TAJÊ ji 19 welatan re name şand: Qirkirina Êzidiyan nas bikin
TAJÊ name ji 19 welatên cuda re şand da ku ew jî fermana 3’ê Tebaxa 2014’an weke qirkirin nas bikin.
Halîde Turkoglû: Em ê jiyana azad û wekhev ava bikin
Halîde Turkoglu diyar kir ku ew ê di komîsyona ku dê li meclisê bê avakirin de li gorî tecrube û têkoşîna jinan a di pêvajoyên aştiyê de bixebitin û ew ê jiyaneke azad û wekhev ava bikin.
Jin dê bi pêşvebirina rêxistinbûnê tevli pêvajoyê bibin
Endamên TJA'yê bal kişand ser girîngiya jinên pêşengî ji şewitandina çekan re kirin û gotin, "Bêyî rê bidin zîhniyeta mêrsalar an jî dewlet me parçe bikin, divê em li ser bingeha rêxistinbûyînê bibin yek û têbikoşin."
Têkildarî kuştina Ayşe Tokyaz polîsek hat binçavkirin
Polîsê bi navê Î.U.U. yê li ser peywirê ye têkildarî kuştina Ayşe Tokyaz hat binçavkirin.
Meclisa Jinan a DEM Partiyê bi jinan re hevdîtin pêk anî
Berdevka Meclisa Jinan a DEM Partiyê Halîde Turkoglû ku li Bûrsayê bi jinan re beşdarî civînê bû û got, "Em dizanin ku aştiya li Tirkiyeyê dê aştiyê bîne Rojhilata Navîn jî.
Kongra Star ji bo 19'ê Tîrmehê daxuyanî da: Li dijî gefên nû em xweparastinê xurt bikin
Kongra Star bang li hemû jin û gelan kir ku li dijî gefên nû yên li Sûriyeyê xweparastina xwe xurt bikin.
Jin piştevaniyê xurt dikin: Dê li Rihayê bazara 'pevguherandinê' bê avakirin
Înîsiyatîfa Bîr û Hevgirtina Jinan dê di 20'ê Tîrmehê de li Rihayê "bazara pevguherandinê" ava bike. Endamên înîsiyatîfê gotin ku armanca wan ew e ku parvekirin û hevgirtinê xurt bikin.
Li 7 bajaran ji bo jinên Elewî yên hatibûn revandin çalakî
Înîsiyatîfa Jinan a ji bo Aşitiyê dê li 7 bajaran li dijî revandina jinên Elewî yên li Sûriyeyê çalakiyan li dar bixe.
Li Sûriyeyê bi sedan jin hatin revandin
Di êrişên li dijî herêmên Laziqiye, Tertûs, Hûms û Hemayê de bi sedan jin hatin revandin û hêj aqûbeta wan nayê zanîn.
'Kujerê Ayşeyê Cemîl Koç e, polîsên hevkar kujer diparêzin'
Feminîstên Li Dijî Kuştina Jinan ji bo Ayşe Tokyazê, polîsê kujer Cemîl Koç, xwepêşandanek li dar xistin. Polîs ji ber gotina "Kujerê Ayşeyê: Cemîl Koç/Polîsên hevkar kujer diparêzin" aciz bûn. Polîsan hewl dan ku pêşî li vekirina pankartê bigirin.
Qetilkirina Ayşe Tokyazê hat şermezarkirin
Platforma Jinên Demokratîk a Dîlokê, ji bo Ayşe Tokyaz a ku ji aliyê polîs Cem Koç ve hat kuştin, civiya û diyar kir ku ew ê dozê bişopînin.
Daxwazên jinan ên ji bo TÎS'ê
Jinên girêdayî KESK’ê, diyar kirin Peymanên Kar ên Komî (TÎS) ya ne li ser esasê zayendê dixwazin û daxwazên xwe rêz kirin.
Kongra Star: Temînata Sûriyeyê nenavendîbûna demokratîk e
Kongra Star, bertek nîşanî daxuyaniya nûnerê taybet ê DYA’yê da û got: “Avakirina pergaleke demokratîk û nenavendî, temînata aştî û yekitiyê ye.”
Jin ji bo yekitiya neteweyî têdikoşin: Hedef kongreya neteweyî ye
Endama Platforma Yekitiya Jinên Kurd Tara Hisên diyar kir ku wan gelek biryar dane, li pêşiya wan xebatên hevpar hene û got ku jin li her çar parçeyên Kurdistanê ji bo yekitiyê xebatan dikin.