Jinên HDP’î ji bo hevdîtinên ‘Ji Xizaniya Jinan Re Na’ li Dîlokê ne
Meclîsa Jinan a HDP’ê di çarçoveya hevdîtinên “Ji Xizaniya Jinan re Na” de li Dîlokê, bi jinên li malê, bi serê perçeyî dixebitin re hatin gel hev.
Li Amedê wê mitînga 'Dem dema azadiya jinê ye' were lidarxistin
TJA û DBP'ê, starta xebatên mîtînga "Ji nîjadperestî û zayendperestiyê re êdî bes e. Dem dema azadiya jinê ye" bi daxuyaniyekê dan. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku ew li dijî çanda bindestiyê dê çanda azadiyê ava bikin.
Li Sêrtê mirina bi guman a jinekê
Li navçeya Tilloyê jina bi navê Ayhan Ozden bi awayek guman jiyana xwe ji dest da.
Jinan ji bo tevlîbûna danişîna Gokkan bang kirin
Jinan ji bo tevlîbûna danişîna Berdevka Demî ya TJA’yê ya sibe bêdîtin bang kirin û gotin: “Em ê daxwazên xwe yên azadî û wekheviyê bênavber biqîrîn.”
Meclisa Jinê ya HDP'ê: Em tev bi hev re jiyana nû ava bikin
Meclisa Jinê ya HDP'ê, di encamnameya civîna xwe ya 10'ê îlonê de diyar kir ku jin ne bêçare ne û ev tişt got: "Li dijî êrişên tifaqaqa serweriya zilam ên li ser destkeftî û mafên me dem dema mezinkirina piştevaniya jinê ye."
TJA amadekariya hevdîtina 'Em ber bi azadiyê ve dimeşin' dike
Aktîvîsta TJA’yê Guldem Dogan, ji bo hevdîtina “Em li dijî qirkirina jinê, nijadperestiyê, şer û tecrîdê ber bi azadiyê ve dimeşîn” bang li jinan kir û got: “Em ê li dijî modernîteya zilamê kapitalîst, modernîteya demokratîk ava bikin.”
TJA’yê ji bo Ayşe Gokkan banga piştevaniyê kir
TJA’yê ji bo Berdevka xwe ya Demê Ayşe Gokkan ku girtî ne û wê di 13’ê îlonê de derkeve pêşberî dadgehê, banga piştevaniyê kir.
Bûldan: Wê jin bibin xwediyê herî bi hêz ê deklarasyonê
Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Bûldan destnîşan kir ku jin wê bibin xwediyê deklarasyona herî xurt a dê di 27'ê Îlonê de eşkere bikin û got: “Em ê serkeftinên heta niha me bi dest xistine, hin bêtir serkeftinan pêşkêşî hemû jinên cîhanê bikin."
Çîroka penaberî û zarokatiyê: Amara Dwla
Zaroka 13 salî Amara Dwla li deftera xwe nivîsandibû “Ez di tariyê de bi tenê me, digirîm û rondikên çavên min mîna barana ji ewran dibare, qîrîna di hûndirê min de, min dadiqurtîne.” Amara hat desteser kirin, mecbûrî zewacê hat kirin û îşkence lê hat kirin û dûre hat qetilkirin. Lê kesekê dengê wê nebihîst.
Dayika Aştiyê Ozer jiyana xwe ji dest da
Dayika Aştiyê Şahîde Ozer, ji ber vîrûsa koronayê jiyana xwe ji dest da.
Li Meksîkayê qanûna kurtajê li dijî Destûra Bingehîn hat dîtin
Dadgeha Bilind a Meksîkayê, bi yekdengî biryar da ku cezakirina kurtajê li dijî destûra bingehîn e.
Ji 3 endamên RJAK’ê 2 jê hatin berdan
Ji 3 endamên RJAK’ê yên asayîşa PDK’ê ew binçavkiribûn 2 jê piştî 33 rojan hatin berdan.
Li Çewligê du jinan întîhar kir
Tê gotin li Çewligê du jinan întîhar kiriye û yek ji wan jiyana xwe ji dest daye.
Aktivîstên ji aliyê PDK’ê ve hatin girtin dest bi rojiya mirinê kirin
Aktîvîstên mafên mirovan ên di meha Hezîrana 2020’an de ji aliyê PDK’ê ve hatin girtin, dest bi rojiya mirinê kirin.
Danişîna Kaya û Aslan hat taloqkirin
Danişîna doza Seroka Komeleya Jinan a Rosayê Adalet Kaya û endama Meclîsa Şaredariya Erxeniyê Ceylan Aslan bi biryara li benda mayîna raporên dîjîtal hat taloqkirin.