Meşeke bêdawî: Bi hêviyê ber bi azadiyê ve
Meşa jinan a "ber bi Rojê ve" dê 7 rojan bidome, lê di esasê xwe de wê qet bi dawî nebe.
Jinên ji Amedê meşiyan li Enqereyê ne
Jinên ku bi dirûşmeya "Em bi hêvî ber bi azadiyê ve dimeşin" ji Amedê ber bi Enqereyê ve meşiyan, li ber Girtîgeha Sîncan a Enqereyê daxuyanî dan û gotin ku divê "mafê hêviyê" bê naskirin û banga pêşxistina pêvajoyê kirin.
Çîgdem Dogû: Divê jin bi awayekî komunal xwe birêxistin bikin
Endama KJK’ê Çîgdem Dogû, têkildarî Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk axivî û wiha bal kişand ser girîngiya komunan: “Cihê ku ev komunbûn veguheriye îradeya jin û civakê ew cih e ku ew xencer ji pişta jinê hatiye derxistin.”
Çeteleya JINNEWS’ê ya meha Îlonê: 19 jin hatin qetilkirin
Li gorî çeteleya tundiyê ya meha Îlonê ya JINNEWS’ê; 19 jin û zarokek hatin qetilkirin û 21 jin û zarokekî bi awayekî guman jiyana xwe ji dest dan.
Jin dixwazin keda wan bê dîtin
Jinên ku beşdarî “2’yemîn Mihrîcana Çand û Xebata Jinan a Peyasê” bûn, xwestin hejmara mihrîcanên keda jinan tê de tê dîtin bêhtir bên lidarxistin û gotin: "Keda me nayê dîtin; lêbelê em li vir in.”
Encama Xelatên Rojnamegeriyê ya Gurbetellî Ersozê diyar bûn
Encamên Xelatên Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersozê diyar bûn. Di Beşa Nûçeya Tirkî de xelata yekemîniyê dan nûçegihana me Zeynep Durgutê.
Peyam ji bo meşê: Divê Ocalan azad be
Siyasetmedar û parlamenetera berê ya HDP'ê Feleknas Ûca bi peyamekê piştgirî da meşa bi dirûşmeya "Em bi hêviyê ber bi azadiyê ve dimeşin" ku 1'ê Cotmehê ji Amedê destpê kir û ber bi Enqereyê ve didome.
Nagihan Akarsel li Manîsayê hat bibîranîn
Meclisa Jinan a DEM Partî ya Manîsayê, Endama Navenda Lêkolînê ya Jineolojiyê Nagihan Akarselê bibîr anî.
Peyama Komîteya Dîplomasiyê ji bo meşvanên jin: Em hêzeke mezin ji sekna we werdigirin
Komîteya Dîplomasiya Hevpar a Sazî û Partiyên Siyasî yên Kurdistanî jinên ku bi dirûşma "Bi hêviyê ber bi azadiyê ve dimeşin" berê xwe dane Enqereyê silav kir û got: "Em hêzeke mezin ji sekna we ya bi biryar a ji bo paşerojeke azad werdigirin."
MKG'ê rapora binpêkirinan a Îlonê eşkere kir
MKG'ê di rapora xwe ya binpêkirina mafên jinên rojnamevan a meha Îlonê de diyar kir ku binpêkirina mafên jinên rojnamevan zext û zordestiyan dewam kiriye û di raporê de hat ragihandin ku 5 rojnamevanên jin hîn jî girtî ne.
Bang ji bo fînala meşê
vÇaglar Demîrel a TJA'yî diyar kir ku jinên ku bi dirûşmeya "Em bi hêviyê ber bi azadiyê ve dimeşin" ji Amedê dest bi meşê kirin, dê sibê li ber Girtîgeha Sîncanê daxuyaniyekê bidin û got ku ew ê dosyeya ku wan der barê pêvajoyê de amade kiriye di 7'ê Cotmehê de pêşkêşî meclisê bikin.
Hejmara 136'emîn a Kovara Jinê derket
Hejmara 136'emîn a KOvara Jinê bi berga "Jina gotin û pênûsê: Nagihan Akarsel" weşiya.
Kongra Star: Divê Abdullah Ocalan bi awayekî fizîkî azad bibe
Meclisa Kongra Star a Şedadê, daxwaza azadiya fizîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kir.
Jinan li Dîlokê Hakî Karer li cihê lê hat qetilkirin bibîr anîn
Jinên ku bi dirûşmeya "Em bi hêviyê ber bi azadiyê ve dimeşin" ji Amedê ber bi Enqereyê ve bi rê ketin, ji kadroyên pêşeng ên PKK'ê Hakî Karer li cihê ku lê hat qetilkirin, bi bîr anîn.
Îlham Ehmed ji meşê re peyam şand: Di her gavê de em bi we re dimeşin
Hevseroka Komîteya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Îlham Ehmed ji bo meşa TJA’yê peyam şand û got: “Em di her gavê de bi we re dimeşin."