Jinan ji bo meşên 25’ê Mijdarê bang kirin
Jinan ji bo meşên 25’ê Mijdarê bang kirin

Jinan diyar kirin ku 25’ê Mijdar salvegera sekna li dijî patriyarkayê ye û gotin: “Em ê li dijî şer, tundî, xizanî û kedxwariyê her tim jiyan û mafên xwe biparêzin.” Jinan ji bo meşên 25’ê Mijdarê banga tevlibûnê kirin.

Hatîmogûllari bi jinên defneyi re civiya: Em ê vê birînê bi hev re derman bikin
Hatîmogûllari bi jinên defneyi re civiya: Em ê vê birînê bi hev re derman bikin

Hevseroka Giştî ya HEDEP’ê Tulay Hatîmogûllari ku li navçeya Defneyê bi jinên ku mexdûrên erdhejê ne re civiya, destnîşan kir ku ji bo mexdûrên erdhejê neyên jibîrkirin divê herkes dengê xwe derxîne û wiha got: “Em ê vê birînê bi hev re derman bikin.”

Li Mîdyadê ji ber cînayeta Yeşîlmen polîsek hate binçavkirin
Li Mîdyadê ji ber cînayeta Yeşîlmen polîsek hate binçavkirin

Li Mîdyadê têkildarî cînayeta Gulcan Yeşîlmen polîsek hate binçavkirin.

Serhildaneke li dijî pergal, dewlet û feraseta mêr: Dengbêjî
Serhildaneke li dijî pergal, dewlet û feraseta mêr: Dengbêjî

Dengbêj Hediye Kalkan destnîşan kir ku dengê jinê yê ku dixwestin qut bikin bi yekem serhildana jinê ya dengbêjiyê belavî her çar aliyê cîhanê bûye û got: “Dengbêjî serhildaneke li dijî pergal, dewlet û feraseta mêr e. Ji yek bingehên têkoşînê ye.”

Ji Yewnanistanê peyama 25'ê Mijdarê: Em dikarin bi hev re vê çerxê bidin sekinandin
Ji Yewnanistanê peyama 25'ê Mijdarê: Em dikarin bi hev re vê çerxê bidin sekinandin

Endama NAR'ê Rosy Monakiyê diyar kir ku li dijî diyarkirina çarenûsa xwe ya jinan polîtîkayên tirsnak tên sepandin û got: "Li Yewnanistanê tevgera femînîst a radîkal bihêz dibe. Tehemûla me ji bo çanda destdirêjiyê, ji bo tundî, îstîsmara zayendî û tacîzê tune ye. Em dikarin bi hev re vê çerxê bidin sekinandin."

Li Silopiyayê panela 'Tecrîd û Qirkirina Jinan'
Li Silopiyayê panela 'Tecrîd û Qirkirina Jinan'

Parlamentera HEDEP'ê ya Mêrdînê Beritan Guneş di panela jinan de axivî. Guneşê bal kişand ser tecrîdê û got: "Heke ku pergala cîhanê biguhere, ev dê beyî jinan û paradigmaya birêz Ocalan çênebe.”

Jinan rêbazên têkoşîna li dijî tundiyê nîqaş kirin
Jinan rêbazên têkoşîna li dijî tundiyê nîqaş kirin

Li Îranê jina ev 7 meh in dernaxin dadgehê dest bi greva birçîbûnê kir
Li Îranê jina ev 7 meh in dernaxin dadgehê dest bi greva birçîbûnê kir

Nasim Simiari ya 7 meh berê bi hinceta tev li çalakiyên “Jin, jiyan, azadî” bûye hatibû binçavkirin, ji bo nederxistina xwe ya dadgehê şermezar bike, dest bi greva birçîbûnê kir.

Li Wanê navnîşana fînala 25'ê Mijdarê Ezbercîler e
Li Wanê navnîşana fînala 25'ê Mijdarê Ezbercîler e

Li Wanê dê fînala çalakiyên 25'ê Mijdarê li ber Navenda Kar a Ezbercîlerê bê lidarxistin. Jinan bi dirûşma "jin, jiyan, azadî"yê hemû hevcinsên xwe vexwendin çalakiyê.

Fermandara YPJ'ê Kaxre: Em ji bo jinên cîhanê têdikoşin
Fermandara YPJ'ê Kaxre: Em ji bo jinên cîhanê têdikoşin

Ji fermandarên YPJ'ê Rojda Kaxre bal kişand ser êrişên Tirkiyeyê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û got: "Em li dijî DAIŞ'ê bi ser ketin, me jin rizgar kirin. Çawa ku DAIŞ ji Arîn Mîrxanan tirsiya, Tirkiye jî ji Zîlanan ditirse. Em jî wekî jinên ku mîrateya wan dewr girtiye, em ê têkoşîna xwe bidomînin. Em ji bo jinên cîhanê têdikoşin."

Mukriyanî: 'Jin, jiyan, azadî' rê li ber tevgereke şoreşgerî ya ji netewebûnê wêdetir vekir
Mukriyanî: 'Jin, jiyan, azadî' rê li ber tevgereke şoreşgerî ya ji netewebûnê wêdetir vekir

Endama KJAR'ê Rojîn Mukriyaniyê diyar kir ku 'jin, jiyan, azadî'yê rê li ber tevgereke şoreşgerî ya ji neteweyê wêdetir vekir û got: "Em dizanin ku tovên vê fikra şoreşger ji zû de aj dane. Lê divê mezintir bibin."

Banga ji bo 25’ê Mijdarê
Banga ji bo 25’ê Mijdarê

Endamên Piştevaniya Morê ji bo çalakiya 25’ê Mijdarê ya li Îzmîrê bang kirin û diyar kirin ku wê li dijî êrişên desthilatdariyê têkoşînê mezin bikin.

Ji jinên girtî re qert şandin û zincîra mor çêkirin
Ji jinên girtî re qert şandin û zincîra mor çêkirin

Bi boneya 25’ê Mijdarê ji jinên girtî re qert hatin şandin û bi çêkirina zincîra mor navên jinên hatin qetilkirin hatin xwendin.

Li Kocaeliyê jinek hate qetilkirin
Li Kocaeliyê jinek hate qetilkirin

Li navçeya Çayirovayê Bahrî G. yê hevjîna xwe Kezban G. qetil kir, kurê xwe Salih G. jî bi giranî birîndar kir û reviya.

Jin dê hêj bihêztir derkevin kolanan
Jin dê hêj bihêztir derkevin kolanan

Endama KGB’ê Selîn Tok diyar kir ku têkoşîna jinan li her çar aliyên cîhanê mezin dibe û wiha got: “Me dest bi amadekariyan kir. Li dijî girtina kolanan, em ê îsal hêj qelebalixtir derkevin her kolanê.”

< 107 108 109 110 111 > Rupel 109 / 395