‘Pêvajoyeke çareseriyê ya ku jin tê de jiyana hevbeş misoger dike'
Nûnerên rêxistinên jinan, bal kişandin ser têkoşîna aştiyê ya hevpar û gotin: "Tenê pêvajoyeke çareseriyê ku jinan tê de bin, dikare aştiyê, wekheviyê û jiyana bi hev re ava bike."
Ji Zeyneb Celaliyan name: Li dijî zilmê bêdeng nemînin
Girtiya siyasî Zeynep Celaliyan ji îraniyan re nameyek şand û wiha bal kişand ser tiştên bi serê jin û zilamên li ber xwe didin tên anîn: “Bêdengiya li dijî vê zilmê, tê wateya erêkirina sûcên rejîmê.”
Xeta ‘Alo Şîddet’ê ku qeyûm girtibû dîsa hate vekirin
Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, “Xeta Alo Şîddet”ê ya pirzimanî ku di serdema qeyûm de hatibû girtin, dîsa xist xizmeta gel.
Danişîna bersûcê hewl da Z.Ş. qetil bike hate taloqkirin
Di danişîna doza Hamdullah Ş. ku hewl da hevjîna xwe Z.Ş. qetil bike de biryar hat dayin ku xwe li benda encama rapora ATK’ê bigirin û danişîn hate taloqkirin.
‘‘Jin, Jiyan, Azadî' ji dilê Kurdistanê derket û bû dengê hevpar ê xeyala azadiyê’
Platforma Yekitiya Jinên Kurd a Bakur bi boneya 3’yemîn salvegera serhildana "Jin, Jiyan, Azadî" daxuyanî da û got: “Serhildana ‘jin, jiyan, azadî’ ji dilê Kurdistanê derket û bû dengê hevpar a xeyala azadiyê ya cîhanê.”
Li Seqizê greva giştî ya ‘Jîna Emînî’
Bi boneya 3’yemîn salvegera qetilkirina Jîna Emînî, li bajarê wê Seqizê esnafan çalakiya greva giştî li dar xistin û deriyên dikanên xwe venekirin.
Ji Rojava bo jinan: Em ruhê şoreşê zindî bihêlin
Jinên li Rojavayê diyar kirin ku "jin, jiyan, azadî" veguheriye tevgereke hevpar a jinan û gotin: "Ev hem gerdûnîbûna têkoşîna jinan nîşan dide û hem jî nîşan dide ka jin çawa ji potansiyela xwe hêzê digirin."
Piştî Jîna Emîniyê: Hat fêmkirin ku bêyî azadiya jinan azadiya mêran ne pêkan e
Jinên ku beşdarî çalakiyên "jin, jiyan, azadî" yên piştî qetilkirina Jîna Emîniyê destpêkirin bûn, bal destnîşanî guherîna di civakê de ya tevî zextên rejîmê kirin û gotin: "Mêran ferq kir ku heya jin azad nebin ew jî azad nabin."
‘Jin, jiyan, azadî manîfestoya jiyana azad e’
Werîşe Mûradî diyar kir ku dirûşma “Jin, jiyan, azadî” mijara jinê veguherandiye bingeha şoreşê û got ku ev roj divê ne tenê weke rojeke bîranînê were nirxandin.
‘Têkoşîna Jîna Emînî pêşengtiya jinan kir’
TJA û hevserokên giştî yên DEM Partî û DBP’ê bi boneya 3’yemîn salvegera qetilkirina Jîna Emînî daxuyanî dan û gotin felsefeya “Jin, jiyan, azadî” veguherî berxwedaneke kûrewî.
Kampanyaya ‘Em ji bo bijîn û bidin jiyandin birêxistin dibin’ hat destpêkirin
Rêxistinên Saziyên Civakî (STK) yên Wanê, li dijî zêdebûna kuştina biguman a jinan û parastina mafên jinan kampanyaya “Em ji bo bijîn û bidin jiyandin birêxistin dibin” dan destpêkirin û dan zanîn ku ew ê ji bo ronîkirina mirinên biguman têbikoşin.
Nêrgiz Mihemedî: Dixwazin tolê ji tevgera ‘jin, jiyan azadî’ hilînin
Xwediya Xelata Aştiyê ya Nobelê Nêrgiz Mihemedî bi boneya salvegera çalakiyên “Jin, Jiyan, Azadî” peyamek parve kir û got: “Dixwazin girtiyan bitirsînin û ji vê tevgerê tolê hilînin.”
KNK: ‘Jin, jiyan, azadî’ çirûska avakirina civakek demokratîk û azad e
KNK’ê bi boneya 3’yemîn salvegera Şoreşa “Jin, jiyan, azadî” daxuyanî da û diyar kir ku “Jin, jiyan, azadî” ne dirûşmeke jirêzê ye û got: “Ev yek meşaleyeke guherînê ye, çirûska avakirina civakek demokratîk û azad e.”
Rewşa Îranê ya piştî 'Jin, jiyan, azadî': Jin li bendê namînin, ava dikin
Lîstikvana îranî Shaghayegh Norouzi, diyar kir ku berxwedana “jin, jiyan, azadî” ku 3 sal li pey xwe hişt, jin veguherand kirdeyê û got: “Jin êdî li benda guherînê nînin, ava dikin.”
Berxwedana li pişt dîwaran: Çalakiya ewil di qawîşa jinan de dest pê kir
Piştî qetilkirina Jîna Emînî, girtîgeh veguherîn qadên herî bibiryar ên berxwedanê. Tevî îşkence, tecrîd û gefên darvekirinê jî çalakiyên girtiyan didomin. Parêzer Leila Azadeh, got: “Protestoyên ewil di qawîşên girtiyên jin de dest pê kirin.”