Jinên Beluc ji bo windakiriyan meşiyan
Jinên Beluc li Îslamabadê li dijî windakirinên bi darê zorê û aktîvîstên girtî meşiyan.
Çeteleya JINNEWS’ê: 28 jin hatin qetilkirin û 25 jî bi awayekî guman mirin
JINNEWS’ê çeteleya tundiyê ya meha Tîrmehê aşkera kir. Li gorî çeteleyê; di Tîrmehê de 28 jin û 3 zarok hatin qetilkirin û 25 jinan jî bi awayekî guman jiyana xwe ji dest dan.
Aktîvîstên TJA'yê: Aştî dê bi pêşengiya jina azad were avakirin
Oznûr Evîn û Şukran Şen ên TJA’yî diyar kirin ku jin dê pêşengiya pêvajoyê bikin û gotin: "Divê her kes zanibe ku jiyan dê li dora jinên azad were avakirin. Jinên ku bindestên bindestan bûn niha di pozîsyona pêşengiyê de ne. Me ev yek di merasîma şewitandina çekan de dît."
Çalakiya rûniştinê ya jinên Beluc didome
Çalkiya rûniştinê ya jinên Belûc ku bi daxwaza berdana serkirdeyên Komîteya Yakcetî ya Belucê û aşkerakirina aqûbeta windayan dabû destpêkirin, di roja 21’emîn de didome.
Rêya aştiyê ji girtîgehan derbas dibe: Girtiyan berdin
Berdevka Meclisa Jinan a DEM Partiyê Halîde Turkoglûyê diyar kir ku rêya aştiyê ji girtîgehan derbas dibe, xwest Lijneyên Îdare û Çavdêriyê bên rakirin û girtî bên berdan.
Li Yemenê hezar û 479 jin hatin qetilkirin, 5 hezar û 618 hezar binpêkirin
Li Yemenê herî kêm 5 hezar û 618 hezar jin bi binpêkirinan re rû bi rû mane û hezar û 479 jin hatine qetilkirin.
Ji Înîsiyatîfa Jinan bo komîsyona li Meclisê 5 pêşniyar
Ji Înîsiyatîfa Jinan a Pêdiviya Min bi Aştiyê Heye Gulcan Tarkan diyar kir ku diviyabû di komîsyona li Meclisê de di navbera jin û mêran de wekhevî hebûya û pênc pêşniyar ji komîsyonê re kir.
‘Tişta herî xetere ku tundiya ser jinê zêde dike polîtîkaya necezakirinê ye’
Parêzer Feyza Nûr Işik diyar kir ku di mehekê de li Amedê herî kêm 4 jinan bi awayekî guman jiyana xwe ji dest dane û got: “Tişta herî xetere ku tundiya li ser jinê zêde dike, polîtîkaya necezakirinê ye.”
Kovara Jin bi sernavê 'Jinên Êzidî û Parastina Rewa' derket
Hejmara 127'an a Kovara Jin de bi mijara "Ji fermanê heta avakirinê: Jinên Êzidî û Xweparastin" hate weşandin.
Banga hevrûbûn û naskirina komkujiya Êzidiyan
DAÎŞ'ê di 3'ê Tebaxa 2014'an de êrîşî Êzidiyan kir û bi boneya salvegera komkujiyê banga hevrûbûn û naskirina komkûjiyê hat kirin.
Bêrîvan aştiyeke bi rûmet dixwazin
Ji ber polîtîkayên ewlehiyê bêrîvanên ku nikarin xwedîkirina sewalan bidomînin diyar kirin ku ew piştgiriyê didin 'Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk' û tenê daxwaza wan aştiyek bi rûmet e.
Li Silêmaniyê jinek hate qetilkirin
Li bajarê Silêmaniyê jinek li ber deriyê mala xwe hate qetilkirin.
Nerazîbûna li hemberî xûtbeya Diyanetê ya ku jinan dike hedef
Meclisa Jinan a Partiya Demokrasî û Wekheviyê (DEM Partî) bertek nîşanê xutbeya Înê ya ku Serokatiya Karên Diyanetê jinan dike hedef da û got, "Yên ku ev weaz amade kirin û ev weaz erê kirin, ji hemû sûcên hatine kirin û sûcên bên kirin berpirsyar in."
Rapora MKG'ê ya meha Tîrmehê
Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê di rapora meha Tîrmehê de destnîşan kir ku rojnamegereke jin hatiye binçavkirin û 3 rojnamegerên jin jî îfade dane.
Navenda li Seravê ji bo jinan bû nefes
Navenda Jiyanê ya Jinan ya Şaredariya Seravê, ji bo jinan bûye qadeke civakî û kursên pîşeyî.