'Rêxistinbûyîna jina kurd ew çavtirsandî kirine'
Jinan diyar kir ku li Kurdistanê leşker û polîs jî daxilî nava kiryarên ku tahdeyê li jinan dikin bûne û wiha gotin: "Rêxitinbûyîna jina kurd wan çavtirsandî dike, lewma naxwazin jin xwe birêxistin bikin. Lê em ê bihêz bibin û bi ser bikevin."
Ji bo meşa 25’ê Mijdarê ya li Êlihê bang: Wer in em li dijî tundî û şer bimeşin
Aktîvîsta TJA’yê Gulistan Sonuk ji bo meşa ku dê li Êlihê bi pêşengtiya TJA’yê bê lidarxistin bang kir û bal kişand ser girîngiya têkoşîna li dijî tundiya mêr, dewlet û polîtîkayên şer.
Jinên êzidî: Bi fikra Ocalan birînên xwe derman dikin
Li Şengalê jinên êzidî ku di çarçoveya xebatên 25'ê Mijdarê de mal bi mal digerin û jinan birêxistin dikin diyar kirin ku jin bi fikra Ocalan xwe birêxistin kirine û gotin: "Kesên ku di sala 2014'an de hatin perçiqandin jinên êzidî bûn. Niha jinên êzidî bi fikra birêz Ocalan birînên xwe derman dikin."
TJA û HDP'ê li Stewrê serdana gel kir
TJA û HDP'ê têkildarî bernameya 25'ê Mijdarê li Stewrê serdana gel kirin.
TJA li Botanê gund bi gund bi jinan re dicive
TJA di çarçoveya 25'ê Mijdarê de li gundê Avgamasya yê Şirnexê bi jinan re civiya. Di civînê de hat diyarkirin ku dê têkoşîna jinan a li dijî pergala mêrserdest bidome.
Ber bi 25’ê Mijdarê ve: Em ê bêjin ‘Jin jiyan azadî’ û azad bibin
Jinan li gelek bajaran çalakiyên 25’ê Mijdarê bi rê ve birin û gotin: “Em xwedî li mûyê porê xwe, mafên xwe û azadiya xwe derdikevin û berxwedanê mezin dikin.”
Kujerê Ozlem G’yê hate girtin
Zilamê bi navê Z.S. ku li navçeya Bergamayê jina bi navê Ozlem G. qetil kiribû, hate girtin.
Jinên şirnexî: Li dijî tundiyê divê em bibin yek
Li Şirnexê jinên ku li hemû qadan li dijî hişmendiya serdest a mêrî têdikoşin gotin: "Jin, jiyan û azdî ye. Divê em li dijî neheqî û tundiya mêran bibin yek."
'Pêşketinên berxwedana jinê geştir dibin'
TJA û HDP’ê ku li Nisêbînê têkildarî 25’ê mijdarê daxuyaniyeke hevpar dan, êrişên Tirkiyeyê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şermezar kirin û gotin ku pêşketinên berxwedana jinan ên li dijî pergala zilamsalariyê êdî bi awayekî herikbar xwe diguherinin û geştir dibin.
Banga beşdariya meşên 25’ê Mijdarê hat kirin
Jinan di çarçoveya 25’ê Mijdarê de li Amed û Antalyayê banga beşdariya çalakiyên dê li dar bixin kirin.
Jinek li Îzmîrê hat qetilkirin
Jina bi navê Ozlem G. li navçeya Bergamayê ji hêla zilamê bi navê Z.S. ve hat qetilkirin.
Di rêveberiya 23 baroyan de ku ji 228 kesan pêk tê tenê 59 jin cih digirin
Di hilbijartina 23 baroyên di meha cotmehê de li Kurdistanê hatin kirin de ji rêveberiyên baroyan re 169 mêr û 59 jin hatin hilbijartin vê yekê cihekariya nûnertiya wekhev de careke din raxist ber çavan. Ji rêveberiya 23 baroyên ku meha cotmehê li Kurdistanê hilbijartin kirin re 169 mêr û 59 jin hatin hilbijartin vê yekê jî cihekariya nûnertiya wekhev careke din raxist berçavan. Parêzer Zeynep Kûtlûk, diyar kir ku ji bo çareseriyê veguherîneke bingehîn şert e.
TJA: Li dijî polîtîkayên şer ên dewletê biherikin Tunela Taksîmê
TJA’yê bi vîdeoyekê bang li hemû jinan kir ku li dijî polîtîkayên şer ên dewletê, di 25’ê Mijdarê de biherikin Tunela Taksîmê.
TJA wê biryarên konferansê bi komîsyonên ku ava bike bixe meriyetê
Parlamentera HDP'ê Gulistan Kiliç Koçyîgît diyar kir ku yek ji rojeva sereke ya TJA û jinên kurd tecrîda ku veguheriye amûra tundiyê ye û got biryarên 4'emîn Konferansa Jinan a 24'ê îlonê li Êlihê hat lidarxistin, wê bi rêya komîsyonan bikevin meriyete.
Di şexsê Jîna û Nagihan de jinên qetilkirî hatin bibîranîn
DAKAP'ê bi rasthatina 25'ê Mijdarê di kesayeta Jîna Emînî û Nagîhan Akarsel de hemû jinên hatine qetilkirin bi bîr anî.