Jinên şirnexî: Ditirsin ku dengê Abdullah Ocalan bigihije gel
Jinên silopiyayî diyar kirin ku îktîdar ditirse dengê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bigihije gel û wiha gotin: “Em dixwazin rewşa Serokê xwe bizanin û were berdan.” Jinan ji bo tevlibûna Meşa Azadiyê bang kirin.
Danîşina doza kujerê ku Leyla Karaaslan û 3 keçên wê qetil kir sibê ye
Danişîna doza Hasan Karaslan ê hevjîna xwe Leyla Karaaslan û 3 keçên xwe qetil kir dê sibê bê lidarxistin. Aktîvîsta TJA'yê Guler Tûnç, bang li hemû jinan kir ku beşdarî danişînê bibin.
Li Rihayê jina ducanî hat qetilkirin
Li navçeya Kaniya Xezalan Fîdda Uzun a ducanî ji aliyê hevjînê xwe Ahmet Uzun ve hat qetilkirin.
Meclisa Jinan a HEDEP’ê dê starta 25'ê Mijdarê li ber Girtîgeha Sîncanê bide
Meclisa Jinan a HEDEP'ê starta 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinan a Cîhanê bi dirûşma "Em jê nagerin, em li her derê ne" dê li ber Kampusa Girtîgeha Sîncanê bide.
Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bernameya 25'ê Mijdarê hat eşkerekirin
Platforma Çalakiyên Hevpar ên Tevger û Rêxistinên Jinan di bin dirûşmeya “Li dijî her cure tundî û dagirkerî, Jin–Jiyan–Azadî” de hemleya çalakiyên xwe yên bi boneya 25`ê Mijdarê da destpêkirin.
Kujerê Selamet Yeşîlmen 8 sal in tên parastin
Polîsan li navçeya Nisêbînê di sala 2015'an de di qedexeya kolanan de ji maşîneya zirxî gule reşandin û Selamet Yeşîlmen li ber deriyê mala wê ew qetil kirin. Di ser kuştina Yeşîlmen re 8 sal borîn, lê hêj kujer nehatine darizandin.
Tîma Futbolê ya Jinan a Amedsporê 3 pûan wergirtin
Tîma Futbolê ya Jinan a Amedsporê di sehaya xwe de Ataşehîr Belediyespor 2 û 1 têk bir.
Encamnameya Konferansa Jinan a Rêveberiyên Herêmî diyar bû
Di encamnameya Konferansa Jinan a Rêveberiyên Herêmî yên Demokratîk de hat destnîşankirin ku dê di hemû mekanîzmayên biryargirtinê de li gorî rêgeza nûnertiya wekhev were tevgerîn.
Hejmara 37’an a Kovara Jinê: Ev 100 sal in jin li ber xwe didin
Hejmara 37’an a Kovara Jinê bi manşeta “Ev 100 sal in jin li ber xwe didin” derket.
Jinên TJA’yî bi girseyî hatin pêşwazîkirin
Aktîvîstên TJA’yê yên ji Girtîgeha Jinan a Sîncanê hatine berdan, li Amedê bi girseyî hatin pêşwazîkirin.
Paryanî ya Efxan: Em ne tenê li dijî Talîban, li dijî cîhanê li ber xwe didin
Çalakger Zarmîna Paryanî ya piştî Talîban Efxanistan bi dest xist, ji bo parastina mafên jinan tev li çalakiyan bûye, hat girtin û rastî îşkenceyê hatiye got: “Dewletên cîhanê Efxanistan teslîmî Talîban kirin. Îro em ne tenê li dijî Telîban, li dijî cîhanê li ber xwe didin.”
Nergis Muhammedê greva birçîbûnê bi dawî kir
Aktivîsta îranî Nergis Mûhammedî ku hêjayî Xelata Aştiyê ya Nobelê hatiye dîtin, greva birçîbûnê ya di 6'ê Mijdarê de dabû destpêkirin, bi dawî kir. Mûhammediyê ji ber nexweşiya dil rakirin nexweşxaneyê û piştre şandin girtîgehê.
Jinan berdana çawişê pispor ê tacîzkar protesto kirin
Aktîvîstên TJA’yê berdana çawişê pispor Eyûp K. ku li Nisêbînê 4 zarok tacîz kiribû, protesto kirin.
Jinên TJA'yî ji girtîgehê derketin
9 Jinên TJA'yî piştî girtina salekê ji girtîgehê derketin. Malbat, heval û parêzeran, jin pêşwazî kirin.
9 aktîvîstên TJA’yê hatin berdan
Di danişîna Doza TJA’yê de 9 aktîvîst hatin berdan û der barê Zeynep Boga de jî biryara berdewam girtinê hat dayîn.