Çalakiyên 1'ê Îlonê: Divê bingeha qanûnî ya pêvajoyê bê çêkirin
Çalakiyên 1'ê Îlonê: Divê bingeha qanûnî ya pêvajoyê bê çêkirin

TJA’yê li Amedê bi dirûşmeya “Ji bo civakeke azad û demokratîk em jin tên gel hev” kursiya aştiyê danî û daxwazên xwe yên li ser aştiyê anîn ziman.

Jinan bertek nîşanî xutbeyên Diyanetê dan: Em dev ji mafên xwe bernadin
Jinan bertek nîşanî xutbeyên Diyanetê dan: Em dev ji mafên xwe bernadin

Jinan, xutbeyên Serokatiya Diyanetê ku destkeftiyên jinan hedef digirin protesto kirin û bi daxwaza darizandina berpirsyaran, serlêdana sûc kirin.

TJK-E’yê li dijî darvekirinan bang kir
TJK-E’yê li dijî darvekirinan bang kir

Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê li dijî cezayên darvekirinê yên rejîma Îranê bang li hemû jinan kir ku dengê xwe bilind bikin.

TJA dê li Amedê ‘Kursiya Aştiyê’ deyne
TJA dê li Amedê ‘Kursiya Aştiyê’ deyne

Endama TJA’yê Nûr Aytemûr, hemû jin vexwend “Kursiya Aştiyê” ya ku dê li Amedê deynin û diyar kir ku daxwazên li vir tên gotin dê pêşkeşî komîsyona li Meclisê bikin.

Jinên Rihayê bi rêya Yaşameviyê hildiberînin û bihêz dibin
Jinên Rihayê bi rêya Yaşameviyê hildiberînin û bihêz dibin

Jinên ku di atolyeyên Komeleya Jinan a Yaşameviyê de hildiberînin û der barê mafên xwe de tên serwextkirin, gotin: "Destdayîna jiyana kesekî hesteke xweş e. Ez hêza jinan hîs dikim. Me di dema perwerdeyê de li çîrokên jiyana hev guhdarî kir. Me alîkariya hev kir ku em ji hev re bûn şîfa."

Tulay Hatîmogûllari: Divê mercên azad ku Ocalan bikare bixebite bên avakirin
Tulay Hatîmogûllari: Divê mercên azad ku Ocalan bikare bixebite bên avakirin

Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari diyar kir ku divê komîsyon tavilê bi Ocalan re hevdîtinê bike û got: “Divê mafê hêviyê yê birêz Ocalan bibe rojev û mercên ku bixebite tê de bi rehetî bixebite û bi hemû derdoran re hevdîtinê bike bên avakirin.”

Ji jinan peyama 1’ê Îlonê: Aştî bi têkoşînê tê
Ji jinan peyama 1’ê Îlonê: Aştî bi têkoşînê tê

Nûnerên rêxistinên jin û maf ên li Amedê xwe ji bo meşa 1’ê îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê amade dikin, gotin: “Em baş dizanin ku pêvajoya aştiyê ya ku birêz Abdullah Ocalan dixwaze pêş bixe, tenê bi têkoşînê dikare biencam bibe.”

Meclisa Jinan a DEM Partiyê hemû jin vexwend qadên 1'ê Îlonê
Meclisa Jinan a DEM Partiyê hemû jin vexwend qadên 1'ê Îlonê

Berdevka Meclisa Jinan a DEM Partiyê Kamîle Kandal diyar kir ku ew ê bi hev re têkoşîna aştî û azadiya jinan bidomînin û bang li jinan kir ku di 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê de dakevin qadan.

Bijîşkê ku hevjîna nexweşekî tacîz kir ji erka xwe hate dûrxistin
Bijîşkê ku hevjîna nexweşekî tacîz kir ji erka xwe hate dûrxistin

Bijîşkê ku hevjîna nexweşekî bi peyaman tacîz kiribû, piştî gilîkirinê der heqê wî de lêpirsîn hate vekirin û ji erka xwe hate dûrxistin.

Banga berdana Nanaxanim Babazade hate kirin
Banga berdana Nanaxanim Babazade hate kirin

Înîsiyatîfa Azadî ji Nanayê re, xwest ku Nanaxanim Babanzade ku tê xwestin were dersînorkirin, were berdan.

Dadgeha Îranê cezayê girtîgehê da aktivîsteke jin
Dadgeha Îranê cezayê girtîgehê da aktivîsteke jin

Dadgehek Îranê salek cezayê girtîgehê da aktivîst Mutehere Guneyî.

Zêdetirî hezar aktivîstan ji bo Şerîfe Mihemedî bang kirin
Zêdetirî hezar aktivîstan ji bo Şerîfe Mihemedî bang kirin

Zêdetirî hezar aktivîstên civaka sivîl û parazvanên mafên mirovan ji bo Şerîfe Mihemedî bang li rejîma Îranê kirin û xwestin biryara erêkirina cezayê darvekirinê were betalkirin.

Meclisa Jinan a DBP’ê: Tundî zêde dibe, saziyên dewletê bêdeng in
Meclisa Jinan a DBP’ê: Tundî zêde dibe, saziyên dewletê bêdeng in

Meclisa Jinan a DBP’ê, diyar kir ku bêdengiya saziyên dewletê û ya darazê tundiya li dijî jinan zêde dike û got. “Di mijara necezakirina sûcên li dijî jinan de, 'mirinên biguman' ên roj bi roj zêde dibin, ji bo parastina faîlan û veşartina rastiyê weke mertalekî tên bikaranîn.”

Jinên girtî bertek nîşanî astengkirina Kurdî dan
Jinên girtî bertek nîşanî astengkirina Kurdî dan

Girtiyên jin ên li Girtîgeha Jinan a Sîncanê bertek nîşanê helwesta komîsyona ku li Meclisê derbarê pêvajoyê de hatiye avakirin dan û pirsa, 'Ger hêj hikmên rêziknameya navxweyî li ser zimanê gel hesas nebe dê ev çawa pêk bê?', kirin.

Li dijî xutbeya Diyanetê bertek: Divê jin bi awayeke xurt têbikoşin
Li dijî xutbeya Diyanetê bertek: Divê jin bi awayeke xurt têbikoşin

Berdevka Giştî ya SKM’ê Tanya Kara diyar kir ku tê xwestin dijminatiya li hemberî jinan jinûve were dîzaynkirin û got: “Girîng e ku têkoşîna ji bo jiyaneke wekhev û azad bi awayekî herî xurt were birêxistinkirin.”

< 18 19 20 21 22 > Rupel 20 / 395