Çeteleya tundiyê ya JINNEWS’ê: 320 jin hatin qetilkirin
Çeteleya tundiyê ya JINNEWS’ê: 320 jin hatin qetilkirin

Li gorî çeteleya tundiyê ya ya JINNEWS’ê, di sala 2023’an de herî kêm 320 jin hatine qetilkirin û 189 jin jî bi awayeke guman jiyana xwe ji dest dan

Kovara Jînê bi manşeta ‘2023: Serhildana li dijî newekhevî, tecrîd, patriyarka û xizaniyê’ derket
Kovara Jînê bi manşeta ‘2023: Serhildana li dijî newekhevî, tecrîd, patriyarka û xizaniyê’ derket

Hejmara Kovara Jînê ya vê hefteyê bi manşeta “2023: Serhildana li dijî newekhevî, tecrîd, patriyarka û xizaniyê” derket.

Berdevka DBP'ê Bahçecî: Sala 2024'an dê bibe sala azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan
Berdevka DBP'ê Bahçecî: Sala 2024'an dê bibe sala azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan

Berdevka Meclisa Jinan a DBP'ê Bêrîvan Bahçeçî ya sala 2023'yan nirxand, diyar kir ku li dijî êrîşên destkeftiyên jinan wê di sala nû de têkoşîna jinên rêxistinkirî were zêdekirin û got: "Em careke din soza xwe dubare dikin ku sala 2024’an wê bibe sala azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan."

Jin di kargeha pirzimanî de hatin bahev
Jin di kargeha pirzimanî de hatin bahev

Li Wanê di çarçoveya projeya “Ji Çaran Çar, Jin Huner” de jin di kargeha ku stranên pirzimanî hatin gotin de hatin bahev.

Du caran mala wê hate şewitandin, zarokên wê yên cêwîk hatin kuştin
Du caran mala wê hate şewitandin, zarokên wê yên cêwîk hatin kuştin

Dema zarokên cêwîk ên Salîha Îlhan a 74 salî yek rojî bûn di encama şewitandina gundê wan de hatin qetilkirin. Kurekî wê 30 salan girtî ma, kurê wê yê din ê bi darê zorê leşkerî kir jî ji ber zexta lê hate kirin êdî nikare biaxive. Îlhan a hêj keça wê girtî ye wiha got: “Ez ne poşman im, hemû kedên min dane helal bin.”

Faîlê ku Kuşçu qetil kiribû hate girtin
Faîlê ku Kuşçu qetil kiribû hate girtin

Jina bi navê Zeynep Gul Kuşçu ya 31 salî ji hêla hevjînê xwe yê berê Ahmet Tahiîr Erat ve hatibû qetilkirin. Erat, hate girtin.

Komeleya Jinan a Rosayê 5 sal in pirsgirêkên jinan çareser dike
Komeleya Jinan a Rosayê 5 sal in pirsgirêkên jinan çareser dike

Komeleya Jinan a Rosayê tevî hemû zextan jî ji bo çareserkirina pirsgirêkên jinan têdikoşe. Rêvebera komeleyê Berfîn Polat destnîşan kir ku ew ê jinan “ji wijdana vê pergala xerab re nehêlin”.

Peywirdarkirina lijneya rêveberiya MKG’ê hate diyarkirin
Peywirdarkirina lijneya rêveberiya MKG’ê hate diyarkirin

Di peywirdarkirina lijneya rêveberiyê ya MKG’ê de Roza Metîna weke seroka komeleyê hate hilbijartin.

Li Îzmîrê di nava 4 rojan de 3 jin hatin qetilkirin
Li Îzmîrê di nava 4 rojan de 3 jin hatin qetilkirin

Jina bi navê Zehra Barbak li Îzmîrê ji hêla hevjînê xwe ve hate qetilkirin.

Komkujiya Parîsê: Fransa naxwaze dozê ‘weke dosyayeke siyasî’ bi rê ve bibe
Komkujiya Parîsê: Fransa naxwaze dozê ‘weke dosyayeke siyasî’ bi rê ve bibe

Parêzerê dozê Davîd Andîc diyar kir ku tevî salek bi ser êrişa li dijî Navenda Çandê ya Ahmet Kaya re derbas bûye jî di lêpirsînê de tu pêşketin çênebûye û destnîşan kir ku Fransa naxwaze dozê ‘weke dosyayeke siyasî’ bi rê ve bibe.

73 salî ye Nobeta Edaletê digire: Bihêvî me, serkeftina me nêz e
73 salî ye Nobeta Edaletê digire: Bihêvî me, serkeftina me nêz e

Meyaser Akdag a 2 zarokên xwe di têkoşîna azadiyê de û hevjînê xwe jî di sirgûnê de winda kir, tevî hemû tiştên hatine sere wê jî ji serkeftinê bawer e û dibêje: "Em tevî vî temenê xwe jî ji bo aştiyê tên vê derê. Êdî em naxwazin cenaze ji girtîgehan derbikevin.”

DEM Partiyê banga serlêdanê li jin û ciwanan kir
DEM Partiyê banga serlêdanê li jin û ciwanan kir

Komîsyona Hilbijartinê ya Jinan a Rêxistina DEM Partiyê ya Edeneyê, ji bo bajaran bi hev re birêvebibin û hevjiyaneke azad ava bikin, bang li hemû jin û ciwanan kir ku bila ji partiya wan bibin bernamzet.

Li Afyonê zilamekî 3 jê jin, 4 kes qetil kirin
Li Afyonê zilamekî 3 jê jin, 4 kes qetil kirin

Li Afyonê zilamê bi navê Mert Mûharrem T. Havva Şenol a dest ji hev berdabûn, dayik, bav û dapîra wê bi çeke qetil kirin.

Gokkan: Divê saziyên mafên mirovan têkevin nava liv û tevgerê
Gokkan: Divê saziyên mafên mirovan têkevin nava liv û tevgerê

Berdevka berê ya TJA'yê Ayşe Gokkanê got: "Ji ber ku ez li dijî zextên dewletê yên li ser jinan û kurdan rabûm, ez hê jî têm cezakirin. Lê ez li ku derê bim jî dê têkoşîna min bidome. Pêwîst e saziyên hiqûqî û mafên mirovan ji bo pêşîgirtina li van binpêkirinan bikevin nava liv û tevgerê."

Du girtiyên nexweş di greva birçîbûnê de ne: Heke îro nebe kengî?
Du girtiyên nexweş di greva birçîbûnê de ne: Heke îro nebe kengî?

Elîf Çetînbaş û Rihan Kavak Ozbek ên di lîsteya girtiyên nexweş a ÎHD’ê de ne diyar kirin ku dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirine û pirsa “Heke îro nebe em ê kengî daxwaza azadiya fizîkî ya birêz Ocalan bikin?” pirsî.

< 103 104 105 106 107 > Rupel 105 / 395