Dayik, keç û neviya wê ya 3 salî ji ber îdiaya polîsan a ‘qûşxane-tawa’ hatin girtin
Polîsan bi ser mala Ayfer Şahîn û keça wê Şehrîban Mamuk de girtibûn û îşkence kiribûn. Li ser giliyê polîsan a bi îdiaya “Bi qûşxane-tawayan êrişî me kirin”, Şahîn û Mamûk hatin girtin. Mamuk neçar ma ku zaroka xwe ya 3 salî jî bi xwe re bibe girtîgehê.
Ji JINNEWS'ê çeteleya tundiyê: 36 jin hatin qetilkirin
Li gorî çeteleya tundiyê ya JINNEWS'ê di meha mijdarê de 36 jin hatin qetilkirin, 23 jinan bi awayeke guman jiyana xwe ji dest dan û 7 jin jî rastî hewldana kuştinê hatin.
Li Efxanistanê mirina biguman a jinan zêde dibe: Di 4 salan de 4 hezar û 300 jinan jiyana xwe ji dest dan
Endama Tevgera Şemiya Mor Aîshayê bal kişand ser mirina biguman a jinan ku li Efxanistanê di nava 4 salên dawî de 4 hezar û 300 jin bi awayekî guman mirine û got: "Rewşa jinan li welêt gelekî bi fikar e. Rêjeya 'xwekuştinê' ya jinên afxan nîşana zehmetî û binpêkirinên mafên mirovan e ku ew bi wan re rû bi rû dimînin.”
Platforma Yekitiya Jinên Kurd: Em ê bi 'Jin, Jiyan, Azadî'yê yekitiya xwe ava bikin
Platforma Yekitiya Jinên Kurdistanê li Herêma Kurdistana Federe hin hevdîtin kirin. Endama platformê Hevşaredara HDP'ê ya Silopiyayê Adalet Fîdan bilêv kir ku ew ê xebatên xwe berfireh bikin û got:"Tu caran qasî vê demê pêwîstî bi yêkitiya jinan nehatiye dîtin. Em ê bi ruhê 'Jin, Jiyan, Azadî'yê li her çar perçeyên Kurdistanê yekitiya xwe ava bikin."
Dê 1’emîn Konferansa Jinan a Navneteweyî li Silêmaniyê bê lidarxistin
Yekemîn Konferansa Jinan a Navneteweyî dê sibe li Silêmaniyeyê bê lidarxistin. Tê payîn ku gelek akademîsyen bi lêkolînên xwe tev li konferansê bibin.
Li ber girtîgehê bang kirin: Em dixwazin ji Abdullah Ocalan agahiyekê bigirin
Parlamentera HEDEP’ê Çîçek Otlû ya li ber Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê axivî, diyar kir ku dixwazin ji Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan agahiyekê wergirin.
Şandeya jinan bi jinên endamên Partiya Komunîst re civiyan
Şandeya jinên HEDEP’î li Silêmaniyê bi jinên endamên Partiya Komunîst a Kurdistanê re civiyan.
MKG’ê 1’emîn Lijneya Giştî li dar xist
MKG’ê 1’emîn Lijneya Giştî li dar xist û rêveberiya xwe diyar kir.
Li Şirnexê 8 sal in jin di 25'ê Mijdarê de rastî tundiya dewletê tên
Li Şirnexê 8 sal in çalakiyên 25’ê Mijdarê tên qedexekirin û her sal di wê rojê de jin rastî tundiya dewletê tên. Îsal jî jinên ku rastî tundiyê hatin anîn ziman ku êriş li dijî têkoşîna jina kurd e û gotin: "Em ê paş ve gav neavêjin. Em ê polîtîkayên tundî û qirkeriyê teşhîr bikin û em ê li qadan bin."
Li Enqereyê notirvanekî hevjîna xwe qetil kir
Notirvanê taxê yê li navçeya Mamakê Î.O.K., hevjîna xwe A.N.K.'ê bi çekê qetil kir.
Baroya Rihayê atolyeya ‘Wekheviya zayendiya civakî’ li dar xist
Navenda Mafên Jinan a Baroya Rihayê di çarçoveya çalakiyên 25’ê Mijdarê de bi sernavê “Li Herêma Rihayê Mijara Wekheviya Zayendiya Civakî” atolye li dar xist.
Li Mecîdiyekoyê bûn yekdeng: Em çareya hev û du ne
Jinên ku li Qada Mecîdiyekoyê hatin gel hev, li dijî tundiya mêr-dewletê, şer û polîtîkayên tecrîdê bal kişandin ser yekitiyê û wiha gotin: “Em çareya hev û du ne.”
Li Mecîdiyekoyê meşa 25'ê Mijdarê: Dê serîhildana me neqede
Jinên ku bi pêşengiya Platforma Jinan a 25’ê Mijdarê li Mecîdiyekoyê hatin cem hev, bi dirûşmeyên “Jin, jiyan, azadî” û “Em bêdeng nabin, natirsin, serî natewînin” daxwazên xwe anîn ziman. Jinan di meşê de peyama "dê serîhildana me neqede" dan.
Jin li dijî tundiyê bi dirûşmeya ‘jin jiyan azadî’ li qadan e
Jinên bi boneya 25’ê Mijdarê li gelek bajaran di çalakiyan û aktîvîteyan de hatin bahev, bi dirûşmeya “Jin jiyan azadî” daxwazên xwe yên azadiyê qîriyan.
Jinan ji Dêrsimê bang kirin: Gulistan Dokû li ku ye?
Jinên bi dirûşmeya “Li dijî xizantî, newekhevî, tundî û şer; têkoşîna bi rêxistinkirî” meş li dar xistin, aqûbeta Gulistan Dokû pirsîn û destnîşan kirin ku ew ê destûrê nedin polîtîkayên şerê taybet.