Lêgerîna tazî ya li dijî rojnamevanên jin hat redkirin
Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê îtîraza li dijî biryara neşopandinê ya têkildarî lêgerîna tazî ya li ser rojnamevanên jin hat kirin, red kir.
Parêzerê kiryar xwest qetilkirina Alturkê rewa bike!
Parêzerê Metîn Şengîlê ku Mîhrîban Alturkê qetil kir, parast ku êrişa li Alturk ne êrişeke kujende bûye, ji ber ku xwîn zêde jê çûye jiyana xwe ji dest daye.
Kujerê Pakistan Demir dîsa neanîn danişînê
Mehmet Emîn Oner ê li Kerboranê Pakistan Demîr kuştibû bi hêceta “ji bo tedawiyê birine nexweşxneyê” neanîn danişînê.
Pêkhateyên jinan ên Tifaqa Ked û Azadiyê hatin ba hev
Jinên ji pêkhateyên Tifaqa Ked û Azadiyê li Navenda Giştî ya HDP’ê hatin ba hev.
Têkildarî mirina bi guman a Muhbet C. biryara nepeniyê hate dayîn
Jina bi navê Muhbet C. li Taxa Bulak a Colemêrgê bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da. Ji bo lêpirsîna têkildarî mirina Muhbet C. biryara nepeniyê hate dayîn.
Doza Fîrdevs Babat: Dadgehê daxwaza faîl a veguhestina dozê hewaleyî Wezareta Dadê kir
Di danişîna ewil a doza qetilkirina Fîrdevs Babat de kujer Ahmet Babat îdia kir ku ewlehiya canê wî nîne û xwest ku doz li bajarekê din were lidarxistin. Dadgehê ji bo vê daxwazê ji Wezareta Dadê re muzekkere nivîsand.
Li Egeyê tundiya zilam: Jinek hat qetilkirin
Li Denîzlilyê Ummuhan Zerrîn Û. ji aliyê Sînan Û. ve hate qetilkirin. Li Îzmîrê jî Gîzem A. ji aliyê hevjînê xwe K.A. ve hate xwestin bê qetilkirin.
Li Colemêrgê mirineke bi guman
Li Colemêrgê dayika 2 zarokan G.C. bi awayekî bi guman jiyana xwe ji dest da.
Tîma Jinan a Amedsporê li sehaya xwe Tîma Jinan a Trabzonsporê têk bir
Tîma Futbolê ya Jinan a Amedsporê li sehaya xwe bi Tîma Futbolê ya Jinan a Trabzonsporê re lîst û 2-1 têk bir.
Li Stenbolê mirina biguman a jinekê
Hemwelatiya Swêdê Yasmine Mejri li otoparka oteleke li navçeya Kagithaneyê, bi awayekî bi guman jiyana xwe ji dest dayî hate dîtin.
Keskîn: Cihê şanaziyê ye ku xelatên Olof Palme layiqî jinan hatiye dîtin
Ji sê parêzvanên mafên mirovan ên layiqî Xelata Olof Palme hatin dîtin Hevseroka Giştî ya ÎHD'ê Eren Keskîn, bi lêv kir ku cihê şanaziyê ye ku her sê xelat jî layiqî jinan hatiye dîtin.
'Divê daraz ji bo jinan mafê parastina rewa esas bigire'
Parêzer Mehtap Sert bal kişand ser tahdeya li jinê tê kirin û helwesta darazê û diyar kir ku divê daraz dema biryaran dide bêhtir aliyê jinan bigire û bi awayekî eşkere mafê parastina rewa esas bigire û wiha got: "Cezakirin bi tena serê xwe jinan ji tahdeyê naparêze. Tevdîrên di wesfê parastinê de divên."
Başaran: Li cihê ku jin tên qetilkirin em ê bi guherandina makeqanûnê ya AKP’ê re nebin
Berdevka Meclisa Jinan a HDP’ê Ayşe Acar Başaran diyar kir ku hewldana guherandina makeqanûnê ya îktîdarê ji bo hilbijartinê ye û wiha got: “Di demekê ku qetilkirina jinan zêde dibe de em bi sererastkirina makeqanûnê ya îktîdara AKP-MHP’ê re nînin.”
Biryara tehliyeyê gotina ‘dewlet li pişt min e’ pitşrast kir: Dengê min bibihîzin
Îpek Gulşen diyar kir ku Baran Kizil ê gotiye, “dewlet li pişt min e” û hewl daye wê tecawiz bike hatiye berdan û got: “Biryara tehliyeyê gotina ‘li pişt min dewlet heye’ piştrast kir. Hê ku ez li jiyanê me dengê min bibihîzin.”
Dayika Pinar Gultekîn beraet kir
Kujerê Pinar Gultekîn, Cemal Metîn Avci bi îdiaya “Gef û heqaretê” doz li dayika Gultekîn, Şefîka Gultekîn vekiribû. Gultekîn di dozê de beraet kir.