Li Îranê di bin navê 'namûsê' de cinayetên jinan zêde dibin
Damezrînera ICAVI'yê û Endama Kampanyaya Cinayetên Namûsê Bide Sekinandin Roûhî Shafîî diyar kir ku di salên dawî de li Îranê di bin navê "namûsê" de gelek jin hatine qetlkirin û got: "Jin, ne namûsa tu kesî ne."
Jin Lozanê nîqaş dikin: Em ê di sedsala nû de vê axê azad bikin
Cîgira Serokê Giştî yê PÎA’yê Menîce Gulmez a Lozan weke “rûxandinê” penase kir, diyar kir ku jin wê sedsala nû ji nû ve ava bikin û wiha got: “Jin dê vê axê azad bikin.”
Li Sûltangaziyê jin civiyan: Têkoşîn û rêxistinkirin destnîşan kirin
Hevberdevka Partiya Çepên Kesk Çîgdem Kiliçgun Ûçar a di civîna jinan a ji aliyê HDP’ê û Partiya Çepên Kesk ve li navçeya Sûltangaziyê hate lidarxistin de axivî wiha got: “Em ê li ba jinan û gelê xwe bin.” Di civînê de rêxistinkirin û têkoşîn derket pêş.
TJA Komxebata Lozanê li dar dixe: Em ê yekitiya xwe biparêzin
TJA bi minasebeta salvegera 100’emîn a Peymana Lozanê de li hotêlek Amedê komxebatê li dar dixe. Siyasetmedar Çaglar Demîrel axaftina destpêkê kir û got: “Em ê yekitiya gelan û jinan biparêzin û bi hev re biryarê bidin."
Li Êlihê di 7 mehan de 5 jin hatin qetilkirin
Aktivîsta TJA'yê Gurbet Dogan, bibîr xist ku di dema desthilata AKP'ê de 7 hezar û 990 jin hatine qetilkirin û li dijî vê îşaret bi avakirina tora têkoşîna hevpar kir.
Tora Têkoşîna bi Tundiyê re ya Amedê: Polîtîkayên dijminantiya jinan tundiyê zêde dike
Tora Têkoşîna bi Tundiyê re ya Amedê ku li ser zêdebûna qetilkirina jinan û mirinên bi guman ên jinan daxuyanî da. Torê diyar kir ku hikûmet bi polîtîkayên dijminantiya jinan destkeftiyên jinan dike hedef û bi zimanê xwe yê zayendparêz tundiyê teşwîk dike û ev yek cesaretê dide kesên tundiyê dikin.
Jinek li Îzmîrê hat qetlkirin
Li navçeya Kemalpaşa ya Îzmîrê Kubra O. ji aliyê Mehmet O. ê dev ji hev berdabûn ve hat qetilkirin.
Li Qoserê kuştina jinan hat protestokirin
Aktîvîstên TJA'yê û endamên Meclisa Jinan ên DBP, Partiya Çepên Kesk û HDP’ê qetilkirina jina bi navê Hindirin Aydogan bi daxuyaniyekê li Qoserê protesto kirin.
Hejmara zarokên tên zewicandin zêde bû: Mekanîzmayên parastinê nayên bikaranîn
Hevserokê Komîsyona Zarokan a Baroya Wanê Mûstafa Ozoral bal kişand ser zêdebûna hejmara zarokên têne zewicandin û anî ziman ku mekanîzmayên parastina zarokan nayên bikaranîn.
Di civîna jinan de têkoşîna li dijî tecrîdê hat destnîşankirin
Hevdîtina jinan a di çarçoveya civînên gel ên HDP’ê û Partiya Çepên Kesk de bal kişandin ser tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û hat destnîşankirin ku li dijî tecrîdê têkoşîn bê kirin.
Jina ku dihat îdiakirin ‘întîhar’ kiriye: Alî ez avêtim xwarê
Jina bi navê Kubra Y. ji qata 4’an a avahiya lê dijiya, bi awayekî guman kete xwarê. Malbata Y., diyar kir ku Mehmet Alî Yurt keça wan ji avahî avêtiye xwarê û gef li şahidan tên xwarin.
Cezayê muebbeta giran dan kesê Remziye Yucel qetil kirî
Jina bi navê Remziye Yucel di qonaxa hevberdanê de ji hêla Zeynal Yucel ve hatibû qetilkirin. Cezayê muebbeta giran li Zeynal Yucel hate birîn.
Aydogan: Komkujiyên serdestan nikarin pêşî li têkoşîna jinên azadîxwaz bigirin
Siyasetmedar Nûrsel Aydoganê diyar kir ku komkujiyên serdestan nikarin pêşî li têkoşîna jinên azadîxwaz bigirin û ji bo hedefgirtina jinên pêşeng jî wiha got: "Cihê jinên hatine qetilkirin, ji aliyê peyrewên wan ve hatiye dagirtin û ev têkoşîn her domandiye."
Ji JINNEWS'ê çeteleya tundiyê: Di hezîranê de 25 jin hatin kuştin
Li gorî çeteleya meha Hezîranê ya JINNEWS'ê 25 jin hatin qetilkirin û 27 jî bi guman jiyana xwe ji dest dane.
Li Stenbolê 2 jin hatin qetilkirin
Kesê bi navê Erdal Şahîn hevjîna xwe Nazli Şahîn û dayika wê qetil kir.