Çeteleya JINNEWS'ê ya tîrmehê: 26 jin hatin qetilkirin
Çeteleya JINNEWS'ê ya tîrmehê: 26 jin hatin qetilkirin

Li gorî çeteleya tundiyê ya JINNEWS'ê di tîrmehê de 26 jin û 2 zarok hatine qetilkirin û 9 jin û 4 zarok jî bi awayeke gumanbar jiyana xwe ji dest dane.

Li Sêweregê jinek hate qetilkirin
Li Sêweregê jinek hate qetilkirin

Jina bi navê Esma Kalenderlî li navçeya Sêweregê ji hêla Mûrat Otuş ve hate qetilkirin.

Kovara Jinê bi manşeta ‘Hem birîn hem jî şîn didome’ derket
Kovara Jinê bi manşeta ‘Hem birîn hem jî şîn didome’ derket

Kovara Jinê di berga xwe ya vê hefteyê de cih da Fermana 74’an a li dijî êzidiyan û bi manşeta “Hem birîn hem jî şîn didome” derket.

Li Rihayê jinekê jiyana xwe ji dest da
Li Rihayê jinekê jiyana xwe ji dest da

Li navçeya Karakopru ya Rihayê jinekê jiyana xwe ji dest da.

Jin nexşerêya xwe diyar dikin: Em ê rêxistinbûnê xurt bikin
Jin nexşerêya xwe diyar dikin: Em ê rêxistinbûnê xurt bikin

Endama Meclisa Jina a Partiya Çepên Kesk Sevtap Akdag, diyar kir ku di civînên jinan ên di çarçoveya jinûve avakirinê de rexneyên erênî derketin holê û wiha got: “Em ê rêxistibûyîna xwe xurttir bikin.”

Danişîna faîlê Sakîne Kultur sibê ye
Danişîna faîlê Sakîne Kultur sibê ye

Danişîna doza Serokê Ocaxên Tevgera Taybet ê Şirnexê Îbrahîm Barkin ku li Şirnexê Sakîne Kultur bi îşkenceyê qetilkiribû dê sibê bê lidarxistin.

Tundiya zilam bû sedema ku zarok ji ber biçe
Tundiya zilam bû sedema ku zarok ji ber biçe

Jina ducanî ya bi navê Cansel Dûrsûn, ji ber xwedî li kuçikên kolanan derketiye, bi zarokê xwe ya 6 salî re rastî tundiya zilamekê hat û zaroka jê re ducanî bû jî ji ber avêt. Hat destnîşankirin ku birayê faîl, vê carê gefa mirinê li Dûrsûn dixwe.

‘Şoreşa Rojava bersiva herî xurt e li dijî Peymana Lozanê'
‘Şoreşa Rojava bersiva herî xurt e li dijî Peymana Lozanê'

Endama Kongra Starê Menal Mihemed diyar kir ku Şoreşa Rojavayê bersiva herî xurt a jinan a li dijî Peymana Lozanê ye û got: "Dê Lozaneke nû bi têkoşîna jinan bê nivîsandin."

Salek e kujerê Zerkînê nehatiye zeftkirin
Salek e kujerê Zerkînê nehatiye zeftkirin

Denîz Ozarsaln ku Ezgî Zerkînê qetil kir hê jî nehatiye zeftkirin. Malbata Zerkînê got: "Ev kujer ji aliyê hin kesan ve tê parastin." KCDP'ê jî ji bo kujer bê zeftkirin amadekariyên hin çalakiyan dike.

Guhertina qanûna nû: Zilamê ku tê ‘efûkirin’ cînayetek nû dike
Guhertina qanûna nû: Zilamê ku tê ‘efûkirin’ cînayetek nû dike

Cîgira Seroka Navenda Mafên Jinan a Baroya Êlihê Sumeyye Gultekîn Aykut diyar kir ku sererastkirina înfazê ya nû cesarete dide zilaman û got: “Ev kes bi mantiqê ‘ez bikujim jixwe efû tê’ jinan qetil dikin. Divê destûra vê sererastkirina ku pêşî li efûkirina kuştina vedike neyê dayîn.”

RAWA: Em ji wêrekiya şervanên kurd îlhamê werdigirin
RAWA: Em ji wêrekiya şervanên kurd îlhamê werdigirin

Yekitiya Jinên Şoreşger a Kabîl-Efganistanê (RAWA) diyar kir ku ji şervanên jin ên kurd îlham girtine û li dijî pergala baviksalariyê peyama têkoşînê dan.

Yuksel Mutlu: Em dikarin Lozanê ji holê rakin, ev girêdayî rêxistinbûyîna me ye
Yuksel Mutlu: Em dikarin Lozanê ji holê rakin, ev girêdayî rêxistinbûyîna me ye

Siyasetmedar Yuksel Mutlu diyar kir ku Lozan ji bo jinan tê wateya “sazîbûna pergala baviksalarî” û got: “Em dikarin Lozanê ji holê rakin, ev girêdayî rêxistinbûyîna me ye. Heke em têkoşîna xwe xurt bikin, wê navê Lozanê jî neyê ser zar û zimanan.”

TJA’yê encamnameya komxebata Lozanê eşkere kir
TJA’yê encamnameya komxebata Lozanê eşkere kir

TJA’yê bi wesîleya salvegera 100’emîn a Peymana Lozanê li Amedê komxebatek li dar xistibû. TJA’yê encamnameya komxebatê bi raya giştî re eşkere kir.

EŞÎK ji bo destkeftiyên jinan dest bi hevdîtinan kir
EŞÎK ji bo destkeftiyên jinan dest bi hevdîtinan kir

Endama EŞÎK’ê parêzer Merve Çîftçî Devran diyar kir ku wan bi parlamenterên jin re dest bi hevdîtinan kiriye û wiha got: “Armanca me ew e ku em hemû parlamenter û dilxwazên jin ên EŞÎK’ê bînin ba hev û feraseta binpêkirinên li ser tevgera jinan derxînin holê.”

Rojnivîska zaroka ku xwe kuşt: Ez nizanim ez ê çi bikim
Rojnivîska zaroka ku xwe kuşt: Ez nizanim ez ê çi bikim

Esra Y. bi tecaiwizê re rûbirû dimîne û piştî ku faîlên girtî tên berdan xwe dikuje. Esrayê tevî ku di rojnivîska xwe de behsa tecawiz, şantaj û gefa kuştinê kiriye jî lê hê jî 3 faîl serbest in.

< 122 123 124 125 126 > Rupel 124 / 395