'Divê tevgereke jinan a enternasyonalîst bê avakirin’
Endama Sekreter a Koalîsyona Jinan a NADA’yê Nûbihar Mistefa diyar kir ku pirsgirêka jinê pirsgirêka mirovahiyê ye û got: “Ji bo çareseriya vê pirsgirêkê, hewceye tevgereke jinan a enternasyonalîst bê avakirin.”
Ji Îzmîrê ber bi Enqereyê ve têkoşîna kedê
Têkoşîna 16 jinên ji Şaredariya Çîgliyê ji kar hatine avêtin didome. Jinan, diyar kirin ku ew ji hev hêzê digirin û gotin: “Me ev gav ji bo hemû jinên keda wan tê xwarin avêt.”
Mihrîcana Fîlman a Uçan Supurge destpê dike
Mihrîcana Fîlmên Jinan a Navneteweyî Uçan Supurge ku li Tirkiyeyê yekemîn mîhrîcana fîlman a jinan e di 27’ê Gulan de destpê dike.
TJA: Em aktorên pêvajoyê ne
TJA’ê der barê biryarên kongreya PKK’ê daxuyanî da û diyar kirin ku ew di rêvebirina pêvajoyê de aktor in û di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Em bi biryar in ku bi hişmendiya jinê, bi ruh û piştevaniyê, li ser esasê konfederalîzma jinê sedsala 21’mîn veguherînin sedsala jin û gelan.”
Di doza ‘azardana zarokan’ de 82 sal cezayê hefsê hat dayin
Di danişîna doza mamosteyê bi navê Muammer Ugur de ku ji ber sûcê “azardana zarokan” a li dijî 4 zarokan tê darizandin, 820 sal û 6 meh cezayê hefsê hat dayin.
Civînên jinan ên DEM Partiyê dewam dikin
Şandeya Meclîsa Jinan a DEM Partiyê di çarçoveya "Di Avakirina Aştiyê de Hevdîtinên Jinan û Civaka Demokratîk" de bi bijîşkên jin ên TTB'ê re hevdîtin pêk anîn.
Pirtûka Gurbetellî Ersoz wergerandin zimanê Yewnanî
Pirtûka Gurbettellî Ersoz a “Min Dilê Xwe li Çiyayan Neqişand” wergerandin zimanê Yewnanî û pirtûk hate weşandin.
Kongreya NADA’yê di roja 2’yan de bi komxebatan dest pê kir
Kongreya NADA’yê di roya duyemîn de didome. Jin, di komxebatan de li ser pirsgirêkan, tecrube û çareseriyê diaxivin.
Li Mêrdînê jinekê bi awayeke guman jiyana xwe ji dest da
Leyla Akîpa ku dayika 2 zaroka ye, li navçeya Midyadê bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da.
Kongreya NADA’yê: Em teşe bidin nexşerêya xwe ya civaka demokratîk
Buşra Elî di kongreya NADA’yê de diyar kir ku jin ji bo nasnameya xwe têdikoşin û got: “Em teşe bidin nexşerêya xwe ya civaka demokratîk.”
1’emîn Kongreya NADA’yê dest pê kir
1’emîn Kongreya NADA’yê ku bi beşdariya delegeyên ji parçeyên Kurdistanê û welatên Rojhilata Navîn tê lidarxistin, dest pê kir.
Jinên Koçer konên xwe bi çîtan dixemilînin
Li Hezexê jinên koçer çanda kevnare ya çîtê didomînin û konên xwe bi çîtan dixemilînin. Jinên ku bi salane vê çandê didomînin dibêjin," Em ê vê çandê nedin jibîrkirin."
1’emîn Kongreya NADA’yê sibe li Silêmaniyeyê dest pê dike
NADA dê di navbera 15-17’ê Gulanê de li Silêmaniyeyê kongreya xwe ya ewil li dar bixe.
Li Wanê jinekê bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da
Dilber Artuç a 50 salî li Wanê li mala xwe bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da.
Ji bo Pexşan Ezîzî kampanyaya îmzeyan a navneteweyî hate destpêkirin
Ji bo Pexşan Ezîzî ku li Îranê cezayê darvekirinê lê hatiye birîn, kampanyaya îmzeyan a navneteweyî hate destpêkirin.