Li Îdirê atolyeya ‘îdeolojiya Rizgariya Jinê’
Meclisa Jinan a DBP’ê li Îdirê atolyeya “Îdeolojiya Rizgariya Jinê” li dar xist.
‘Heta pirsgirêka Kurd çareser nebe destkeftiyên jinan misoger nabin’
Endama Înîsiyatîfa Jinan a Pêdiviya Min bi Aştiyê Heye Esra Kahraman diyar kir ku heta pirsgirêka Kurd li ser zemîna demokratîk, qanûn û aştiyane neyê çareserkirin dê tu destkeftî misoger nebin û got: "Lewma têkoşîna wekhevî û aştiyê, beriya her tiştî têkoşîna jina ye."
Li Wanê jin li dijî qirkirinan meşiyan
TJA, DBP û Meclisa Jinan a DEM Partiyê, bi dirûşma “Li dijî qirkirina jinê em bi felsefeya Jin Jiyan Azadî dimeşin" bi girseyî meşiyan û banga mezinkirina têkoşîna hevpar hat kirin.
Çalakiya jinên Beluc di roja 27’an de ye
Çalakiya rûniştinê ya jinên Beluc di roja 27’an de berdewam kir û çalakvanan gotin ku heta rastî tên qebûlkirin dê mafên xwe biparêzin.
Komkujiyên li dijî jinan hatin protestokirin: Têkoşîn parastina herî xurt e
Jinên ku li dijî tundiya mêr û komkujiyên jinan meş li dar xistin, gotin: “Xwebirêxistinkirin, piştevanî û têkoşîn parastina herî xurt e.”
Li Reqayê kampanyaya ‘Bi rêxistinbûna jinan civak hevgirtî dibe’
Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya ya kantona Reqayê, bi dirûşma “Bi rêxistinbûna jinan civak hevgirtî dibe” kampanya da destpêkirin.
Ekîn Wan hat bibîranîn: Têkoşîna wê rêya me ronî dike
Ekîn Wan ku piştî qetilkirinê bedena wê hatibû teşhîrkirin, li ser gora xwe hate bibîranîn. Wekîla DEM Partiyê Gulderen Varli di bîranînê de got: “Têkoşîna wê rêya me ronî dike.”
Tundiya mêr: Du jin hatin qetilkirin
Li Kayseriyê Onur Karakaya hevjîna xwe Neşe Karakaya û li Trabzonê jî Mûstafa Saglam hevjîna xwe Tûgba Saglam bi çekê qetil kir.
Hejmara 128’an a kovara Jinê derket
Hejmara 128’an a kovara Jinê manşeta “Berxwedana jinê ya kujerê kastîk” derket.
Ji Şaredariya Peyasê li dijî cinayetên jinan plana çalakiyan
Şaredariya Peyasê ji bo pêhesandina di warê cinayetên jinan de ku he rdiçe zede dibin, dê di navbera 12-19'ê Tebaxê de hevdîtinên jinan û forûman li dar bixe.
Li Mêrdînê mirina bi guman a 2 jinan
Li navçeyên Artûklû û Dêrikê yên Mêrdînê 2 jinan bi guman jiyana xwe ji dest dan.
'Aştiya civakî ji bo jiyaneke ewle ya jinan girîng e'
Nûnera KCDP ya Enqereyê Ece Yilmazê diyar kir ku aştiya civakî ji bo jiyaneke ewle ya jinan girîng e û got ku Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Biratî û Demokrasiyê ya li meclisê hatiye avakirin divê ji bo pêşîgirtina li kuştinên jinan gavan biavêje.
Li Tatosê bi pêşniyazên jinan projeyên çareseriyê tên pêkanîn
Şaredariya Tatos a di bin rêveberiya DEM Partiyê de, her diçe xebatên xwe yên ji bo jinan zêde dike. Hevşaredar Gulen Şengul anî ziman ku di civînan de hemû pirsgirêkên jinan qeyd dikin û ji bo çareseriyê projeyan pêş dixin.
2 jin ji hêla hevjînên xwe ve hatin qetilkirin
Li Ispartayê yek û li Balikesîrê jî jinek ji hêla hevjînê xwe ve hate qetilkirin.
11 salên bêyî Denîz Firat: Heya nefesa xwe ya dawî qeyd kir
Ev 11 sal in ku rojnamevan Denîz Firat di êrîşa çeteyên DAIŞ'ê ya li ser wargeha Mexmûrê de hatiye qetilkirin. Hevrêya wê Bêrîvan Tûnç bibîr xist ku Denîz Firat berxwedana li dijî êrîşên DAIŞ'ê heta nefesa xwe ya dawî bi belgeyan raxist pêş çavan û çapemeniya azad tevî hemû zextan jî ragihandina rastiyê ji cîhanê re didomîne.