Ji Jinan Hevdîtina Herêma Egeyê: Em ê nerazîbûn û berxwedanê birêxistin bikin
Jin Bihevre Bihêz in dê di “Hevdîtina Herêma Egeyê” de bi jinan re bê ba hev û têkoşîna rêxistinkirî ya li dijî êrişên îktîdarê nîqaş bike.
Endama Navenda Lêkolînê ya Jineolojiyê: Di zanîstê de pêdivî bi perspektîfa jinê heye
Endama Navenda Lêkolînên Jineolojiyê Zahîde Memo diyar kir ku wan di Konferansa Zanîstê ya Yekemîn a Navenda Lêkolînên Jineolojiyê de cihê jinê yê di cihana zanîstê de nîqaş kirine û destnîşan kir ku di xebatên zanîstî de pêdivî bi “perspektîfa jinê” heye.
Faîlê ku 6 meh piştî kuştina Kiliç hate girtin biraziyê parlamenterê MHP’ê derket
Derket holê ku kesê bi navê Yildirim S. ku 6 meh piştre ji ber mirina Zerrîn Kiliç hate girtin, biraziyê parlamenterê MHP’ê ye.
Parlamentera Efxanistanê ya berê Mursel Nebîzade hate qetilkirin
Parlamentera Efxanistanê ya berê Mursel Nebîzade li mala xwe ya li Kabulê rastî êrişeke çekdarî hat û hate qetilkirin.
Emîne Şenyaşar ji bo danişînê bang kir: Em li benda her kesî ne
Emîne Şenyaşar ji bo danişîna ewil a doza “komkujiya nexweşxaneyê” ku sibê bê lidarxistin got: “Heke zext çêbibe, dibe ku edalet pêk were û kurê min bê berdan. Hêviya min di hatina we de ye.”
Jinek li Tarsûsê hate qetilkirin
Jina bi navê Emîne E. li Tarsusê ji hêla hevjînê xwe ve hate qetilkirin.
OHD'ê rapora xwe ya der barê Girtîgeha Sîncanê ya Jinan de eşkere kir
Komîsyona Jinan a OHD a Şaxa Enqereyê, rapora xwe ya der barê Girtîgeha Sîncanê ya Jinan de eşkere kir. Di raporê de binpêkirinên mafan hatie destnîşankirin û giha hat gotin: "Ji bo berpirsên van êrişên serdest ên mêran bên darizandin, em ê pêvajoyê bişopînin."
Li Êlihê tundiya zilam: Kesek mir 2 kes birîndar bûn
Li Êlihê Ahmet D. bi çekê êrişî Ezîze G ku dest ji hev berdabûn, birayê wê û biraziyê wê kir. Di êrişê de Ezîze G. û biraziyê wê birîndar bûn, birayê wê jiyana xwe ji dest da.
MKGP’ê rapora salekê ya binpêkirina mafên rojnamegerên jin parve kir
MKGP’ê “Rapora Binpêkirina Mafên Rojnamegerên Jin a Salekê” bi daxuyaniyekê parve kir. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku 18 rojnamegerên jin niha di girtîgehê de ne.
Jinan komkujiya Parîsê protesto kir
Meclîsa Jinên Ciwan a HDP'a Stenbolê, qetilkirina 3 jinên kurd ên di 9'ê Cotmeha 2013'an de li Parîsê hatin qetilkirin protesto kirin.
Fîdan Dogan li ser gora xwe hate bibîranîn
Siyasetmedara kurd Fîdan Dogan ku li Parîsê hatibû qetilkirin li ser gora xwe hate bibîranîn. Berdevka HDP’ê Ebrû Gunay di merasîma bîranînê de axivî û wiha got: “Dê hesaba qetilkirina her hevaleka me ji faîlan were pirsîn. Dê ev yek jî bi saya têkoşîna jinan û felsefeya ‘jin, jiyan, azadî’ pêk bê.”
Du jinên windayî li malekî mirî hatin dîtin
Dîlara Gultay û Cansû Demîrel ên li Stenbolê windayî bûn, li malekî mirî hatin dîtin.
Cansiz, Dogan û Şaylemez li Rojava hatin bibîranîn
Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ku li Parîsê hatibûn qetilkirin, li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatin bibîranîn û beşdaran wiha got: “Pergala mêr-serdest jinên pêşeng ên têkoşîna azadiyê bo xwe weke gefekê dibînin.”
Derbarê dirûşma 'Jin jiyan azadî' de lêpirsin hat destpêkirin
Derbarê dirûşma "Jin jiyan azadî" de ya ku li Girtîgeha Sîncanê ya Jinan di 25'ê Mijdarê de hatiye berzkirin de lêpirsin hat destpêkirin.