Di 9 mehan de 21 jin hatin qetilkirin
Platforma Jinan a Edeneyê, aşkere kir ku li bajêr 5 jê biguman 21 jin di encama tundiya mêr de hatin qetilkirin.
TJA: Gultan Kişanak dîl tê girtin û divê tavilê were berdan
TJA’yê diyar kir ku tevî dema girtinê ya dirêj a Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê ya berê Gultan Kişanak xelas bûye jî nayê berdan û wiha bertek nîşan da: “Gultan Kişanak dîl tê ragirtin. Divê tavilê were berdan.”
Meclisa Jinan a HEDEP’ê: Kobanê çirûska serhildana jinan e û dê tu carî nekeve
Berdevka Meclisa Jinan a HEDEP’ê Halîde Turkoglû têkildarî 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê daxuyaniyê da. Turkoglû diyar kir ku Kobanê, çirûska serhildan û têkoşîna jinan e û wiha got: “Li Kobanê bi pêşengtiya jinan jiyaneke nû tê avakirin û dê tu êriş û tu hêz nekarin Kobanê têk bibin.”
Du jinên ku gefa kuştinê li wan tê xwarin: Emniyet xemsar nêz dibe
Yildiz Kayalar û dayika wê Sultan Şahîn diyar kirin ku zilamek li gundê ji gundê wan gefa kuştinê li wan dixwe û tevî ku serî li emniyete dane jî tu tiştek nehatiye kirin.
‘Jin dê pêşengtiyê ji avakirina Rêya 3’yemîn re bikin’
Jinan diyar kirin ku di serî de tecrîd, çareseriya hemû krîzan xeta Rêya 3’yemîn e û anîn ziman ku dê pêşêngtiyê ji avakirina Rêya 3’yemîn re bikin.
Cenazeyê Armîtayê li Tehranê hate veşartin
Jina ciwan Armîta Girawend a li Îranê di encama êrişa polîsan ketibû komayê û duh jiyana xwe ji dest dabû li Tehranê hate veşartin.
TJA’yê bi mijarên tecrîd û şerê taybet atolye li dar xist
TJA’yê di çarçoveya kampanyaya “Bi jin, jiyan, azadî ve ber bi azadiyê ve” li Amedê bi mijara tecrîd û şerê taybet atolye li dar xist.
Jinên herêma Botanê: Ev sedsal wê bibe sedsala ‘Jin Jiyan Azadiyê’
Siyasetmedarên jin ê Botanê ê der barê kampanyaya ku TJA'ê daye destpêkirin de axivîn û diyar kirin ku li dijî polîtîkayên şerê taybet pêwîstî bi têkoşîneke birêxistinkirî heye û gotin: "Îro dewlet dixwaze ku li damarê civakê bimije û bihelîne. Polîtîkayeke pir zirav dide meşandin û heta nava malên me jî hatiye. Em ê van polîtîkayan teşhîr bikin. Ev sedsal sedsala Jin Jiyan Azadiyê ye."
TJA'yê li Mêrdînê kargeh li dar xist
TJA'yê di çarçoveya kampanyaya “Bi jin jiyan azadiyê ber bi azadiyê ve” de li Mêrdînê kargeha perwerdeyê li dar xist.
Başalan: Bedena jinê qada şer nîne
Ji Komeleya Dema Jinê Dîlek Başalan diyar kir ku dê li dijî zîhniyeta mêr-dewletê ya di şer de li ser teşhîrkirina bedena jinê propagandaya siyasî dike têbikoşin û wiha got: “Bedena jinê, qada şer nîne.”
TJA’yê têkildarî tiryak û fuhûşê daxuyanî da
Tevgera Jinên Azad ji bo ku balê bikişîne bikaranîna tiryakê û fuhûşê yên her ku diçe zêde dibin li navenda Îdirê belavok belav kir.
Jinên botanî tecrîdê nîqaş dikin: Birêz Ocalan hêj jî ji bo aştiyê têdikoşe
Di çarçoveya kampanyaya “Bi jin, jiyan, azadiyê ber bi azadiyê ve” li Şirnexê civîn hate lidarxistin. Di civînê de hat gotin ku israra Abdullah Ocalan a ji bo aştiyê didome û hêj jî ji bo aştiyê têdikoşe.
Li Sîncanê berdana girtiyan tê taloqkirin: Jin hedef tên girtin
Kamber Yildiz, birayê Necla Yildiz a di Girtîgeha Jinan a Sîncanê de ku berdana wê hat astengkirin, anî ziman ku bi van pêkanînan jin hedef tên girtin.
Li Hewselê li dijî şer darên ‘aştiyê’ hatin çandin
TJA’yê di çarçoveya kampanyaya “Bi jin, jiyan, azadî ber bi azadiyê ve” de li dijî şerê li Rojhilata Navîn, li Baxçeyên Hewselê darên “aştiyê” çand.
MKG: Rojnameger Bal di zûtirin demê de berdin
Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê ji bo edîtora rojnameya Xwebûnê Naîfe Bal ku binçavkirî ye bang kir û xwest ku were bedan.