Mexdûrên erdhejê yên jin di dorpêça tundî û xizaniyê de ne
Li herêmên erdhejê hêj jî birînên gel nehatine pêçandin û li hêla din jin di dorpêça tundî û xizaniyê de ne. Rêxistinên jinan diyar kirin ku li dijî vê rewşê tişta divê ji ewilî bê kirin xwe birêxistinkirin e.
Rapora MKG'ê: 9 rojnamegerên jin girtî ne
MKG'ê di rapora xwe ya binpêkirina mafên jinên rojnameger de diyar kir ku di meha çileyê de jî jinên rojnameger hatine darizandin û hat ragihandin niha 9 jinên rojnameger ji ber xwestine karê xwe bikin, di girtîgehan de tên girtin.
Di meha çileyê de 31 jin hatin qetilkirin
Li gorî rapora meha çileyê ya KCDP’ê 31 jin hatin qetilkirin, ji van 21 jin bi awayekî biguman jiyana xwe ji dest dan.
Li Meclisê bang li dayikên leşkeran kir: Werin em bi hev re vê xwînê bidin sekinandin
Endama Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê li Meclisê bang li dayikên leşker û polîsan kir û wiha got: “Werin em bi destên hev bigirin û pêşî li ber rijandina xwînê bigirin.”
Komeleya Dema Jinê: Di nava 6 mehan de tundî zêde bû
Li gorî daneyên Komeleya Dema Jinê, di nava 6 mehan de tundiya li dijî jinan zêde bûye.
Li Bêrecûkê tundiya mêr
Kesê bi navê Oktay Korkmaz li Bêrecûkê bi çekê êrişî hevjîna xwe Gul Korkmaz û malbata wê kir. Di êrişê de Korkmaz û endamên malbatê birîndar bûn.
Jinan çalakiya greva birçîbûnê domandin
Çalakiya greva birçîbûnê ya li avahiya Rêxistina DEM Partiyê ya Enqereyê 5 roj in berdewam dike, îro jinan domand.
Li Dîlokê tundiya mêr: 3 kes mirin 2 kes jî birîndar bûn
Halîl Çaglar, hevjîna xwe Yuksel Çaglar û 2 birayên wê qetil kirin, xwişka Çaglar û keça xwe jî birîndar kirin.
Tûrgay K. ê hevjîna xwe qetil kir reviya
Li navçeya Yildirimê Tûrgay K., hevjîna xwe Seher K. qetil kir û pişt re reviya.
DEM Partiyê namzetên xwe yên jin da naskirin: Hevserokatî xeta me ya binefşî ye
Berdevka Meclisa Jinan a DEM Partiyê Halîde Turkoglû di merasîma danasîna namzetên jin ên hevşaredariyê de diyar kir ku ew ê di 31’ê adarê de qeyûman bişînin û wiha got: “Hevserokatî xeta me ya binefşî ye.”
Turkoglû: Me zend û bend hildan em tên şaredartiya jinan ava bikin
Berdevka Meclisa Jinan a DEM Partiyê Halîde Turkoglû diyar kir ku dê di hilbijartinên herêmî de qeyûman bişînin û wiha got: “Dem dema jinan e, dê bajêr bibin bajarên jinan. Me zend û bend hildan em tên ku şaredartiya jinan ava bikin.”
Di doza Gulistan Doku de giliyê waliyê demê Sonel hate kirin
Parêzerê Gulistan Doku, Alî Çîmen bi sedema “Peywira xwe xerab bi kar aniye” giliyê waliyê demê yê Dêrsimê Tuncay Sonel kir.
Parlamenter Uysal: Armanca têkoşîna me azadiya Abdullah Ocalan e
Parlamentera DEM Partiyê Newroz Uysal li Mêrsînê tev li “Panela Azadiyê ya Jinê” bû û got: “Heta ku birêz Ocalan li Îmraliyê di tecrîdê de be dê aştî neyê. Armanca têkoşîna me, azadiya Abdullah Ocalan e.”
Stûmal û patîkên rêsandin ji bo Îmraliyê şandin
Dayikên Aştiyê û aktîvîstên TJA’yê stûmal, kum û patîkên rêsandin ji bo Îmraliyê şandin.
Li Îzmîrê jinek û zarokek hatin qetilkirin
Kesê bi navê Yûsûf Yilmaz hevjîna xwe Derya Uzellî Yilmaz ku di qonaxa hevberdanê de bûn bi giranî birîndar kir û keça xwe ya 4 salî Lînda Yilmaz û xwesûya xwe qetil kir.