Jina di qonaxa hevberdanê de bi giranî hate birîndarkirin
Jina di qonaxa hevberdanê de bi giranî hate birîndarkirin

Kesê bi navê D.Y. li Êlihê bi kêran êrişî jina bi navê F.Y. kir ku di qonaxa hevberdanê de bûn. F.Y. di êrişê de bi giranî birîndar bû.

MKGP: Di 3 mehan de 25 rojnamevanên jin hatin darizandin
MKGP: Di 3 mehan de 25 rojnamevanên jin hatin darizandin

Platforma Rojnamevanên Jin a Mezopotamya diyar kir ku di 3 mehên dawî de 14 rojnamevanên jin hatine binçavkirin û 25 rojnamevanên jin jî hatine darizandin.

‘Beriya bûyerê gef li Fîrdevs Babat hatin xwarin’
‘Beriya bûyerê gef li Fîrdevs Babat hatin xwarin’

Di danişîna doza Ahmet Babat de ku Fîrdevs Babat qetil kiribû, li şahidan hate guhdarîkirin. Şahidan da zanîn ku Ramazan Babat beriya bûyerê gef li Fîrdevs Babat xwaribû.

Kovara Jinê bi manşeta ‘Di Konfederalîzma Demokratîk de jin, jiyan, azadî heye’ derket
Kovara Jinê bi manşeta ‘Di Konfederalîzma Demokratîk de jin, jiyan, azadî heye’ derket

Hejmara nû ya Kovara Jinê bi manşeta “Di Konfederalîzma Demokratîk de ‘jin, jiyan, azadî’” derket.

Jinan dest ji Peymana Stenbolê bernedaye
Jinan dest ji Peymana Stenbolê bernedaye

Jinan ji bo Peymana Stenbolê destnîşan kirin ku "Hê ji bo me neqediyaye" û gotin ku dê têkoşîna wan a di warê hiqûqî de bidome.

‘Jin jiyan azadî ji gelên Îranê re bû ronahî’
‘Jin jiyan azadî ji gelên Îranê re bû ronahî’

Rojnamevan Şilêr Gûran anî ziman ku felsefeya “Jin jiyan azadî” ji gelên Îranê re bûye ronahî û bi lêv kir ku guhertinên rejîmê yên di “Qanûna Xêlî û Îfetê” de nikarin bandorê li têkoşîna jinan bikin.

Xwendekara tev li çalakiya ‘Jin jiyan azadî’ bû hate girtin
Xwendekara tev li çalakiya ‘Jin jiyan azadî’ bû hate girtin

Armîta Paver, a tev li çalakiyên “Jin jiyan azadî” yên piştî qetilkirina Jîna Emînî dest pê kirin bû, cara duyemîn hate girtin.

TJA: Tecrîda li ser Ocalan sûcekî herî mezin ê li dijî mirovahiyê ye
TJA: Tecrîda li ser Ocalan sûcekî herî mezin ê li dijî mirovahiyê ye

TJA’yê têkildarî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdûllah Ocalan daxuyaniyeke nivîskî da û wiha got: “Tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd birêz Abdullah Ocalan sûcê herî mezin ê mirovahiyê ye û hewceye demildest ev tecrîd bê rakirin.”

Dayika Aştiyê Bulut tehliye bû: Ez ê dev ji doza xwe bernedim
Dayika Aştiyê Bulut tehliye bû: Ez ê dev ji doza xwe bernedim

Dayika Aştiyê Hanse Bulut ku ji ber poşmantiya dihat ferzkirin qebûl nekir tehliyeya wê ji bo 3 mehan hatibû taloqkirin, hate berdan. Bulut, got: “Ez poşman nînim. Heta ku hebim dê dev ji doza xwe bernedim.”

Jinan li dijî êrişên dewleta tirk banga têkoşîna yekgirtî kirin
Jinan li dijî êrişên dewleta tirk banga têkoşîna yekgirtî kirin

Jinên ku li dijî êrişên dewleta tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê banga têkoşîna yekgirtî kirin wiha gotin: “Divê li dijî feraseta serwer a dijminê jinan û kurdan em pratîka têkoşîneke xurt nîşan bidin.”

Jinan li Silêmaniyê bang kir: Dê felsefeya ‘Jin, jiyan, azadî' hêj mezintir bibe
Jinan li Silêmaniyê bang kir: Dê felsefeya ‘Jin, jiyan, azadî' hêj mezintir bibe

Di axaftinên vekirina Navenda Lêkolîn, Arşîv û Pirtûkxaneya Jinên Kurd de ev peyam hate dayîn: “Çiraya Nagihanê vêxistî dê li vê pirtûkxaneyê aj bide. Felsefeya Jin, Jiyan, Azadî dê mezin bibe.”

Jinên katalonyayî: Rizgarî, bi têkoşîna azadiyê pêkane
Jinên katalonyayî: Rizgarî, bi têkoşîna azadiyê pêkane

Jinên katolanyayê yên ji bo vekirina Navenda Lêkolîn, Arşîv û Pirtûkxaneya Jinên Kurd hatin Silêmaniyeyê, diyar kirin ku îro şahidiya rojeke dîrokî dikin û rizgarî bi têkoşîna jinan a azadiyê pêkane.

Pirtûkxaneya Jinên Kurd tê vekirin: Dîroka jinan a nayê dîtin dê bê nivîsîn
Pirtûkxaneya Jinên Kurd tê vekirin: Dîroka jinan a nayê dîtin dê bê nivîsîn

Pirtûkxaneya Jinên Kurd ku rojnamevan-akademîsyen Nagîhan Akarsel a li Silêmaniyê hate qetilkirin demekî dirêj xebatên wê meşandin îro tê vekirin. Bi pirtûkxaneyê dîroka jinan a nayê dîtin dê bê nivîsîn.

Hevala wê ya têkoşînê Derwêş vegot: Her tim li herî pêş bû
Hevala wê ya têkoşînê Derwêş vegot: Her tim li herî pêş bû

Hevala têkoşînê ya Hevseroka Kantona Qamişloyê Yûsra Derwêş a di êrişa hewayî ya dewleta tirk de hate qetilkirin, Semîra Hac Elî ku têkoşîna Derwêşê vegot, wiha got: “Yûsra bi zanebûna jineke kurd a azad, her tim li pêş bû.”

Jin amadekariyên serdema nû dikin: Em ê rêxistinbûyînê xurt bikin
Jin amadekariyên serdema nû dikin: Em ê rêxistinbûyînê xurt bikin

Jinan ji bo serdema nû bal kişand ser girîngiya têkoşîna jinan û gotin ku ew ê rêxistinbûyînê xurt bikin û li dijî êrişan li qadan bin.

< 124 125 126 127 128 > Rupel 126 / 395