Bavê Şaylemezê: Ez heyranî aliyê wê yê têkoşer dimam
Abdulbarî Şaylemez ê keça xwe Leyla Şaylemez a beriya 11 salan li Parîsê hate qetilkirin vegot, wiha got: “Ez hem weke bavekê hem jî yek ji gel heyranî zanebûna wê ya di temenekî ciwan de û ruhê wê yê têkoşer dimam.”
Li Amedê jinek hate qetilkirin
Li navçeya Rezanê Pervîn Bal ji aliyê hevjînê xwe N.B. ve hate qetilkirin.
Têkoşîna xwe di Nobeta Edaletê de didomîne
Dayika Aştiyê Halîme Kaya ya gundê wê hatiye şewitandin, hevjînê wê di îşkenceyê de hatiye qetilkirin û lingê kurê wê hatiye seqetkirin û bi salan e li ber xwe dide, îro têkoşîna xwe di Nobeta Edaletê de didomîne û wiha got: “Canê me çû lê rûmeta me ma ye. Em têkoşîna heqîqetê dimeşînin."
Platforma Jinan a Şahmaranê rapora tundiyê ya 2023’yan eşkere kir
Platforma Jinan a Şahmaranê daneyên tundiya li dijî jin û zarokan a di sala 2023’yan de li Mêrdînê parve kir û da zanîn ku herî kêm 5 jin û 5 zarok hatin qetilkirin û 11 jinan jî bi awayeke guman jiyana xwe ji dest dan.
Dayika Fîdan Dogan: Bi têkoşîna keça xwe serbilind im
Fatma Dogan ku dayika Fîdan Dogan a 11 sal berê li Parîsê hatibû qetilkirin e diyar kir ku keça wê hêj di temenekî biçûk de tev li têkoşînê bû û wiha got: “Ji ber têkoşîna keça xwe serbilindim.”
Yekem taksîvana jin a Serêkaniyê
Mûazzez Saglam a ku 8 sal in li Serêkaniyê ajokariya taksiyê dike, anî ziman ku ji bo dest ji karê xwe berde gelek caran rastî zextan hatiye û herî zêde jî jinan piştgiriya wê kiriye.
7 jinên kurd hatin bibîranîn: Têkoşîna azadiya jinê, bingeha dewletê dihejîne
Parlamentera Îzmîrê Bûrcûgul Çûbûk a di bîranîna jinên li Silopiya û Parîsê hatin qetilkirin de axivî, wiha got: "Têkoşîna azadiya jinê, ev têkoşîna ku me tîne ba hev, bingehên vê dewletê dihejîne.”
Jineke evîndara azadiyê: Sakîne Cansiz
Gonul Kaya ku hevaltiya wê ya bi Sakîne Cansiz a di 9’ê Çileya 2013’an de li Parîsê hate qetilkirin re kevn e wiha got: “Ew jineke evîndara azadiyê, evîndara têkoşîna afirandina mirovê azad bû.”
Rapora MKG’ê ya 2023’yan: 168 rojnameger hatin darizandin, 11 girtî ne
Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê da zanîn ku di sala 2023’yan de 168 rojnamegerên jin hatin darizandin û 11 rojnameger jî hêj di girtîgehê de ne.
Li Girtîgeha Sîncanê berdana 11 jinan hate taloqkirin
Parlamentera DEM Partiyê ya Bedlisê Semra Çaglar Gokalp diyar kir ku li Girtîgeha Sîncanê 11 jin ji mafê berdana bi şertê kontrola edlî sûd negirtine û ji bo Wezîrê Dadê Yilmaz Tûnç bi bersivîne pêşniyazpirsek pêşkeşî Meclisê kir.
Dayika Sêvê Demîr: Doza keça min doza her kesî ye
Sakîne Demîr der barê keça xwe Sêvê Demîr ya li Silopiyayê bi 11 guleyan hatibû qetilkirin axivî û anî ziman ku doza keça wê doza her kesî ye û wiha got: "Werin em aştiyê bînin vî welatî."
Canfedaya gelê xwe: Pakîze Nayir
Hevseroka Meclisa Gel a Silopiyayê Pakîze Nayirku bi berxwedana xwe mîrateyeke têkoşînê ya mezin li pey xwe hişt, navê xwe di rûpelên dîrokê de bi tîpên zêrîn nivîsand. Dayika Nayirê Behiye Nayirê diyar kir ku keça wê ji bo parastina gelê xwe, xwe feda kiriye.
Temenekî di oxira têkoşîna azadiya jinê de: Fatma Ûyar
Hatîce Ûyar, dayika endama KJA'yê Fatma Ûyar ku di qedexeyên derketina derve de hatibû qetilkirin, got: "Divê sedema tekoşîna her jineke kurd Sêvê be, Pakîze, Fatma, Sakine û Asya Yuksel be. Heta em sax bin em mîrateya tekoşînê ya ku wan ji me re hiştiye bidomînin."
Denîz Poyraz di rojbûna xwe de li ser gora xwe hat bibîranîn
Denîz Poyraz ku di êrişa sala 2021’an a li dijî avahiya HDP’a Îzmîrê de hatibû qetilkirin, di rojbûna xwe de li ser gora xwe hat bibîranîn.
Meclisa Jinan a DEM Partiyê: Başak Demîrtaş ne bi tenê ye
Bertekên li dijî êrişên zayendperest ên li dijî Başak Demîrtaş berdewam in. Meclisa Jinan a DEM Partiyê diyar kir ku ev êriş bi zanebûn tên kirin û wiha got: “Ên ku bêdeng dimînin bila bizanin ku Başak Demîrtaş ne bi tenê ye.”