TJA'yê deklarasyona 8'ê Adarê êşkere kir
TJA'yê bi dirûşma “Piştgiriya Jinan Dide Jiyandin" deklarasyona 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê bi daxuyaniyekê eşkere kir.
Di konên xemrî de piştevanî didome
Di konên mor ên ji aliyê Tora Piştevaniya Femînîst a ji bo Afetê, bi partiyên siyasî û rêxistinên sivîl ên civakî re hatin vedan de piştevaniya jinan didome.
Li Semsûrê lîsteya pêdiviyên jinan hat amadekirin
TJA, Meclîsa Jinan a HDP'ê û jinên femînîst, li Semsûrê lîsteya pêdiviyên jinên mexdûrên erdhejê amade kirin.
Jin 8’ê Adarê pêşwazî dikin: Em ê ji bo avakirina jiyana nû li qadan bin
Jinên kurd 8’ê adarê li herêmên erdhejê bi piştevaniyê pêşwazî dikin. Parêzer Sûzan Akîpa wiha got: “Hilweşîna herî mezin a bi serê me hatî ne erdhej e, ev desthilata faşîst a bi serdestiya mêr e. 8’ê Adara îsal wê bibe soz û çalakiya avakirina jiyana nû.”
‘Rûyê rast ê dewletê hat dîtin'
Endama EKA'yê Delal Erol diyar kir ku gelê Antakyayê bi hêrs e û got ku di xebatên alîkarî û piştevaniyê de rûyê rast ê dewletê hatiye dîtin.
Ji malbateke 12 kesî tenê dê û bav man: Min her tim li ber zilmê li ber xwe da
Malbata Hezer ku ji 12 kesan pêk dihat, niha ji ber zordestiya dewletê tenê dê û bav mane. Dayik Ayşe Hezer ku tu caran dest ji berxwedanê bernedaye got: "Dewletê gelek tişt anîn serê min. Zarokê min, hemû belav kirin, min û hevjînê min tenê hiştin. Lê min li hemberî wan serê xwe netewand û heta dilopek xwîn jî di laşê min de bimîne ez ê li ber xwe bidim."
Jinên Botanê TIR'a binevşî ber bi Dîlokê ve bi rê kir
Şaredariya Silopiyayê TIR'a binevşî ya ku tenê ji pêdiviyên jin û zarokan pêk tê ber bi Dîlokê ve hate bi rê kirin.
Li Narliyê zêmarên kurdî bilind dibin
Zêmarên kurdî yên Leyla Sûna ya 80 salî dilorîne ji konbajarê li Narliyê bilind dibin.
Gelo jin li herêmên erdhejê çi dijîn?
Berdevka Meclisa Jinan a HDK’ê ya Stenbolê Nazli Bûket Yazici diyar kir ku li herêmên erdhejê dîsa berpirsyariya herî mezin ketiye ser milê jinan û wiha got: “Ev rewş, travmaya heyî hêj mezintir dike.”
Piştevaniya Mor li herêma erdhejê ye: Konê piştevaniya jinê ava kirin
Ji Komeleya Jinan a Piştevaniya Mor Cemîle Baklaci da zanîn ku wan li Hatayê “konê piştevaniya jinê” ava kirine û wiha got: “Em ji bo pêşwazîkirina pêdiviyên jin û zarokan ên weke cihê mayînê û yên taybet û tevdîrên li dijî xetereyan li qadan e.”
Tora Koordînasyona Afetê ya Koalîsyona Jinan hate avakirin
Bi armanca ku tevkariyê li tamîrkirina hilweşînê ya piştî erdheja li Mereşê pêk hat bike, Tora Koordînasyona Afetê ya Koalîsyona Jinê hat avakirin.
Dayika Aştiyê Pehrûze Ergîn jiyana xwe ji dest da
Dayika Aştiyê Pehrûze Ergîn krîza dil derbas kir û jiyana xwe ji dest da.
TJA’yê ji bo piştevaniya bi jin û zarokan re bang kir
TJA’yê diyar kir ku divê pêdiviyên jin û zarokên li herêmên erdhejê bên pêşwazîkirin û banga mezinkirina piştevaniyê kir.
Jinên li Colemêrgê nan dipêjin: Roj roja piştevaniyê ye
Jinên colemêrgî ku ji bo herêmên erdhejê seferber bûne diyar kirin ku roj ne roja cihêkariyê ye û wiha gotin: “Roj roja piştevanî, yekitî, xwişk û biratiyê ye.”
CFWIJ’ê bertek nîşanî astengkirina rojnamegeran da
CFWIJ’ê têkildarî astengkirin û binçavkirina rojnamegeran li herêmên erdhejê daxuyaniyek da û wiha got: “Rojnamegerî di tu serdeman û di serdemên krîzan de sûc nîne.”