Di Tebaxê de 28 jin hatin qetilkirin
Li gorî daneyên Jinnewsê, di meha Tebaxê de 28 jin û 5 zarok e qetilkirin. Her wiha 7 jê zarok û 25 jin jî bi awayekî biguman jiyana xwe ji dest dane.
TJA'yê serdana malbata Rojîn Kabaîşê kir
Bi pêşengiya TJA’yê malbata Rojîn Kabaîş ya li Wanê bi awayekî biguman jiyana xwe ji dest da, hat ziyaretkirin.
Ji bo hevdîtina ‘jin li ser aştiyê diaxivin’ banga tevlibûnê hat kirin
Înîsiyatîfa Jinan a Pêdiviya Min bi Aştiyê Heye, diyar kir ku têkoşîna aştiyê parçeyeke mayinde ya têkoşîna jiyanê ya jina ye û ji bo hevdîtina ku dê li dar bixin banga tevlibûnê kir.
Jiyana di konteynerê de jî ji bo mexdûrên erdjehê zêde dîtin!
Tê xwestin ku mexdûrên erdhejê yên li Semsûrê di konteyneran de dijîn, hêj xanî temam nebûyîn derxînin derveyî bajar. Jinên ku ev 3 sal in mexdûr in, bertek nîşanî vê hewldanê dan.
Fermandara YPJ'ê Newroz Ehmed: Tecrûbeya me ya herî mezin ew e ku jiyaneke bêyî xweparastinê nabe
Fermandara YPJ'ê Newroz Ehmedê diyar kir ku jin ne tenê qurbaniyên şerên hegemonîk ên mêrekî ne, ew yên şerên hegemonîk jî ne û got: "Jin bi qasî ku karibin xwe birêxistin bikin dikarin destkeftiyên xwe biparêzin. Ji ber vê yekê, banga me ji bo hemû jinan ew e ku di çarçoveya xweparastinê de xwe birêxistin bikin. Tecrubeya me ya herî mezin ew e ku jiyaneke bêyî xweparastinê nabe."
Sendîkayên Fransayê ji bo betalkirina cezayê Şerîfe Mihemedî bang kirin
Sendîkayên karkeran ên li Fransayê û Konfederayona Sendîkayên Navneteweyî ji bo betalkirina cezayê darvekirinê yê Şerîfe Mihemedî bang kirin.
Halîde Turkoglû: Em ê aştiyê bi pêşengtiya jinan ava bikin
Berdevka Meclisa Jinan a DEM Partiyê Halîde Turkoglû, têkildarî geşedanên di rojevê de axivî û got: “Em ê têkoşîna xwe mezin bikin û aştiyeke birûmet bi pêşengtiya jinan ava bikin.”
MKG: 5 rojnamegerên jin girtî ne
MKG’ê rapora xwe ya binpêkirinên mafên rojnamegerên jin a meha Tebaxê aşkera kir û got ku hêj 5 rojnameger girtî ne, zext û gefên li ser rojnamegeran di meha Tebaxê de berdewam kirin.
TJA: Hevgirtina jinan a li dora banga Ocalan dê misogeriya jiyana azad be
TJA’yê bi boneya 1’ê Îlonê daxuyanî da û got ku hevgirtina jinan a li dora banga Abdullah Ocalan dê li tevahiya cîhanê bibe misogeriya jiyaneke azad û wekhev.
Li ser X’ê hashtag a #RojinİçinYargıYolunuAçın hate vekirin
Ji bo Rojîn Kabaîş ku bi ser mirina wê ya biguman re 11 meh derbas bûn, li ser platforma medyaya dijîtal X’ê bi sernavê #RojinİçinYargıYolunuAçın hashtag hate vekirin.
Hejmara 131’emîn a kovara Jinê derket
Hejmara nû ya kovara Jinê bi manşeta “Ji herêmê ber bi kûrewî ve lêgerîna aştiyê ya jinan” derket.
Îtalyayê hemwelatiya fexrî da sê jinên ku cezayê îdamê li wan hatiye birin
Li bajarê Fabriano yê Îtalyayê hemwelatiya fexrî dan Pexşan Ezîzî, Şerîfe Muhammedî û Werîşe Muradî yên ku ji aliyê dewleta Îranê ve cezayê îdamê li wan hatiye birîn.
Nasnameya jina ku di Gola Wanê de hat dîtin diyar bû
Nasnameya jina ku li Golana Wanê bi awayekî mirî hatibû dîtin, diyar bû.
Jinên ku beşdarî Kursiya Aştiyê bûn: Em ê piştgriyeke mezin bidin pêvajoyê
Jinên ku beşdarî Kursiya Aştiyê bûn, diyar kirin ku dê piştgiriyeke mezin bidin pêvajoyê û ew ê bibin pêşengên pêvajoyê.