'Jin divê piştgiriya Tifaqa Ked û Azadiyê bikin'
'Jin divê piştgiriya Tifaqa Ked û Azadiyê bikin'

Endama Meclîsa Jinan a KESK'ê ya Stenbolê Bîrcan Dag diyar kir ku Tifaqa Cumhûr û Miletê ji ber ku xwedî ferasetak serdest in tiştekî ku bidin jinan tune ye û bang li jinan kir ku piştgiriyê bidin Tifaqa Ked û Azadiyê.

Faîlê tacîza zayendî hat girtin
Faîlê tacîza zayendî hat girtin

Li Wanê faîlê ku li zanîngehê tacîza zayendî li jinekê kirî hat girtin.

‘Rûkeniya Nagihanê dê her tim di têkoşîna me de bijî’
‘Rûkeniya Nagihanê dê her tim di têkoşîna me de bijî’

Aktîvîsta TJA’yê Ulker Ozadîktî diyar kir ku qetilkirina Nagihan Akarsel weke êrişeke lidijî têkoşîna rêxistinkirî ya jinan nirxand û wiha got: “Rûkeniya Nagihanê dê her tim di têkoşîna me de bijî. Em ê xwedî li Jineolojiyê derkevin ku bo hemû cîhanê bûye mînak.”

Jinên ji bo Akarselê rabûne ser piyan: Têkoşîna wê dê mezin bibe
Jinên ji bo Akarselê rabûne ser piyan: Têkoşîna wê dê mezin bibe

Jinên di kêliya şermezarkirina Endama Lêkolînên Navendî ya Jineolojiyê Nagîhan Akarselê de bi lêdanê hatibûn binçavkirin gotin: “Em ê gotina wê, nivîsên wê, pênûsa wê û vîna têkoşîna wê li her dereke mezin bikin.”

Jinan ji Amedê bang kir: Nagîhan Akarsel nemir e
Jinan ji Amedê bang kir: Nagîhan Akarsel nemir e

Berdevka Meclîsa Jinan a HDP'ê Ayşe Acar Başaran ku di daxuyaniyê têkildarî qetilkirina Nagîhan Akarselê de axivî, got: "Em ê bi azadiya jinê ji van desthilatên faşîst rizgar bibin."

Jinan bang kir: Em jî weke Nagihanê ber bi heqîqetê ve dimeşin
Jinan bang kir: Em jî weke Nagihanê ber bi heqîqetê ve dimeşin

Jinên ku bi mebesta protestokirina qetilkirina Nagihan Akarsel li Wan û Nisêbînê hatine ba hev wiha gotin: “Em jî weke Nagihanê ber bi heqîqetê ve dimeşin.”

Rojnamevanên jin ên kurd li ber girtîgehê bang kirin: Em serî natewînin
Rojnamevanên jin ên kurd li ber girtîgehê bang kirin: Em serî natewînin

MKGP'ê diyar kir ku rojnamevanên jin ên kurd ku mîrateya Gurbetellî Ersoz dewr girtine weke duh îro jî li dijî hişmeniya mêr têdikoşin û wiha got: "Em serî natewînin, em soza xwe gihandina azadiyê dubare dikin."

‘Nagîhan dê bi vîna têkoşîna jina kurd bijî’
‘Nagîhan dê bi vîna têkoşîna jina kurd bijî’

Endamên Platforma Jinan a Enqereyê bertek nîşanî qetilkirina endama Navenda Lêkolînên Jineolojiyê Nagîhan Akarselê dan û gotin: “Nagîhan dê bi vîna têkoşîna jinên kurd bijî.”

Keskîn: Em deyndarên Gurbetellî û hemû rojnamegerên hatine kuştin in
Keskîn: Em deyndarên Gurbetellî û hemû rojnamegerên hatine kuştin in

Hevseroka Giştî ya ÎHD’ê Eren Keskîn qala Gurbetellî Ersoz kir û wiha got: “Yek ji şahidiya herî mezin min kirî ew bû ku Gurbetellî bi heman awayî nêzî her kesî dibû. Heta di girtîgehê de jî xwe azad hîs dikir û jineke şanaz bû. Em bo Gurbetellî û hemû rojnamegerên hatine kuştin deyndar in.”

Seydaoglû: Jinên kurd ji ber ku mudaxileyê li pergalê dikin dibin hedef
Seydaoglû: Jinên kurd ji ber ku mudaxileyê li pergalê dikin dibin hedef

Edîtora Kovara Jineolojiyê Parêzer Rûşen Seydaoglû destnîşan kir ku tevgera jinên kurd ji ber ku bi awayekî pergalî mudaxileyî pêkhateya heyî dike bûye hedefa pergala serdest a zilamsalarî û wiha got: "Jin suîqasta li hemberî Nagîhan Akarsalê wekî êrişa li azadiyê dihesibînin. Lewma soz dan ku dê têkoşîna Nagîhanê bilind bikin."

MKGP dê li pêşiya Girtîgeha Amedê daxuyanî bide
MKGP dê li pêşiya Girtîgeha Amedê daxuyanî bide

MKGP dê bi wesîleya Roja Rojnamegerên Jinên Kurd li pêşiya Girtîgeha Jinan a Amedê daxuyanî bide.

Jin li dijî komployê meşiyan: Armanca komployê tunekirina destkeftiyên gelê kurd e
Jin li dijî komployê meşiyan: Armanca komployê tunekirina destkeftiyên gelê kurd e

Jinan, l Komploya Navneteweyî ya 9’ê Cotmehê ya li dijî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan li Êlihê bi meşekê şermezar kirin û wiha gotin: “Yên ku têkoşîna jinan a bi felsefeya Ocalan hatiye afirandin hedef digirin, nekarîn bi me paşvegav bidin avêtin. Armanca komployê, tunekirina destkeftiyên gelê kurd bû.”

Jin ji bo Akarsel daketin qadan: Em ê bi ruhê Nagihanê têkoşînê mezintir bikin
Jin ji bo Akarsel daketin qadan: Em ê bi ruhê Nagihanê têkoşînê mezintir bikin

Ji bo protestokirina qetilkirina Endama Navenda Lêkolînên Jineolojiyê Nagihan Akarsel, li gelek bajaran daxuyanî hatin dayîn. Jinan ev peyam dan: “Em ê bi ruh û mîrasa Nagihanê, têkoşîna xwe mezintir bikin.”

Kovara Jineolojiyê: Roj roja pêşxistina fikra berxwedanê ya Nagîhanê ye
Kovara Jineolojiyê: Roj roja pêşxistina fikra berxwedanê ya Nagîhanê ye

Kovara Jineolojiyê diyar kir ku êrişa li dijî Nagîhan Akarsel, li dijî têkoşîna azadiyê ya jinên kurd e û wiha got: "Roj roja pêşxistina fikra berxwedanê û azadiyê ku Nagîhanê diparast, pêşvedibir e."

Doza KCDP’ê: Malbatên jinên hatine qetilkirin weke şahid hatin guhdarîkirin
Doza KCDP’ê: Malbatên jinên hatine qetilkirin weke şahid hatin guhdarîkirin

Di danişîna doza girtina KCDP’ê de malbat weke şahid hatin guhdarîkirin. Malbatan got; “Li Tirkiyeyê komeleyên ku destdirêjiyê li zarokan dikin hene. Çima van komeleyan nagirin lê hewl didin komeleya ku dixwaze pêşî li ber qirkirina jinan bigire, bigirin. Em vê qebûl nakin.”

< 161 162 163 164 165 > Rupel 163 / 395