Di Şêwra Jinên Kurd de banga pêşîlêgirtina êrişan û sazkirina yekîtiyê hat kirin
Şêwira Jinên Kurd a li Ewropayê, li Hollandayê dest pê kir. Hevseroka KNK'ê Zeynep Mûrad di destpêka şêwrê de axivî û bal kişand ser rola jinên kurd a di yekîtiya neteweyî de.
Li Rihayê jinek şoreşger: Bîrdariya cesaretê Lutfiye Gokkan
Lutfiye Gokkan a li Rihayê bi tena xwe têkoşîna azadî û jinan a li dijî hişmendiya baviksalarî bilind kir, di temenê xwe yê 80’î salî de, bi lingê xwe yê protez meşa serbilindiyê nîşanî bi hezaran jin da. Gokkan a destûr neda li gundê wê qereqol bê çêkirin navê xwe wekî "abîdeya cesaretê" li dîrokê xist, xwest li ser kêla gora wê "deyndarê partî û demokrasiyê ye" were nivîsandin.
Danişîna Berdevka TJA’yê Gokkan di 13’ê îlonê de ye
Danişîna doza ji du sucdariyên cuda derbarê Berdevka Demê ya TJA’yê Ayşe Gokkan de hatiye vekirin, wê di 13’ê îlonê de bê dîtin.
Jina ku got ‘min rizgar bikin’ û alîkarî xwest: Polîs jî di nava vî karî de ne
Li Antalyayê, jina ciwan a got “min rizgar bikin” û xwe ji pacê avêt xwarê, îdîa kir ku bi darê zorê wê radigirin û di nava vî karî de polîs jî hene.
Hat îdiakirin ku jinekê hewl da xwe bikuje
Hat îdiakirin ku li navçeya Basayê, jina bi navê Emîne K. hewl daye ku xwe bikuje.
Di 4 mehan de 213 binpêkirinên mafên jinan qewimîne
Komîsyona Jinan a Şaxa ÎHD’ê ya Îzmîrê aşkera kir ku li Herêma Egeyê di 4 mehan de 213 binpêkirinên mafên jinan pêk hatine.
Ayşe Gokkan neanîn merasîma cenazeyê dayika wê
Cenazeyê Dayika Berdevka Demê ya TJA’yê Ayşe Gokkan, Lutfiye Gokkan hat veşartin. Ligel serlêdanê jî Gokkan a niha girtî ye neanîn merasîma cenazeyê dayika wê.
TJA: Qêrîna herî bihêz di daxwaza jinê ya di aştiyê de veşartiye
Tevgera Jinên Azad, têkildarî 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê peyamek parve kir û wiha got: “Li dijî tecrîd, şer, nijadperestî û zayendperestiyê qêrîna herî bihêz di daxwaza jinê ya di aştiyê de veşartiye.”
Li Enqereyê jinek hat kuştin
Li navçeya Mamaka Enqereyê zilamê bi navê S.O. hevjîna xwe Ebrû Yuksel ku hev berdabûn kuşt.
Jin bi awayekî palûteyî dest bi haziriyên zivistanê kirin
Li Tarsûsê jinên ku bi awayekî palûte dest bi amadekariyên zivistanê kirin, tirşî, şûşe, sos û berên hişk jî di nav de gelek berên biçêj çêdikin.
Başaran: Di şer de bedela herî giran jin didin
Berdevka Meclîsa Jinan a HDP'ê Ayşe Acar Başaran destnîşan kir ku bedela herî zêde ya şer jin didin.
Dayika Aştiyê Denîz: Em ê nehêlin laçikên me bên reşkirin
Dayika Aştiyê Emîne Denîz, diyar kir ku ji ber doza aştiyê dikin bi êrîşan re rû bi rû dimînin û got: "Em ê nehêlin laçikên me bên reşkirin."
Di 70 salên temenê xwe de tu tahde nemaye lê nehatiye kirin
Li Dîlokê Asya Ozmen a 70 salî, kurekî wê bi awayekî kiryar nediyar hatiye kuştin, bûkek wê hatiye girtin û 2 kurên wê jî girtî ne. Bala Ozmenê li ser zarokên wê yên di greva birçîbûnê de ne.
Beştaş: Em ê têkoşîna xwe bi aştiyê bilind bikin
Meral Daniş Beştaş a HDP'î ku di hevdîtina jinan de axivî got: "Dê têkoşîna me ya li dijî tecrîd, qirkirina jinê, bişavtin û nîjadperestiyê bidome û em ê têkoşîna xwe bi aştiyê bitac bikin."
Bûldan: Rojên rohanî bi şikandina tecrîdê pêkane
Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan, bang li hemû beşên civakê kir ku li dijî tecrîdê bibin xwedî helwestek hevpar û got: “Rojên ronahî bi şikandina tecrîdê pêkane. Ronahiya jinan wê hewaya tarî ya vî welatî ronî bike.”