisa Dayikên Aştiyê bang li dayikên leşker û polîsan kirin û gotin: “Werin ji bo aştiyê em bi destên hev bigirin.”
Halîde Turkoglû: Di komîsyonê de hewceye jin pêşeng bin
Berdevka Meclisa Jinan a DEM Partiyê Halîde Turkoglû têkildarî nîqaşên ser avakirina komîsyona têkildarî çareseriya pirsgirêka Kurd axivî û got ku divê jin di komîsyonê de pêşeng bin.
TJA’yê ji bo ‘Meşa Aştiya Civakî’ bang kir
TJA’yê ji bo tevlibûna meşa ku dê di 31’ê Gulanê de li Amedê were lidarxistin, bang kir.